1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ayşe Efendî: Ewropa nû fêm dike DAIŞ çiqas hov e
Ayşe Efendî: Ewropa nû fêm dike DAIŞ çiqas hov e,ayşe,efendî,ewropa,nû,fêm,dike,daiş,çiqas,hov,e

Ayşe Efendî: Ewropa nû fêm dike DAIŞ çiqas hov e

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî diyar kir ku dewletên Ewropa nû fam kiriye bê çeteyên DAIŞ'ê çiqasî hov in û berxwedana YPG û YPJ'ê da nîşandin ku kî terorîst e û kî li hemberî terorîstan têdikoşe.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî dema ji bo hin hevdîtina ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bû ji ajansa me re axivî. Efendî derbarê rewşa Kobanê ya dawî de got ku ew ê di demek nêz de mizgîniya rizgarkirina Kobanê bidin gelê xwe: "Berxwedana YPG, YPJ û gelê me tiştek di destê çeteyên DAIŞ'ê de nehiştiye. Tenê dikarin ji dûr ve topan biavêjin, erebeyan biteqînin û wek kes xwe teqandin, tenê dikarin vê bikin. Ew hêza çeteyên DAIŞ'ê ya berê nemaye û gelê me jî hindik be jî hin malbat vedigerin ser axa xwe. Di demên pêşde bi berxwedana YPG'ê û YPJ'ê em hêvî dikin ku em dê mizgîniyên xêrê bidin gelê xwe."

'Ev êrîş berdewama qetlîamên din e'

Ayşe Efendî li ser komkujiya li Parîsê li hember Charlie Hebdo pêk hatî jî rawestiya û diyar kir ku ev komkujî bi komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujiya li hember her sê jinên kurd ên sîyasetmedar ve girêdayî ye. Ayşe Efendî got ku dewletên Ewropa nû nû fam dikin ku bê çeteyên DAIŞ'ê çiqas hov in û ev tişt anî ziman; "Komploya li ser Rêber Apo hatî kirin bi destê hevkarên DAIŞ'ê yên weke Tirkiye û dewletên din pêk hatibû. Ev êrîşên îro li Fransa hatî çêkirin berdewama qetlîama li ser Sakîne û hevalên wê ne. Fransa û dewletên Ewropa nû nû fam dikin ku ka kîjan hêz terorîst e. Heya îro em weke terorîst didîtin lê YPG'ê û YPJ'ê bi berxwedana xwe îspat kir ku kî terorê dimeşîne, kî di tevahiya dinê vê terorê pêk tîne."

'Hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê aşkera bû'

Ayşe Efendî da zanîn ku dewletên navneteweyî bi zanebûn berê çeteyên DAIŞ'ê dan rojavayê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Em îro dibînin ku berxwedana YPG'ê û YPJ'ê di hundirê Kobanê de bi taybetî jî berxwedana jinên kurd bû sedem ku tevahî cîhanê careke din çavên xwe vedigerîne rojavayê Kurdistanê. Bi berxwedana Kobanê sîyaseta çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê weke Tirkiye hate aşkerakirin û divê ji îro û pêde her kes li gor vê yekê rola xwe bilîze."

Ayşe Efendî got ku nêrîna hêzên kurd yên sîyasî çi be bila ew be lê divê yekitiya gelê kurd ya bi berxwedana Kobanê pêk hatiye were parastin û axaftina xwe wiha domand; "Di tarîxa kurdan de li ser esasê yekbûnê cara yekemîn e ku li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyek tê çêkirin. Ev jî rûmeta gelê kurd e, berxwedana gelê kurd e, li ser berxwedana Kobanê yekitiya gelê kurd hate çêkirin, qasî ku em dikarin weke kurd em parastina vê yekîtiyê bikin. Fikir û raman çi be bila ew bê lê gelê kurd yekîtiya dixwaze û divê em vê daxwaze gelê xwe biparêzin."

'Pêwîstî bi derman û bijîşkan heye'

Efendî li ser rewşa welatiyên ji Kobanê koçber bûne jî axivî û wiha got: "Ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve li Kobanê nexweşxaneyek hatiye vekirin. Gelek hevalên me dema birîndar dibin li ser sînor astengî derdikevin ji ber vê yekê digehin asta şehadetê û pêwîstî bi hin cihazan, dermanan û bijîşkên pispor hene. Pêwîstiya gelê me yên derbasî bakurê Kurdistanê bûne bi kon, cil û bergên zivistanê, xwarin û vexwarinê heye."

Ayşe Efendî herî dawî da zanîn ku ew dê li kombajaran pergala ku li Kobanê avakiribûn bidin rûniştandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha em dixwazin li nav çadiran perwerdeya psîkolojî û ziman bidin û meclîsên xwe bidin avakirin. Di hundirê Rêxistina Kantona Kobanê de çi hebe em ê li nav çadiran de jî ava bikin. Divê em li vî gelê xwe derkevin, em û gel bi hevdu re yek bin ku em bikaribin vê ezmê derbas bikin."

(no/ça/wk)