1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Astronom xwe ji bo roja mezin amade dikin
Astronom xwe ji bo roja mezin amade dikin,astronom,xwe,ji,bo,roja,mezin,amade,dikin

Astronom xwe ji bo roja mezin amade dikin

A+ A-

Cîhana me di demjimêrên sibê de dê şahidiya bûyerekî esmanî ku pir kêm çêdibe bike. Venûs dê sibe li gorî demjimêra Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê demjimêr 01.10’an de di navbera Cîhan û Rojê de derbaz bibe û ji bo kesên carek din dixwazin vê bûyerê bibînin pêwîste 105 salan li bendê bimînin.

Sibe dê gerekstêrka Venus di navbera Cîhan û Rojê de derbaz bibe. Ev bûyera ku ji sedeyekê zêdetir carekê rû dide, dê di demjimêrên şev 01.10’an dest pê bike û heya demjimêrên sibê yên 07.50’an berdewam bike. Li Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê piştî Roj derket û demek kurt dikarin vê bûyera esmanî ya awarte temaşe bikin.

Dema ku Venûs di navbera Cîhan û Rojê de derbaz dibe, dê li esîmanan xalek biçûk ya reş bê dîtin.

Astronomên çar aliyên cîhanê ji bo temaşeyî vê bûyera esmanî bikin amadekariya dikin. Di demjimêrên sibehê de ji ber sedema hewaya bi ewir li gelek welatên Ewropayê, hat ragihandin ku gelek astronom dê biçin welatên şertên hewaya wan xweş.

ŞER JÎ NEKARÎ BÛ RAWESTÎNE

Yek ji bûyerên herî zêde bala astronoman dikêşe, derbazbûna Venus ya di navbera Cîhan û Rojê de ye. Di sala 1761’an astronomên Îngilîz ji bo baştir derbazbûna Venusê ya di navbera Cîhan û Rojê de bibînin, bibû sedem ku ji Îngilîstanê biçin Fransayê. Lê belê wê demê Îngilîstan û Fransa di nava Şerê Heft Salan de bûn. Hemû astronomên derbazî Fransayê bûn ji aliyê Fransiyan ve hatibûn girtin. Lê belê Akademiya Qraliyeta Îngilîz carek din astronom şandibûn Fransayê û xwestibû temaşeyî vê bûyera esmanî bikin.

ANF NEWS AGENCY