1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî Milyonek Dolar Da Tirkan
Barzanî Milyonek Dolar Da Tirkan,barzanî,milyonek,dolar,da,tirkan

Barzanî Milyonek Dolar Da Tirkan

A+ A-

Li gor nûçeyeka ku îroj di rojnameya tirk Milliyet’ê de derketiye, Partî Demokratî Kurdistan, ji bo alîkariya erdheja Wanê, milyonek dolar daye Heyva Sora Tirk.

Nûçe wiha ye: ”Partî Demokratî Kurdistan ku di bin rêberiya Mesûd Barzanî de ye, ji bo yên di erdhejê de ziyanê dîne, milyonek dolar bexşand Heyva Sora Tirk.

Heyetek ji PDKI yê îroj çû serdana Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê.

Di serdanê de, heyeta Partî Demokratî Kurdistan a Îraqê bi balyoz da zanîn ku ew bi yên di erdhejê de ziyanê dîne re di nav piştgiriyê de ne.

Heyet ji bo nîşana vê piştgiriya xwe jî, milyonek dolar çek da balyoz, da ku bişîne ji Heyva Sor a Tirkiyeyê re. Kurdên Îraqî her wiha dane zanîn ku ew ji her cure alîkariyê re jî amade ne.”