1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Baweriya Berxbotanê nehat kuştin
Baweriya Berxbotanê nehat kuştin,baweriya,berxbotanê,nehat,kuştin

Baweriya Berxbotanê nehat kuştin

Dîroka wê heta Romaya diçe. Li dijî her zilmê li ber xwe da. Ne serî li hember Osmaniyan, ne jî li hember Baas tewand. Bû hevkarê êşa komkujiya Dêrsimê. Gerîla da Bakur. Teslîmî DAIŞ’ê nebû. Bi 100 YPG û YPJ’yî beşdarî şoreşa Rojava bû

A+ A-

KOBANÊ / ANF - SEDAT SUR Dîroka wê heta Romaya diçe. Li dijî her zilmê li ber xwe da. Ne serî li hember Osmaniyan, ne jî li hember Baas tewand. Bû hevkarê êşa komkujiya Dêrsimê. Gerîla da Bakur. Teslîmî DAIŞ’ê nebû. Bi 100 YPG û YPJ’yî beşdarî şoreşa Rojava bû.

Berxbotana xwedî vê mîrateya dîrokî ye, ciwanên wê li eniyê bûn, di 25’ê Hezîranê de jî pevçûn lê qewimî. Yên karîbûn çekê bigirin, şer kirin. Dibêjin em ne amade bûn û dibêjin ew ti car serî natewînin.

Piştî komkujiya 25’ê Hezîranê em cara yekem diçin gundê Berxwebotan. Di ketina gund de goristan heye. Zarok dilîzin. Jin li hev runiştine, mêr li hev rûniştine. Hewayeke giran heye. Li ser her malê şopên guleyan hene.

Ez malekê nas dikim. Sala bihurî min nas kir. Xwediyê wê Mistefa ye. Berpirsê yekîneya parastina gund bû. Zavayê doçkavan şehîd Xabûr bû. Baçê malê vekirine lê ti tevger tine. Em Behnan dibînin. Behnan jinek ciwan e. Hevalê li gel Behnanê diyar dike ku hevserê wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin. Em ji Behnanê re dibêjin em biçin cem malbatên ku xizmên xwe winda kirine.

EM Ê LI DIJÎ HOVAN LI BER XWE BIDIN

Em diçin malekê. Dayika Ayşe me pêşwazî dike, 70 salî ye. Jin zarok li malê hene. Jin û mêrên ciwan tine. Piranî ya şehîd ketine yan jî beşdarî YPG-YPJ’ê bûne. Dayika Ayşe, dayika şehîd Sadiq e. Bi şoreşa Rojava re du neviyên wê li YPG’ê şehîd dikevin. Dayika Ayşe di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de jî 5 neviyên xwe winda kiriye. Lê dayika Ayeş dibêje tevî her tiştî ew gundê xwe terk nakin.

DAYIKA ŞEHÎD XABÛR

Ez li vir dayika Havva jî nas dikim. Dibêje ez dayika şehîd Xabûr im. Dibêje di komkujiya dawî de zavayê xwe û neviyê xwe winda kiriye.

Ez Mistefa jê dipirsim. Dibêje; bi keça xwe jiyanê re hatiye qetilkirin. Mistefa zavayê dayika Havva ye. keça wê jî bi du guleyan birîndar dibe. Lê neviya wê û zavayê wê tên qetilkirin.

LI XWÎNA JIYANÊ DINÊRE

Mistefa bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê derketibû pêş. Wê rojê xwarinê dibe ji wezîfedarê Asayîşê. Çeka xwe nagire. Di vegerê de DAIŞ Mistefa qetil dike. Keça wî ya 14 salî Jiyanê jî li ber derî qetil dikin. Hevsera wî Îdye jî birîndar dikin.

Em diçin mala wan. Îdye bi awayekî têkçûyî li xwîna keça xwe Jiyanê dinêre. Ez tiştekî jê napirsim. Ew diaxive. Dibêj ez te nas dikim.

Îdye nahêle xwîna li eywanê bê paqijkirin. Îdye girê Şehîd Xabûr ku navê birayê wê lê hatiye kirin, temaşe dike û dibêje ez ê her roj li xwîna Jiyana xwe binêrim.

OSMAN ÇEKA XWE DIGIRE Û ŞER DIKE

Li her derê Berxwebotanê trajediyek heye. Şefîqe Hemo ji bo nimêjê radibe û hevserê xwe Osman jiyar dike. Çete êrîşê gundan dikin. Hemo got: “Min ji hevserê xwe re got were hundir. Lê çeka xwe girt û bi çeteyan re ket pevçûnê. Min zarokên xwe girtin ez ketim hundir. Piştî demekê li hevserê min xistin”

Şefîqe bi du zarokên xwe re rizgar dibe.

Behnan ku alîkarî dida me, xaniyekî din nîşanî me da û got ji vê malbatê Mistefayê 3 salî û xwîşka wî ya pêçekê de maye, dê û bavê wan hatiye qetilkirin. Niha Mistefa û xwişka xwe ligel xizmên xwe ne.

Me zarokek keç ya 15 salî ya navê wê Heyfa Omere nas kir. Xwişkek wê ya 7-8 salî heye. Wan jî dê, bav, xwişk û birayên xwe winda kirine. Kesekî wan tine.

Mihemed Badîna yê hat cem me dibêje: “Birayê min mamoste bû. Birayê min, hevser û kurê wî yê 4 salî qetilkirin. Birayê min astengdar bû. Li ber çavên min qetil kirin.

NE TENÊ OSMAN HEMO

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Berxwebotan dikin, 4 kes li hemberî wan bi çekan berxwe didin. Osman Berkele, Mihemed Ahmed, Kadîr Badinî û Osman Hemo. Osman Hemo şehîd dikeve. Bi taybet berxwedana Kadîr Badinî pêşî li komkujiyek mezin digire.

Kadîr Badînî diyar dike ku li dijî çeteyan berxwedanek mezin dide û guleyên wî kêm dibin . Di vê navberê de DAIŞ berbi mala wî vediçe. Di vê navberê de 4 şervanên YPJ’ê ji rojavayê gund ve dihatin. Badînî got: “Min bang li zarokên xwe kir. Min got YPJ tê. YPJ’ê di pêngava yekem de piranî çete îmha kirin.

CIWANÊN ME LI ENIYÊ BÛN

Em Elî Muhyeddîn yê 80 salî nas dikin. Di komkujiyê de ji malbata wî 5 kes hatine qetikirin. Muhyeddîn diyar kir ku vê carê bê amadekarî bûn û got kesek tinebû, ciwan hemû çûne eniyê, tiştên ji destê me hat me kir.

ZILM Û BERXWEDAN BI QASÎ DÎROKÊ KEVNE

Muhyeddîn diyar dike ku dîroka Berxbotanê gelek kevne û digihêje beriya Romayê û got ji Romanayan niha gelek tişt li gund mane Muhyeddîn got: “Her demê zilm dîtiye. Osmaniyan zilm kir, Baasê zilm kir. Lê me li dijî yekî jî serî netewand. Me li dijî DAIŞ’ê jî serî netewand. Em ê netewînin.”

DI YPG-YPJ’Ê 27 ŞEHÎD

Her wiha ji salên 90’î heta niha gelek ciwanên Berxbotanê beşdarî refên PKK’ê bûne. Yek ji van jî kurê Elî Muhyeddîne. Piştî şoreşê 27 ciwanên Berxbotanê li refên YPG-YPJ’ê şehîd dikevin.

Piştevaniya Berxbotanê yabi Bakurê Kurdistanê re gelek kevne.Berxbotaniya êşa Dêrsimiyan ji kûrahî jiyane. Kesên pêşeng ên Kobanê wê demê bi hevkariya Osman Sebrî nameyekê dişînin ji Seyîd Riza re û desteka xwe tînin ziman.

Muhyeddîn diyar dike ku komkujiya di 25’ê Hezîranê de li wan hatiye kirin, ji ya Dêrsimê ne cudatir bû.

Muhyeddin di dawiya axaftina xwe de dibêje: “Kurdno! ji Qamişlo heya Efrinê, rabin gişt dest bidin hev bikin tekoşinê!”