1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asayîşa PDK'ê ji ber xwepêşandanê 40 ciwanên Êzidî girtin
Asayîşa PDK'ê ji ber xwepêşandanê 40 ciwanên Êzidî girtin,asayîşa,pdk,ê,ji,ber,xwepêşandanê,40,ciwanên,êzidî,girtin

Asayîşa PDK'ê ji ber xwepêşandanê 40 ciwanên Êzidî girtin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Hat ragihandin ku asayîşa PDK'ê ji ber xwepêşanda ji berî duh rojan ji aliyê welatiyên Êzidiyê yên li wargeha Şaya ya Dihokê, li hemberî nabûna pêdiviyên jiyana rojane lidarxistin, herî kêm 40 ciwanên Êzidî dîl girtine.

Piştî ku di 3'ê Texaba 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran welatiyên Êzidî koçî Dihok û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bûn û li wargehan hatin bi cih kirin, lê ji wê rojê ve pirsgirêkên wan yên weke av, ceryan, sotemenî, kon û hwdin hene û daxwazên wan nehatine çaserkirin, ji ber vê yekê di 01'ê Çile de welatiyên li wargeha Şaya ya Dihokê xwepêşadanek lidarxistî bûn, lê asayîşa PDK'ê xwepêşandan asteng kirin û bi dehan kes girtin.

Ciwanekî beşdarî xwepêşandanê bûyî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku weke danişwanên wargeha Şaya ji ber nebûna pêdiviyên rojane xwepêşandan lidarxistin. Lê asayîşa PDK'ê û hêzên ewlehiyê êrîş kirin li ser xwepêşdanê, di roja xwepêşandanê de 30 ciwan girtin û ji wê rojê ve jî nêzî 10 ciwanan girtine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku li gorî agahiyên wan girtine, ji wan ciwanên hatine girtin 3 birîndar bûne û heqaret jî ji wan hatine kirin.

(ab)