1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Atak û mirovên wî qatilên me ne´
´Atak û mirovên wî qatilên me ne´,atak,û,mirovên,wî,qatilên,me,ne

´Atak û mirovên wî qatilên me ne´

Dayikên Şemiyê: Atak û mirovên wî qatilên me ne

A+ A-

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftene de çîroka Yusuf Aslan û Îhsan Aslan ên hatin windakirin vegotin. Dayikan di çalakiyê de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û xwestin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li ber Lîceya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de gelek xizmên windayan tevlî bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dayîkan got, “Divê di cejnan de rondikên dayîkan bên rawestandin. Cejna me tunene.” Dayîkan bang li hikûmetê kir ku xwînê bidin rawestandin û wiha gotin: "Em weke dayîkan dixwazin ku daxwazên girtiyên 46 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de bên qebûlkirin.”

'Bi zorê ji malê derxistin û birin’

Di çalakiyê de Şevke Aslan çîroka Îhsan û Yusuf Aslan vegot û diyar kir ku di sala 1994’an de hevserê wê Îhsan û birayê hevserê wê Yusuf Aslan ji aliyê Sercerdevanê wê demê Kamîl Atak, kurê wî Tamer Atak, birayê wî Kukel Atak û Hakîm Guven û bi dehan cerdevanan bu zorê ji mala wê der xistin û birin. Aslan, anî ziman ku ji bo xizmên wê berdin çû mala Kamîl Atak û wiha axivî: “Min jê re got hevser û birayê min bedre. Ji min re got ew li cem wan nîn in. Cerdevanên wî hebûn. Ez tirsiyam û vegeriyam malê. Min daxwazname da dozger lê qebûl nekir. Min gelek kesên nas şandin cem Kamîl Atak. Lê min ji vê yekê jî tu encam negirtin. Atak û mirovên wî qatilên me ne. Hemû kes vê yekê dizane. Me gelek delîl pêşkêşî dadgehê kirin û bi dehan şahid hene.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

(bd/mae)