1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Artêşa tirk berê xwe da şer
Artêşa tirk berê xwe da şer,artêşa,tirk,berê,xwe,da,şer

Artêşa tirk berê xwe da şer

A+ A-

ŞIRNEX/DÊRSIM - Helîkopterên Kobra yên artêşa tirk Çiyayê Gebar ê Şirnexê û Geliyê Kûtû yê li Pilumur a Dêrsimê bombebaran kir.

Hat zanîn ku Çiyayê Gabarê duh ji aliyê kobrayan ve hatiye bombebarankirin.

Her wiha helîkopterên Kobra yên ji 23. Lîwaya Komandoyan a Tucelî rabûn û herêmên Geliyê Pilumur, Roj û Kûtû bombebaran kir. Her wiha hat zanîn ku 4 roj in li Dêrsim û navçeyên wê veguhestina leşkerî pêk tê.

Li aliyê din piştî ku KCK'ê da xuyakirin ku heta dewleta tirk êrîş neke ew ê di şîpa parastinê de bimînin, artêşa tirk dest bi amadehiyên êrîş û operasyonên berfirek kir.


Bêjeyên Miftehî