1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ayna: Kurd dê biryara xwe bigirin
Ayna: Kurd dê biryara xwe bigirin,ayna,kurd,dê,biryara,xwe,bigirin

Ayna: Kurd dê biryara xwe bigirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku li Rojhilata Navîn a ku îro bi Tirkiyeyê re wekî dikele, kevir ji cihê xwe leqiyaye kurd dê êdî desturê nedin ku kesên din der barê wan de biryarê bigirin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna ku beşdarî Civîna Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk a têkîldarî Pêşeroja kurdan civiya, bû ji DÎHA'yê re nirxandin kir.

Ayna anî ziman ku îro li Tirkiye û Kurdistanê wêdetir li Rojhilata Navîn pêvajoyek heye û projeyên hin welatan a têkîldarî Rojhilata Navîn hene û ev yek jî yekem care nayê jiyîn, di dîrokê de hin dewletan xwestine teşe bidin herêmê, nexşeyan xêz bikin, qedera gelen diyar bikin. Li gorî Ayna pirsgirêka herî mezin a herêmê ew e ku gelên ku dewletên wan tuneye tu mafê wan ê gotinê tuneye, têkîldarî cografyaya lê dijîn û pêşeroja xwe qet nitekî nikarin diyar bikin û ev yek van gelek jî gelê kurd e. Ayna diyar kir ku lê kurd li vî cografyayê bi ereb, tirk û farisande hemayên esasî ne.

'Dê destur neyê dayîn nêzîkatiya wekî kurd tunene'

Ayna ji ber vê yekê jî nêzîkatayi kurdan a ji bo tabloya heyî ev tişt anî ziman: "Heke li Rojhilata Navîn kevir li cihên xwe dileqin, li ser navê gelên ku li vir dijîn rêxistinên nû tên avakirin û nexşe tên xêzkirin kurd êdî desturê nadin ku li ser navê wan hin kesên din biryarê bigirin. Dê tucaran desturê nedin nêzîkatiya ku wekî kurd tunene."

'Em projeya ne ji durî gel e pêş dixin'

Ayna destnîşan kir ku heke li Rojhilata Navîn kevir li cihê xwe dileqin divê kurdan jî êdî bigirin hesab û wiha got: "êdî nikarin kurdan tune bihesibînin ji ber ku têkoşîna vê tê dayîn. Em jî wekî siyasetmedarên kurd ên li vî welatî projeya ji gel qutkirî nîne pêş dixin. Ev çi ye. Em dibêjin ku tirk hene, dewleta tirk heye, fars hene dewleta wan hene, edeb hene hin dewletên wan hene. Em nabêjin bila teqez dewleteke me hebe. Em nêzîkayên şer digire pêş jî nîşan nadin. Lê divî di vî cografyayê de kurd di rêveberiyan de xwedî mafên gotinê bin. Em ji vê re dibêjin xwerêveberî."

'Daxwaza me ya xwerêveberiyê ji bo Tirkiyeyê ye jî'

Ayna bilêv kir ku projeya xwerêveberiyê ne tenê ji bo kurdan ji bo Tirkiyeyê ye jî û di warê îdarî de hemû gelên Tirkiyeyê di nava vê de cih bigirin.

'Em ji bo Kurdistanê statu dixwazin'

Ayna da zanîn ku divê nasnameya kurdî di warê siyasî de bibe xwedî statu û ev nirxandin kir: "Ji ber vê yekê divê statuya Kurdistanî bê diyar kirin. Dîsa em ji bo Kurdistanê statuyê dixwazin. Pêşniyara me ya bila 25 herêm hebin heye em vê yekê ji bo gelê Tirkiyeyê naxwazin. Wekî biryar an jî ferzkirinek nîne. Lê em wekî gelê kurd ji bo xwe Kurdistaneke Xweser, nasnameyeke siyasî û pênasekirineke siyasî, têkoşîna statuyê didin. Xweserî ji bo me hem daxwaza statuya siyasî ye hem jî ji bo Tirkiye ji rewşa rêveberina navendî xilas bibe ye."

Ayna got ku ew di vî mijarê de tenê ji dewletê hêvî nakin.

(sa)