1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Barzanî digel hemû aliyan dicive
Barzanî digel hemû aliyan dicive,barzanî,digel,hemû,aliyan,dicive

Barzanî digel hemû aliyan dicive

A+ A-

Piştî xwepêşandan û serhildanên gelê kurd li Silêmanî û Helebçeyê, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî ket hewildaneke nû. Barzanî piştî du daxuyaniyên taybet ên ji bo gel, niha jî digel hemû aliyên siyasî dicive.

Piştî daxuyaniya Barzanî ku gazî kir Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal reforman pêk bîne, Serokwezîr Behram Salih daxuyand ku jixwe ew reforman pêk tînin. Daxuyaniya Behram salih ji alî siyasetmedaran ve wekî daxistina asta daxuyaniya Barzanî hat nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistana Federal do bi riya dîwana serokatiyê ragihand ku ew ê digel hemû aliyên siyasî rewşa dawî guftûgo bike.

Serokê dîwanê Fûad Hisên der barê roja civînê de agahî nedan lê da xuyakirin ku amadehiyên bernameyê dest pê kirine.

Li aliyê din Serokomarê Iraqê Celal Talebanî do hate Hewlêrê. Talebanî ji aliyê Serokê Herêmê ve hat pêşwazîkirin. Hatina Talebanî têkildarî vê civînê hat nirxandin.