1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bangên rêveberiya xweser tên çi wateyê?
Bangên rêveberiya xweser tên çi wateyê?,bangên,rêveberiya,xweser,tên,çi,wateyê

Bangên rêveberiya xweser tên çi wateyê?

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Li gel îlankirina rêveberiyên xweser ên li Bakurê Kurdistanê, nîqaşên rêveberiya cewherî û xweseriyê ketin di rojevê de. Lê hem li gor çavdêriyên ji herêmê, hem jî li gor derdorên cuda tê dîtin ku pirsên rêveberiya xweser tê çi wateyê û daxwazên çewan tên kirin, derketine pêş. Çagil Kasapoglu di nûçeya BBC'yê de amade kir, li bersiva van pirsan geriya.

Kasapoglu di nûçeya xwe ya li gel beşek pisporên siyaseta Kurd ji nêzde ve dişopînin hevdîtin pêk anî de, li ser mijara deklerasyona danasîna rêveberiya xweser a ji 14 xalan pêk tê ku di kongreya awarte ya KCD'ê de hatin rêzkirin û di çarçoveya daxwazên wan ên pir zelal de, bi giştî hemfikirin.

Nuqteyek di deklarasyonê de li ser tê rawestîn, bangên pêkanîna herêmên xweser avakirin birina parlamentoyê û rê li ber nîqaşan veke. Her wiha ji îlankirina rêveberiyek xweser a dawiyê zêdetir, pêşniyareke li ber nîqaşê vekirî mijara gotinê ye.

Piştî kongreyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku deklarasyon ji bo 'rexne û pêşniyaran' vekiriye.

Lê di aliyê hikûmetê de li hemberî kongreya KCD'ê daxuyaniyên tund hatin kirin. Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu got 'Hanî wê bi Tirkiyeyê re biban ye' û xwest ku welatî ji HDP'ê hesabê bixwazin.

Gelo ev daxuyanî, li gor dem û niyetê tê çi wateyê?

'Ne Maksîmalîst e'

Akademîsyen Mesût Yegen ku siyaseta Kurd ji nêz ve dişopîne got, "metna ku cara yekem tiştên pêştir digotin bi şêweyek wiha zelal û rêkûpêk dadine holê' pênaseya ji bo deklarasyonê kir û ji bo daxwazan ev nirxandin kir; "Ev teklîfa dewrek yetkiyê ye. Siyaseta Kurd em di siyaseta xwecihî ya dewleta Tirk de parve bikin. Dibêje em vêna di pîvana wê de bikin. Ev giring e. Ji ber ku teklîfa tê pêşniyarkirin, ne girêdayî cihê lê tê jiyîne, ji bo hemû Tirkiyeyê ye."

Mesûd Yegen wiha got; "Dema em bi meseleyên weke ya Kurd re rû bi rû dibin, yan jî dema em li ser Sûriye û Iraqê binêrin, li gor nêrîna min daxwazên ne maksîmalîst re rû bi rû ne. Ji ber ku KCD hîna jî yekîtiya siyasî ya Tirkiyeyê dipopîne, dixwazin vî karî dinava sînorên Tirkiyeyê de çareser bikin û diyar kir ku wê Kurd jî karê xwe yê rêveberiya xweser paşda gav ne avêjin."

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî diyar kir ku ev deklarasyon nayê wateya ji dewleta Tirk 'cudabûnê' û got, "TBMM hîna ji bo me navenda çareseriyê ye."

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu piştî deklarasyonê bang li HDP'ê kir û got; "Ka hûnê bi Tirkiyeyê re biban yek? ez ji welatiyên xwe re dibêjim hesabê ji van bixwazin" û îşareta wê bingehê nîqaşek din ê siyasî venebe.

Pêşketinên li Rojhilata Navîn 'diyarkerin'

Li aliyek din deklarasyon weke daxuyaniyek ku armanc dike rewşa şer a heyî bidawî bibe derdikeve pêş. Lê pirsên weke ji bo rawestandina şer têra dike yan ne derdixe pêş.

Wê demê ev deklarasyon dikare pêvajoya şer a heye bi dawî bike?

Akademîsyen Vahap Coşkun diyar kir ku sedema pevçûna ji ber direng ketina pêngavên demokratîk in. Coşkun got ku sedem ne daxwazên ji bo rêveberiya xweser in.

(sk)