1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî xetên reformê zelal kir
Barzanî xetên reformê zelal kir,barzanî,xetên,reformê,zelal,kir

Barzanî xetên reformê zelal kir

A+ A-

HEWLÊR - Der barê xwepêşandanên roja 17’ê Reşemiyê Başûrê Kurdistanê dest pê kirin û didomin de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî banga reforman kir û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxwiyaniyekê de ji bo guhertin û reformên li Başûrê Kurdistanê 18 xal rêz kir.

Xalên ji bo reform û guhertinên Başûrê Kurdistan ên ku Barzanî ew rêz kirin ev in:

1- Li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdeçûn di pergala civata wezîran de bê kirin û karê guhertina wezaretan bê berfirehkirin.

2-Guhertin, veguhestin, dûrxistin û xanenişînkirina wan fermanberên payebilind ku demeke zêde ye di nav wezaretan de mane.

3-Di damezrandina Civata Xizmetkirinê de lez bê kirin.

4-Çavdêriya Darayî bê çalakkirin û kar bi raporên wê bê kirin.

5-Komisyona Nezahe bê damezrandin û parlamento bi lez biryarê li ser bide.

6-Dozgeriya Giştî bê çalaktirkirin û rolê wê bê çalaktirkirin.

7- Divê hemû rêgez, protokol û projeyên hikûmetê şefaf bin, nabe li ser bingehê partî û xizmayetî, pile û paye ji bo kesekî bên dayîn û nabe ji bo tu kesî bên firotin.

8- Butçe bi awayekî şefaf hatiye amadekirin û ji bo parlamento hatiye şandin, mafê hemû welatiyên Kurdistanê ye ji serfkirina wê agahdar bin.

9-Divê hemû peymanên petrolê bên aşkerekirin.

10- Zeviyên kiştûkalî yên ji bo niştecêhbûnê hatine veqetandin ji niha û şûn de nabe ji bo niştecîhbûnê bên bikaranîn.

11- Divê şîrketên mezin ên Herêma Kurdistanê bibin şîrketên pişkdarî.

12- Parlamento yasayekê derbixe ji bo sektora taybet da ciwanên welatê me heman mafê damezrandina wan a hikûmî hebe.

13- Pêdeçûna ji bo zêrevanên berpirs û kêmkirina wan de bê kirin.

14- Derbarê projeyên ku neqediyane de lêkolîn bê kirin.

15- Divê çavkaniyên darayî yên hemû partî, rojname û kanalên televizyonan bên aşkerekirin.

16- Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir roja hilbijartina parêzgehan destnîşan bike.

17- Soz da bo nehiştina bermayên dû îdareyî yê.

18- Divê berî dawiya salê yek leşker û yek îdareya Kurdistanê hebe.

Li hêla din hat diyarkirin ku muxalîfên Kurdistanê ragihandin wana li dijî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îmze kom kirine.