Banga Yamanê ji Serokkomar û Serokwezîr re
Ji Yamana bedena xwe da ber agir ji Serokwezîr û gelê kurd re bang
Jina bi navê Gunaydin Yaman a li li navçeya Kepezê ya Antalyayê bedena xwe dar ber agir û bi giranî birîndar bû û rewşa wê gelek cidiye di nameya li peyw xwe hişt ji Serokwezîr re wiha bang ki: "Gelê kurd teqez li ber te serê xwe natewîn e. Em serê xwe danî ser vê rê yê. Me soz da û sond xwar." Yaman ji kurdan re jî wiha bang kir: Êdî bes e hijyar bin"
Duh serê sibê jina bi navê Gunaydin Yaman a 22 salî ya ji navçeya Hezo ya Êlihê bi benzînê berdena xwe da ber agir. Yaman di nameya li pey xwe hişt bertek nîşanî Erdogan da û bang li gelê kurd kir. Yaman niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê tê dermankirin û rewşa wê gelek cidî ye. Piştî bûyerê duh polîs hatin cem malbata Yaman û piştî ev name dîtin ji malbatê re gotin "Heke BDP'î hatin ji wan re bêjin pirsgirêkên keça me yên psîkolojîk hebû ji ber wê xwe şewitand"
'Polîsan ji min xwest ku ez bêjin keça min ji ber pirsgirêkên psîkolojîk xwe şewitand'
Dayîka Yaman a hêj talukeya jiyanê derbas nekir, diyar kir ku keça wê ji 15 endamên HPG'ê yên jin ên jiyana xwe ji dest dan bi bandor bû. Bavê Yaman Suleyman Yaman jî diyar kir ku piştî bûyera duh yekîneyên Şaxa TEM'ê yên Midûriyeta Polîsan a Antalyayê li mala wan lêkolîn kirin. Suleyman Yaman, anî ziman ku polîsan nîşeya keça wê li pey xwe hişt û rojaneyên wê lêkolîn kirin û pişt re ji wî re gotin, "Heke BDP'î hatin ji wan re bêjin pirsgirêkên keça me yên psîkolojîk hebû ji ber wê xwe şewitand" û wî jî bûyer wisa da diyarkirin.
Dayika Mehmet Ayik diyar kir ku bûyer çalakî ye
Piştî bûyer hate bîhîstin rêveberên BDP'ê çûn nexweşxaneyê û bi bavê Yaman re hevdîtin kirin. Rêvebera BDP'ê Hulya Ayik, diyar kir ku par kurê wê Mehmet Ayik bedena xwe dar ber agir û jiyana xwe ji dest da. Ayik, diyar kir ku bûyereke wisa ji ber pirsgirêkên psîkolojîk nîn e û wiha got: "Em bûyerê wisa întxar na çalakî dibînin."
Nîşeya Gunaydin Yaman a ji Serokwezîr re nivîsî wisa ye:
"Faşîst Erdogan
Fermana mirina ji zimanê te xelas nabe. Tu dibêjî tu kes te têk nabe. Gelê kurd teqez li ber te bejna xwe natewîn e. Bawer bike êdî derewên te ji me re bê fêdene. Ji xwe dê rojekê dengê te bê birîn. Tu ji xwîn rêjandinê keyfê digirî. Tu qatilî ji vê yekê keyfê digirî. Ji kuştina zarokên biçûk keyfxweş dibi. Bîr tejî bendenên bê can in. Cenazeyên gerîlayên jiyana xwe rastî îşkenceyê tên û çavên wan tên derxistin. Te faşîstiya xwe nîşan da Erdogan. Bi bombekirina çiyayên Kurdistanê û rast rast kesên sivîl hedef tên girtin. Bi çekên kimyevî gerîla tên qetilkirin. Ji zilmê re rawestan nîn e. Tiştên tu dikî me têk nabin. Tu na tu kes me narawestîn e. Dengê me bilind e û tu kes me bêdeng nake. Em serê xwe danî vê rê yê de. Heta daxuyê me sond xwar."
Nîşteya ji Erdogan û gelê kurd re hate nivîsîn jî wisa ye:
"Ey Erdoğan çave xwe veke. Şîyar be ji vê xewa giran. Ma ne bes e te xwar xwîna mêran, xwîna şehîdê li ser çiyan. Xwîna Egîd'an, wxîna zarokan, xwîne dayikan. Bi peran te gelê me xapand. Te rayên wan stend."
"Ey Kurdino, birano şîyar bibin. Êdî bes e. Ji xewa giran ev kas şîrîn buye. Pera Erdoğan bese. Ne firoşin rayên xwe, namusa xwe bi pera. Ew pere xwina şehîdê me ye. Xwîna we ye. Ma hun kor bune? Hun nabînin tiştê ku Erdoğan dike? Ew zalim e. Ji bîr kiriye dîn, îman û Xwedê"
(bd)
