1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê
Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê,awirtêdanên,li,wêjeya,cîhanê

Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê

Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin

A+ A-

Nabe neyê dîtin ku Amed wekî bajarekî, ê ku ji girîngtirîn bajarên Rojhilatê Navîn û cîhanê ye, bi şêweyekî civakî, demografîk, çandî û wêjeyî, sal bi sal bêtir dikeve rewşa veguheranê ya geş û gurr î berbiçav û em dibînin ku Amed, xasma di van panzdeh salîn dawî de, ketiye qonaxa ku pevgirêdanên xwe yên li gel cîhanê hê qewîntir çêdike. Di vê çarçoveyê de, ku Amedê di qada wêjeyê de kar û xebat û berhemhênaneke xwe ya geş heye û vê yekê berebere sazîbûna xwe jî bi xwe re aniye, em govaniyê lê dikin ku Amedê, nemaze di wêjeyê de, dest pê kiriye zêdetir berê xwe dide hizra Goethe ya “wêjeya cîhanê” û weku vê yekê şênber bike, di vî warî de kirdariyên wergerê, diyaloga di navbera çandan de û ezmûnên şêwejiyanên pirrçandî bi xêrayî zêde dibin.

Bi boneya vê rastiya şênber, ji bo ku bê nîşandayîn bê ka ev bizava çandî li Amedê hatiye ser çi astê û Amed bi kîjan kirdariyan ve beşdarî wêjeya cîhanê dibe, bi birêvebirina Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) û bi hevkariya li gel Sülüklü Hanê, dê rêzebernameyeke wêjeyî bi rê ve biçe. Me pêşbînî ye ku ev gotar, ku dê behsa Walt Whitmanê helbestkarê xewna Emerîkan û azadiyê, Ezra Poundê temenekî gorî helbestê bûyî, Edgar Allan Poeyê damezirînerê kurteçîroka nûjen û T. S. Eliotê bavê helbesta modernîst a sedsala 20. bê kirin, ku her yek jê hosteyên gewre ne û ji qorzîberên wêjeya cîhanê têne hesibandin, dê di barê peywendiya li gel cîhanê de tevkariyeke girîng li Amedê bikin. Piştî bernameyên ku dê 4 hefteyan berdewam bibin, ku piştî axaftinan dê ahengên muzîkê bêne pêşkêşkirin, dê pirtûkên van helbestkaran ên bi wergera Kurdî bê pere bêne belavkirin. Bernameya çalakiyan li jêrê ye.

Weşanxaneya Lîs / Navenda Hunerê ya Amedê (DSM)

Bername

Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin

22’yê Nîsana 2012’an Dengbêjê Xewna Emerîkan û Azadîxwaziyê: Walt Whitman Kawa Nemir & Ciwanmerd Kulek & Veysi Erdoğan

Muzîk: Ferec

Saet: 18.00-21.00 Cî: Sülüklü Han – Deriyê Çiyê / Dağkapı

29’ê Nîsana 2012’an Binhişê Rûxana Sedsala 20. û il migrior fabbro: T. S. Eliot Kawa Nemir & Şener Özmen

Muzîk: Siya Şevê

Saet: 18.00-21.00 Cî: Sülüklü Han – Deriyê Çiyê

6’ê Gulana 2012’an

Temenekî Serdanpê Helbest û Poşmaniya Ji Faşîzmê: Ezra Pound Kawa Nemir & Dilawer Zeraq & Azad Ziya Eren

Muzîk: Dodan

Saet: 18.00-21.00 Cî: Sülüklü Han – Deriyê Çiyê / Dağkapı

13’ê Gulana 2012’an Yek Ji Qorzîberên Wêjeya Cîhanê û Danerê Kurteçîroka Nûjen: Edgar Allan Poe

Kawa Nemir & Samî Hêzil

Muzîk: Hîvron

Saet: 18.00-21.00 Cî: Sülüklü Han – Deriyê Çiyê