1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Barzanî azadiya Ocalanî xwest
Barzanî azadiya Ocalanî xwest,barzanî,azadiya,ocalanî,xwest

Barzanî azadiya Ocalanî xwest

A+ A-

Peyama Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî di 13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê de hat xwendin.  Barzanî diyar kir ku divê her çar parçeyên Kurdistanê stretejiya hevpar zelal bikin û got: “Ji bo ku Tirkiye bigihêje serkeftinê divê Birêz Ocalan azad bibe.” Endamê Polîtburoyê yê YNK’ê Mele Bextiyar jî wiha got: “Divê kurd bi stratejiya hevpar tevbigere.

Lijneya Giştî ya KNK’ê li Brukselê didome.  Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan tevli bûn. Nêzî 100 delege û her wiha mîvan tevli bûn.

Destpêkê peyama Mesut Barzanî hat xwendin.  Peyama ku naveroja wê gelek girîng bû, eleqeyek mezin dît û ji aliî nûnerê Barzanî Hêmîn Hewramî ve hat xwendin.

Barzanî di peyama xwe de kesên tevli lijneyê bûn silav kir û got:

DI SEDSALA 21’Ê DE DÊ  HÊVIYÊN KURDA PÊK WERE

“Ez 13’emîn damezrandina KNK’ê pîroz dikim. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Em niha piştî têkoşîneke mezin di demek nû de ne.  Têkoşîna gelê kurd ya rewa ket konaxeke nû. Hêviya me pêşerojeke roniye.

Gelê kurd pêvajoya înkarê li pey xwe hişt.  Sedsala 21’ê dê bibe sedsala kurdan. Di vê pevajoya krîtîk de pêwistî bi xebateke hevpar heye. Ji bo vê jî divê em navên ku xebatên civakî dimeşînin yên rojava re xebatê bimeşînin. Bi taybet jî divê em li Ewropayê dostan qezenc bikin.

Herêma me di nava geşedanên mezin de ye.  Li dora Kurdistanê tirsa kurbûna naqokiyan heye.  Divê em hemû li dijî vê tirsî amade bin.  Rast kurd ji her demê zêdetir bi şansin.  Lê wek her tim li dijî kurdan xetere hene. Ji ber vê jî divê em ji her demê zêdetir bibin yek.

DIVÊ STRATEJIYA ME YA JI ŞÎDETÊ DUR HEBE

Barzanî diyar kir ku divê stratejiyeke ji şîdetê dur ya kurdan hebe û got: “Ya herî girîng  divê em peyama yekitiyê bidin gelê herêmê.  Divê em ji mafê rewa yê gelê xwe dest bernedin. Divê em li Başûrê Kurdistanê kongreyek ava bikin. Divê hemû hêzên Kurdistanê bi vê kongreyê li djî geşdanan têbikoşe.

DIVÊ PEYMANA HEWLÊRÊ BÊ PARASTIN

Barzanî balkişand ser pêvajoya navbera PKK û hikûmeta tirk û got: “Em bo vê pêvajoyê divê bixebitin. Ez bang dikim ku divê ev pêvajo bi aştiyê temam bibe. Ji berk u aştî, diyalog û têkoşînek bê şîdet hêviyên kurd dikare pêk bîne.  Ji ber vê divê Ocalan azad bibe û di makeqanûna tirk de guherîn bêkirin.

Piştî krîza Sûriyeyê  me hewl dan emhêzên Rojavayê Kurdistanê bînin ba hev.  Peymana Hewlêrê qezenceke netewiye.  Divê her kes li gorî peymana Hewlêrê tevbigere û ji hev re alîkar be.  Divê li hemberî hev rêbazên şîdetê bikarneyne.

Em piştgiriyê didin hinek hewldanên hêzên Rojhilatê Kurdistanê jî. Hêviya me ev e ku li vir jî doza kurd pêş bike.

LI SER NAVÊ YNK’Ê MELE BEXTIYAR AXIVÎ

Piştî peyama Barzanî, Polîtburoyê YNK’ê Mele Bextiyar axivî. Bextiyar diyar kir ku tovê aşiyê li Kurdistanê gihiştine ûgot: “Kurd pêvajoyek girîng dijîn. Yekitiya me ji her demê zêdetir girînge. Em kurd divê bi stratejiyek hevpar têbikoşin. Dijminên kurd êdî hêza wan nîne. Ocalan ev 14 sale di zindanan de ye. Divê azadiya Ocalan bê.”


Bêjeyên Miftehî