1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. banga yekîtiya neteweyî kirin
banga yekîtiya neteweyî kirin,banga,yekîtiya,neteweyî,kirin

banga yekîtiya neteweyî kirin

Mertalên zindî ji qada 7 sivîlên lê hatin kuştin banga yekîtiya neteweyî kirin

A+ A-

Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê piştî heyeta mertalên zindî ya Hewlerê koma Silêmaniyê jî gihiştin Qendilê. Komên mertalên zindî li qada ku 7 welatiyên sivil lê jiyana xwe ji dest dabûn peyama Yekîtiya Neteweyi dan û gotin "Qendîl rûmeta kurdan e."

Komên mertalên zindî, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji Hewler, Silêmanî, Ranya, Kerkuk û Germiyanê ber bi herêma Qendilê cihê ku 4 jê zarok 7 welatiyên sivîl ên ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin ve meşiyan. Piştî koma Hewlerê, komên Silêmanî, Ranya, Kerkuk û Germiyanê jî li gel hemû astengiyan gihiştin herêma operasyonê Qendîlê.

Komên mertalên zindî helwesta hêzên asayişê şermezar kir

Koma mertalên zindî ku ji 100 kesan pêk tê, piştî gihiştin herêma Qendîlê li ser navê Koma Dayikên Aştiyê Direşhan Îbrahim û Serokê Giştî yê PÇDK'ê Diyar Xerib axaftin kirin. Komên mertalên zindî pişt re derbasî cihê ku 7 sivîl lê hatibûn qetilkirin bûn. Li ser navê koma mertalên zindî Dr. Bekir Mecîd, daxuyanî xwend û hêzên asayişê ku li pêşiya welatiyên dixwazin bên cihê bûyerê û operasyşonan şermezar bikin dibin asteng şermezar kir. Mecîd, anî ziman ku hêzên asayişê naxwazin rastî bê famkirin û ji ber vê yekê dibin asteng. Mecîd, xwest her kes li hemberî vê yekê bi hestyar nêzîk bibe.

Mecîd, anî ziman ku Qendîl rûmeta kurd e û wiha got: "Ev êrîş li çar aliyê Kurdistanê û li hemberi hemû gelê kurd pêk hatiye. Divê hemû gelê kurd vê bûyerê şermezar bikin. Divê hemû gelê kurd li rûmeta xwe û doza xwe xwedî derkevin û di bin Yekîtiya Neteweye dekom bibin. Ji ber ku Qendîlê her tim rûmeta kurdan parastiye em tu carî qendîlê bi tenê nahêlin.

Koma mertalên zindî pişt re Şehîdên Mehmet Karasungur a herêma Qendîlê ziyaret kir û vê carê dîsa ji aliyê hêzên asayişê ve rastî astengiyan hatin. Kom li ser rêya Sengeser ji aliyê hêzên asayişê ve hatin astengkirin. Heyeta mertalên zindî pişt re ber bi Hewlerê ve bi rê ketin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî