1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî îro diçe ser sînor
Barzanî îro diçe ser sînor,barzanî,îro,diçe,ser,sînor

Barzanî îro diçe ser sînor

A+ A-

ANF11:05 / 25 Tebax 2011 HEWLÊR - Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê îro biçe navçeyên Ranya û Pişderê û derbarê rewşa gelê sivîl li ser sînor de agahî werbigire.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Feysel Debax agahî da AKnewsê û diyar kir ku wê Serokê Herêmê Mesûd Barzanî îro biçe serdana navçeya Ranya û Pişderê û derbarê zirarên li xelkê sivîl bûne de agahî bigire.

Her wiha hat zanîn ku wê îro di saet 16.00 ligel serdana Barzanî ya bo Ranyayê xwepêşandaneke ji bo protestokirina êrişên artêşa Tirk bê lidarxistin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî