1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Artêşa Yekgirtî ya Kurdistanê" hat axaftin
Artêşa Yekgirtî ya Kurdistanê" hat axaftin,artêşa,yekgirtî,ya,kurdistanê,hat,axaftin

Artêşa Yekgirtî ya Kurdistanê" hat axaftin

A+ A-

Hewlêr (AKnews) – Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Berhem Salih, pêşwazî ji Fermandeyê Hêzên Amerîka yê Bakurê Iraqê kir. Di civînê de, çawaniya pêkhatina "Artêşa Yekgirtî ya Kurdistanê" hat nîqaşkirin.

barham salhLi gorî nûçeya malpera Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Salih, îro pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Amerîka yê Bakurê Iraqê kir.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de, ku Wezîrê Pêşmerge Şêx Cefer Mistefa jî amade bû, pêşhatên dawî yên Iraq û Kurdisanê hatin nîqaşkirin û her du aliyan, ser hevkariya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîkayê, cext kirin.

Li gorî nûçeyê, di civînê de, derbarê şêwazên pêkanîna "Artêşa Yekgirtî ya Kurdisanê" jî gotûbêj hat kirin û li ser hewlên yekxistina hêzên Kurdistanê cext hat kirin.

sm (AKnews)