1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Asta Jîriya Mirov Asta Şahiya Mirov e
Asta Jîriya Mirov Asta Şahiya Mirov e,asta,jîriya,mirov,asta,şahiya,mirov,e

Asta Jîriya Mirov Asta Şahiya Mirov e

Asta jîriya mirovan asta şahiya mirovan diyar dike

A+ A-

Diyar bû ku îhtimala neşadiya kesên asta jîriya wan nizim e, ji ya kesên asta jîriya wan bilind e, zêdetir e.

Di lêkolîna ku di Kovara Psychological Medicine de hate weşandin de, zanyarên îngiliz didine zanîn ku sedema asta kêm a IQ´ya mirovan bi giranî, bi rewşa nebaş a aboriya wan ve, bi hin pirsgirêkên tendurustiya wan ve, bi pêdivîdîtina mirovan a bi alîkariya kesên din ve girêdayî ye û ev tişt hemî jî, dibine alîkar ji bo neşadiya mirovan. 
6 hezar û 870 kes beşdarî vê lêkolînê bûn û pirsa ku hest pê dikin ka gelo di jiyanê de şad in an na, ji van beşdaran hat kirin. Ji %43 yê beşdarên ku bersiva; ”Belê em xwe pir şad hest dikin” dan, hat diyar kirin ku IQ´ya wan di navbera 120 û 129an de ye. 
Kesên ku ji nav van beşdaran xwe pir neşad hest dikirin jî, hate diyarkirin ku IQ´ya wan jî di navbera 70 û 79an de ye.

Rêvebera vê lêkolînê Angela Hassiotis diyar kir ku li gor encamên vê lêkolînê, kesên asta jîriya wan di bin asteka normal de ye, îhtimala wan a ku xwe ne şad hest bikin zêdetir e. 
Hassiotis balê kişand ser zarokên malbatên jar ku dema bi stratejiyeke demdirêj nêzî zarokên xwe bibin, ev dê bandoreke erênî jî li ser jîrî û şadiya zarokên wan bike.

Di lêkolînê de her wiha hate diyarkirin ku divê bêtir destek bê dayîn ji bo kesên asta jîriya wan kêm e.

Qatjimara normal a jîriyê, di navbera 90 û 110î de tê pêjirandin.

Çavkanî: Radîkal Werger: Amîda Kurd