1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ava Mukusê ziwa bû
Ava Mukusê ziwa bû,ava,mukusê,ziwa,bû

Ava Mukusê ziwa bû

Li navçeya Mîskê ya Wanê, çemê Mukusê ku pêdiviya avê ya navçeyê bi cih tîne û bi zelalbûna xwe ve mirovan sermest dike ji sedî 80 ziwa bû

A+ A-

MEHMET DURSUN

WAN (DÎHA) – Sîstema ku hemû tiştan ji bo pere desteser dike li ser çavkaniyên xwezayî HES û bendavan çêdike, li navçeya Mîskê jî kaniya avê ya ku bi sedan salan e pêdiviya avê gel bi cih dianî ji ber sedemeke nediyar ji sedî 80 ziwa bû. Niştecihên navçeyê diyar kirin ku berê rastî bûyereke xwezayê ya wisa nehatine û heke kaniya avê venegere rewşa xwe ya berê dê bi bêavbûnê re rû bi rû bimînin.

Li navçeya Mîskê ya Wanê, çemê Mukusê ku pêdiviya avê ya navçeyê bi cih tîne û bi zelalbûna xwe ve mirovan sermest dike ji sedî 80 ziwa bû. Beriya demeke li ser çem ji aliyê Paksu Enerjî A.Ş. ve çêkirina 2 regulator û projeyên HES’ê hate rojevê bi kêmbûna avê de gelê ku bi ava çem pêdiviya xwe ya avê bi cih tîne bifikar in.

Welatiyê bi navê Kemal Oruk anî ziman ku bi kêmbûna ava Mukusê ve navçe bi bêavbûnê re rû bi rû dimîne û evqas kêmbûna avê ji bo navçeyê xetereyek e. Oruk diyar kir ku tê xwestin li ser çamê Mukusê HES bê çêkirin û wiha bedrewam kir: “Ahenga ekolojîk û çavkaniyên xwezayî yên navçeyê tunetên hesibandin û bi vî rengî çemê Mukus êtê qetilkirin. Wekî kut ê dîtin çavkaniya avê ya navçeyê ziwa bû. Ava heyî têrî pêdiviyên navçeyê nake. Li vir şîrketên ku dixwazin HES’ê çêbikin bila bên vê rewşê bibînin.”

Gelek gund pirsgirêka avê dijîn

Hevşaredarê Mîskê Mehmet Garîp Aykut jî balkişand li ser bûyerên xwezayî yên ku bi germahiya kurewî derketine holê destnîşan kir ku çavkaniya avê ya navçeyê ji sedî 80 ziwa bûye. Aykut got ku berê li navçeyê bûyereke bi vî rengî nedîtine, heke ev rewş neguhere navçe dê bi ziwabûnê re rû bi rû bimîne. Aykut bilêv kir ku ji bo bûyerê dest bi lêkolînan kirine û bal kişand li ser porjeyên HES’ê yên ku dê bên çêkirin. Aykut got ku bi helîna berfê ve ji bo ku projeya HES’ê li ser ava Mukusê bê çêkirin amadekarî tê kirin û wiha berdewam kir: “Dewlet bi salan e li ser vê axê ji bo vê derê razemeniyek nekir. Dixwezan çavkaniyên avê yên navçeyê pêşkêşî çend kesan bikin. Em ê tu caran destûr ênedin ku çavkaniyên avê yên navçeya me bên qetilkirin.”

Aykut bi ziwabûna avê re xetereya ziwabûnê jî anî ziman û nirxandina “Gelek gundên me hê jî pirsgirêka avê dijîn. Ava çemê Mukus êtê vexweran û em ê vê avê bigihînin gundên xwe. Em ê li vir destûr ênedin qetilkirina xwezayî û ahenga ekolojiyê.”

(sa)


Bêjeyên Miftehî