1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Barzanî ji bo me ne çareserî ye"
"Barzanî ji bo me ne çareserî ye",barzanî,ji,bo,me,ne,çareserî,ye

"Barzanî ji bo me ne çareserî ye"

Demîrtaş: Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêya Barzanî çareser nabe

A+ A-

Enqere - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh di çarçoveya serdanên xwe yên li Enqereyê de bi şandeya BDP-KCD’ê re hevdîtin pêk anî. Di xwarina li Sheraton Otelê hat de Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk amade bûn. Demîrtaş der barê hevdîtinê de agahî da.

Nivîskar Çîgdem Toker di rojnameya Akşamê de agahiyên der barê hevdîtina Barzanî û BDP’ê de nivîsand. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Tokerê re axivî û diyar kir ku Barzanî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê temsîl nake û jixwe tu nêrîn û ramanên wî jî yên bi vî awayî tune ne.

Demîrtaş der barê daxwaza hikûmetê ya ji bo çekdanîna PKK’ê de jî diyar kir ku wana di hevdîtina xwe de behsa vê mijarê nekirine û got; “Li gorî min fam kir, di rojeva hikûmetê de jî tiştek wiha tune ye.” Demîrtaş diyar kir ku wana di hevdîtina xwe de giranî da ser serdana Barzanî ya li Amerîkayê, pirsgirêkên Sûriye û Iraqê.

Demîrtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hin derdor diyar dikin ku dê pirsgirêka Kurd bi rêya Barzanî bê çareserkirin, û anî ziman ku dixwazin nîşan bidin ku dê pirsgirêk bi rêya Barzanî çareser bibe û got; “Ne Barzanî nunertiya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dike û ne jî tu nêrîn û ramanek wî ya bi vî awayî tune ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêya Barzanî û Talabanî çareser nabe.”

Demîrtaş destnîşan kir ku her çendî Barzanî rêberek girîng be jî, lê ne rêberê pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê ye û got; “Ew bi xwe jî dixwaze feydeyek bide hewldanên erênî yên li herêmê û rola xwe bi xwe wiha pênase dike.”

Demîrtaş bersiv da pirsa “Ew rol çi ye” û got ku Barzanî gotiye “Ez dikarim ji bo rêbazên çareseriyeke aşitiyane rol werbigirim.”

ANF NEWS AGENCY