Barzanî çima tê?
Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê roja Pêncşemê tê Stenbolê
Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê roja Pêncşemê tê Stenbolê. Ji 10’ê Avrêlê û vir ve Alîkarê Serokkomarê Iraqê yê fîrar Tarik Haşimî li Tirkiyeyê ye, Barzanî wê hevdîtinê pêre bike, her wiha hat hînbûn ku Barzanî li ser vexwendina Enqereyê tê.
Du serokên girîng yên Iraqê Barzanî û Haşimî ku demeke bi qeyrana siyasî dihejin wê li Stenbolê hev bibînin. Çav li rê ye ku Barzanî li gel Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Karê Derve Ahmet Davûtoglû re jî hevdîtinê pêk bîne.
Hikumeta Tirkiyeyê ku dixwaza ji qeyrana siyasî ya Iraqê rol bistîne, tê ragihandin ku wê di derbarê ‘konferansekî netewî’ de bi Barzanî û Haşimî re danûstandinekê bikin.
Iraqa ku bi piştî Tarik Haşimî xwe avêtî bextê Başûrê Kurdistanê siyaseta wê awên digire, hikumeta Tirkiyeyê jî dixwaza li dijî bandoriya Tehranê bi Barzanî û Haşimî hevsengiyê bigire.
Hat hînbû ku, Barzanî wê roja Pêncşemê li Stenbolê bi El Haşimî, Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû re hevdîtinan pêkbîne, tê ragihand ku ji ber sedema biryara girtinê ya li ser Tarik Haşimî Enqere dê piştgiriyê bide Barzanî ku konferansa netewî li Hewlêr pêk were.
Haşimî ji bo Konferans li Hewlêr pêkwere xwest Enqere bikeve dewrê, ev daxwaza xwe ragihandi bû Erdogan û Davûtoglû.
Konferansa netewî ku dihat payîn wê di 5’ê Avrêlê li Bexda were pêkanîn, lê ji ber îhtîlafên mezin yên di navbera aliyên siyasî de nehatibû kirin û hatibû taloqkirin.
Li aliyê din jî beriya hefteyekê Serokê Ewlekariya Netewî û weke mirovê herî nêz yê Serokwezîr Nûrî El Malikî tê zanîn Falih Fayyad serdana Tirkiyeyê kiribû.
Li gorî hinek çavkaniyan, sedemê vexwendina Barzanî ya Enqereyê li gel qeyrana Haşimî yek ji mijarên girîng yên rojevê PKK’ye. Ji ber sedema li Başûrê Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) bihêz bûna PKK’ê û her ku diçe ev bêhtir diyar dike, hikumeta AKP’ê bifikar dike ji ber wê sedemê hat diyarkirin ku, dê Enqere bi Barzanî re vê mijarê jî nîqaş bike.
ANF NEWS AGENCY
