1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ayşe Gokkan rakirin beşa lezgîn
Ayşe Gokkan rakirin beşa lezgîn,ayşe,gokkan,rakirin,beşa,lezgîn

Ayşe Gokkan rakirin beşa lezgîn

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Polîsan, bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî girseya ku xwest heta "Konê Çareseriya Demokratîk" bimeşe, kir. Di mudaxaleyê de Şaredara Nisêbinê Ayşe Gokkan bi giranî birîndar bû û rakirin beşa lezgin. Bûyerên bi mudaxaeya polîsan dest pê kir, li tevahiya navçeyê belav bûn.

Bi hezaran welatiyên ku li ber Navenda Çandê ya Mîtannî û Sakaryayê kom bûn, xwestin di kolana 27 Mayisê re ber bi Parka Barişê ve bimeşin. Girseya ku di navde Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Parlementera BDP'ê ya Mêrdinê Emine Ayna û Endamê Meclîsa BDP'ê Zahîr Saritaş, Mahmut Çelîk û rêveberên BDP'ê jî di navde, dest bi meşê kir. Piştî ku girsê dest bi meşê kir, polîsan li Kolana Cumhuriyetê pêşiya girsê qut kir. Piştî ku polîsan pêşiya girsê qut kir, bi hezaran kesan li 4 nokteyên cuda dest bi çalakiya rûniştinê kir. Pişt re Parlementer Emîne Ayna û Şaredar Ayşe Gokkan, bi rayedarên polîsan re axivîn û xwestin "Konê Çareseriya Demokratîk ku di 16'ê adarê de ji Parka Barişê hatibû rakirin ji nûve vedin. Piştî diyalogan polîsan bi hinceta girsê rê li trafîkê girtiye mudaxaleyî girsê kir. Bi mudaxaleya polîsan re girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ji ber mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê gelek welatî birîndar bûn. Her wiha dîsa Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî ji ber rastî ava şitayî ya boyakirî hat birîndar bû û rakirin beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Di bûyeran de polîsan li gelek kolanan mudaxaleyî girsê kir. Piştî bûyer li gelek kolanan belav bû, bolîsan zêde bombeyên gazê bikar anî û gelek bombe avêt mal û kargeriyan. Ji ber mudaxaleya polîsan di gelek mal û kargeriyan de zerar çêbû. Hate zanîn ku ciwanek jî bû hedefa bombeya gazê ya polîsan û birîndar bû. Her wiha gelek zarok û jin ji ber bombeyên gazê ji ser hişê xwe çûn. Ji ber bombeyê gazê jî di malek û dikanekê de şewat derket.

Bûyer didomin

Piştî ku polîsan li gelek nokteyan mudaxaleyî girsê kir, girsê jî bi keviran berîv da polîsan. Çalakiya ku li Kolana Cumhuriyetê dest pê kir li hemû kolan û taxên navçeya Nisêbînê belav bûn. Bûyer didomin.

(mae)