1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Artêşa Tirk Cin Şandin Qendîlê
Artêşa Tirk Cin Şandin Qendîlê,artêşa,tirk,cin,şandin,qendîlê

Artêşa Tirk Cin Şandin Qendîlê

Kanala televizyona NTV ya tirk di nûçeyên berî nîvroj ê îro de cih da encama êrîşên balefirên tirk û behsa kuştî û birîndaran kir.

A+ A-

AMED - NTV di nûçeyên berî nîvroj de cih da encama êrîşên bombebaranê. Di dema weşanê de kanalê pêwendiya zindî digel Ajansa Nûçeyan a Cîhanê (CHA) danî. Nûçegihanê CHA'yê bêyî ku bêje çawa çêbûye, anî ziman ku 80 HPG'yî di encama operasyonên 6 rojan de bi awayekî birîndar hatine bidestxistin. Li gor nûçeyê her wisa di navbera 90 û 100 kesî de jî HPG'yiyan jiyana xwe ji dest daye.

Lê nûçegiyan bi tu awayî ne anî ziman ku 80 HPG'yî bi çi rengî hatine bidestxistin û kê ew radest girtine.

Nûçeya NTV û CHA'yê nûçeyên zanistî anî bîna mirovan, ku li Ewropa û DYA'yê zanist ji bo şerên pêşerojê li ser teknîkên pêşketî dixebitin û hewl didin ku leşker bêyî ku xuya bikin, biçin şer. Vê yekê şika "gelo teknolojiya tirkan li pêşiya DYA'yê ye" çêdike.

Nûçeya NTV û CHA'yê pişta xwe dide daxuyaniya îro ya artêşa tirk. Artêşê di malpera xwe de îro weşand ku di encama êrîşan de di navbera 90 û 100 kesî de milîtan hatine kuştin û 80 milîtan jî hatine birîndarkirin.