1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Atolyeya 'Jiyaneke bê asteng mimkûn e' vebû
Atolyeya 'Jiyaneke bê asteng mimkûn e' vebû,atolyeya,jiyaneke,bê,asteng,mimkûn,e,vebû

Atolyeya 'Jiyaneke bê asteng mimkûn e' vebû

A+ A-

Li Sumerparkê “Atolyeya Jiyana Bê-asteng” ku ji bo astengdarên bedenî hêviyek e hate vekirin. Di vekirinê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî û got, “Heke em asteng daneynin ber jiyaneke bê-asteng mimkûn e."

“Atolyeya Jiyaneke Bê-asteng” ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin hate vekirin. Vekirina atolyeya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ye bi beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û astengdaran hate pêkanîn.

Koordînatorê Atolyeyê Gultekîn Aydenîz derbarê atolyeyê de agahiyên teknîkî dan û got, li vir ligel nûkirina erebokên astengdaran ew ji bo pisîk û kûçikên dest û piyê şikestî jî obez-protezan çêdikin. Aydenîz, aşkere kir ku ew xebatên xwe bi xebatkarên Fakulteya Beyterî ya Zanîngeha Dîcleyê û Navenda Rehabilitasyon û Mala Sehkirina Sewalan a Şaredariya Bajarê Mezin re bi awayekî koordînelî dimeşînin. Aydenîz ku xwendekarên beyteriyê bi dilxwazî bi wan re dixebitin.

Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, da zanîn ku xebatên bi vî rengî gelekî girîng in û got ji ber wê ew bi kelecan e. Baydemîr, bal kişand ku Qada Jiyana Hevpar ku pêk tê ji 80 hezar metrekareyî ji bo welatiyên xwedî dezavantajê ne karê zankoyekê dabîn dike û got, salê sed hezar kes ji vir sûdê werdigirin. Baydemîr weha axivî, “Heke em astengiyan çênekin, em dikarin bajarekî bê-asteng, welatekî bê-asteng ava bikin û pê re jî jiyaneke bê-asteng.” Baydemîr, aşkere kir ku ev atolye parçeyek ji xebata berterefkirina astengan e, spasiyên xwe li rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, Civata Astengdaran kir û weha domand, “Heke piştgiriya we û zexta we demokratîk nebûya ev xebat nedigihîşt vê astê.”

Baydemîr, spasiyên li Nûnera Amedê a HAYTAPê Sevgi Emekçilerê jî kir ku ji bo avakirina Navenda Rehabilitasyon û Mala Sehkirina Sewalan piştgriya wan kiriye û weha got, “Mebesta me hemûyan ew e ku bi hev re ji bo her kesê li vî bajarî dijî bajarekî hêjayî jiyanê ava bikin. Jiyan ne tenê ji bo mirovan e, ji bo hemû xwedîruhan e. Lewma werin em bidin jiyîn da ku bikaribin bijîn. Em giş bi hev re bijîn da ku jiyan xwedî rûmet bikeve. Bila bajarên me bibin cihên wisa ku bi kêrî me hemûyan werin.”

(mae)