1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Banga tevlîbûna meşa 'Newala Qesaban'
Banga tevlîbûna meşa 'Newala Qesaban',banga,tevlîbûna,meşa,newala,qesaban

Banga tevlîbûna meşa 'Newala Qesaban'

A+ A-

SÊRT - Li Sêrtê beriya meşa bi armanca vekirina gorên komî ku wê ber bi "Newala Qesaba" ve bê lidarxisintin, ji bo tevlibûnê di ser bilbordan de afîş hatin daliqandin.

Amadekariyên meşa "Newala Qesaba" ku bi pêşengiya MEYA-DER'ê di 28'ê Adarê de bi armanca vekirina gora 200 kesên di nav de ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) ji heyî bi rêbazên erênî bên vekirin, berdewam dikin. Li gelek bajarên Tirkiyeyê dê tevlîbûna meşê pêkbê û her wiha wê Hevserokên BDP'ê û KCD'ê jî tevlî meşê bibin. Amadekariyên meşê li navenda Sêrtê li ber dawîbûnê ne û di çarçoveya amadekariyan de afîşên bangewaziya meşê di ser bîlbordan bajar de hatin daliqandin.

Afîşên bangewaziyê yên bi nivîsa "Gorên komî sûcê mirovahiyê ye. Ji bo aştiya civakî û heqîqat derkevin holê em ber bi Newala Qesaba ve di meşin" nivîsandiye.