1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Azadiya Welat Dîsa Girtin
Azadiya Welat Dîsa Girtin,azadiya,welat,dîsa,girtin

Azadiya Welat Dîsa Girtin

A+ A-

STENBOL - Yekane rojnameya rojane ya bi Kurd’ weşanê dike Azadiya Welat cezayê 15 roj cezayê girtinê wergirt. Ev cara 9’emîne ku rojname cezayê girtinê digire û heta niha 9 xebatkarên wê di girtîgehê de ne.

Rojnameya Azadiya Welat a ku her roj bi dadgehan re bi rû bi rû dimîne, li xwediyê îmtîyazê û berpirsa karên nivîskî yên wê bi sedan sal cezayê girtîgehê lê hatine birîn, ji aliyê 12. Serdozgeriya Cezayê Giran a Stenbolê ya Xwediyê Rayeya Taybet ve hat girtin.

12. Serdozgeriya Cezayê Giran a Stenbolê ya Xwediyê Rayeya Taybet nûçeyên di 12’ê Pûşperê de, rojnameyê de hatin weşandin weke hincet nîşan da, dest danî ser jimara rojnameyê û 15 roj cezayê girtinê lê birî. Di hinceta dadgehê de wiha tê gotin “ Di nûçeyên bi sernûçeya “Heta Ocalan neçe çiyayan, gerîla ji çiyayan danakevin” û “Em dîsa dibêjin tevlî me bibin û em bibin yekitî” cih dide nêrînên Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê û her wiha hat diyarkirin ku di nûçeya bi navê “Biratî” de cîh daye nasnavên PKK’iyiyên jiyana xwe ji dest dane û bi vî awayî “propagandaya rêxistinê kiriye.”



Di biryarê de tê diyarkirin ku çarçoveya madeya 25/2-3 ya Zagona Çapemeniyê de derbarê jimara 12’ê Pûşperê ya rojnameyê de biryara komkirin û desteserkirinê hatiye dayîn û rojnameya Azadiya Welat di çarçoveya madeya 6/dawî ya Zagona Tekoşîna bi Terorê re (TMK) ji bo 15 rojan hatiye girtin.

AKP’Ê BI QEDEXEYAN DEST BI PÊVAJOYA NÛ KIR

Balkêş bû ku rojname piştî ku Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê di hilbijartinên 12’ê Pûşperê de bi ser ket, hat girtin. Hikûmeta AKP’ê bi vî awayî bi qedexekirina rojnameyek a Kurdan dest bi pêvajoya nû kir.

Ji roja rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kirî û heta niha bi zextên dewletê re rû bi rû ye. Di roja 9’ê Pûşperê de xebatkara rojnameyê Dilşah Ercan bi hinceta "Endama rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" bi 8 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Her wiha li Midûra Karên Nivîsan Emine Demîr 138 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Pişt re jî li Ozan Kilinç zêdeyî 20 salan ceza hate birîn. Dîsa ji ber ku Midûrê Karên Nivisan Mehdi Tanrikulu bi kurdî parastin kir hate girtin û pişt re dîsa serbest hate berdan û gelek cezayên din/

CARA 9'EMÎN TÊ GIRTIN

Rojnameya Azadiya Welat bi kevpeşopiya Welat a di 22'ê Sibata 1992'an de dest bi weşanê kir. Rojnameya Welat piştî 115 hêjmaran hate girtin û rastî cezayan hat. Pişt re di sala 1996'an de rojnameya Welatê Me dest bi weşanê kir. Rojmameya Welatê me di hêjmara 46'an de hate komkirin û girtin. Pişt re rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Rojnameya Azadiya Welat ku heta 15'ê Tebaxa 2006'an heftane weşan dikir, piştî 15'ê Tebaxê dest bi weşana rojane kir. Rojnameya Azadiya Welat, ku yekane rojnameya rojane ye heta niha 9 caran hate komkirin û girtin.


Bêjeyên Miftehî