1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Baydar: Rêbazên hêzên dewletê û çeteyên DAIŞ'ê wek hev in
Baydar: Rêbazên hêzên dewletê û çeteyên DAIŞ'ê wek hev in,baydar,rêbazên,hêzên,dewletê,û,çeteyên,daiş,ê,wek,hev,in

Baydar: Rêbazên hêzên dewletê û çeteyên DAIŞ'ê wek hev in

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Nivîskar Oya Baydar got "Her cûre şer di bingeha xwe de nêr e" û diyar kir ku şer hilberîna desthilatdariya zilam e û desthilatdariya zilma di demên şer de li ser jinê zêde dibe. Baydar nêzîkahiya xwe ya li hemberî gerîlaya HPG'ê Kevser Elturk a li Gimgimê jiyana xwe ji dest da jî wiha anî ziman: "Dirûvtiya rêbaza tîmên taybet û hêzên dewletê yên di sedsala 21'emî de û DAIŞ'ên serdema navînde weke hev nîşaneya asata dewleta me radixe berçavan."

Hikûmeta AKP'ê ya demî bi konsepta şer a li Kurdistanê xistiye dewreyê ji pêkanînê salên 90'î wêdetir nasnameya jinê û bedena jinê hedef digire û êrîşan dike. Herî dawî li hemberî cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku li navçeya Gimgimê ya Mûşê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê xirabtir leşkeran îşkence lê kir û pişt re cenaze tazî kirin û teşhîr kirin. Di şexsê Kevser Elturk de şerê "hov" ê ku li ser bedana jinê pêk tê di civak kurd de bû sedema înfîalê û ji gelek derdorên civakê li hemberî vê yekê bertek pêk tên.

'Tolê li ser jinê digirin'

Nivîskar Oya Baydar got "Her cûre şer di bingeha xwe de nêr e" û diyar kir ku şer hilberîna desthilatdariya zilam e û desthilatdariya zilma di demên şer de li ser jinê zêde dibe. Baydar diyar kir ku pevçûn herî zêde jin û zarokan bi bandor dike û bi şerê xistin dewreyê dixwazin jiyana jinên zarok, hevser, mal û mulkê xwe winda dikin hişk bikin û wiha got: "Tolê li ser jinê digirin. Serkeftinê pê li jinan dikin pîroz dikin."

'Jina şer dike ji bo bibe îbret biçûk dikin....'

Baydar cenazeyê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li kolanan bi awayekî tazî teşhîrkirin û wêneyên wê ji medyaya civakî re hatin serwêskirin jî wiha nirxan: "Bûyera pêk hatî li vî welatî di demên dawî de em hemû ji fedî bikin bûyerekî hov e. Yên ev hovîtî pêk anîn peyama dixwazin bidin li holê ye. Jinên kurd bi taybet jinên ji bo mafên xwe serî hildan û jinên şer dikin ji bo ji hin kesên din re bibe îbret biçûk xistin. Lê li gorî min a herî wehîm tiştekî din a bi xof heye. Yên ev kirin rayedarên dewletê ne. Aqilê û hişmendiya dewletê temsîl dikin. Ev hişmendiya faşîst, nîjadperest û nêr mixabin di civakê de belav dibe. Li hemberî tabloyekî wisa yên dibêjin 'Oxweş kêm jî kirin' hebin em hemû di talukeyê de ne."

'Weke hişmendiya DAIŞ'ê ye'

Baydar pêkanîn wisa hov desthilatdariya nêz ji xwe re weke çek bikartîne û hişmendiya nêz bi taybet di serdemên şer de hêj zêde hov dibe. Baydar anî ziman ku şîdeta dewletê li ser têgeha "welat" rewa dikin û şîdeta li ser jinêpêk tê bi vê hesasiyetê pêk tê û weke amûrê civakê bitepisînin dikin. Baydar da zanîn ku hişmendiya DAIŞ'ê û hişmendiya kesên van pêkanînan dikin wekhev in û wiha axivî: "Nêrîna li hemberî jinê, hovîtiya zilaman di asta me fêm nekin e....Hêzên dewletê û tîmên taybet ên di sedsala 21'emîn de bi rêbazên DAIŞ'ên serdema navîn tevgerîn asta dewleta me nîşan dide."

'Şer mirovan xirab dike'

Baydar bilêv kir ku heke şer berdewam bike tenê li ser jinan na dê li ser hemû mirovan bandorekî neyînî bike û wiha pê de çû: "Şer li aliyekî mirovan ditepisîne û li aliyekî jî wan xirab dike. Di şer de tu kes baş û paqij namîne. Bandora li ser rih û bendenê jinê dimîne ji pêşerojê re dimîne. Texrîbata şer li ser nifşan berdewam dike. Dewlet û desthilatdarî di bingeha xwe de nêz û zilam e. Ji ber vê yekê di rewşên şer de şîdet nayê astengkirin."

'Ev jehr jehra şer e'

Baydar balkişand ser hîsên tolhilgirtin û kînê yên di pêvajoyên şer de li ser zivakê bi bandor dibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ya herî taluke hîsên kîn û tolhilgirtinê ye. Şîdeta nêr ruhê jinan jî teslîm digire. Jinên di civaka ji hovîtiya li hemberî keça me ya kurd Kevserê pêk hatî dibêjin "heq kirin" û "kêm jî kirin" tê wateye jehrî û nexweş bûye.Ev jehr jehra şer e."

'Pêvajoyekî rêbazên şer neyên bikaranîn e'

Endama Platfroma Jinan a Enqere Hatîce Erbay jî diyar kir ku polîtîkayên şer û komkujiyê yên li hemberî gelê kurd ji aliyê ekîbekê ve piştî hikûmet nehat avakirin bi darbeyekê bi lezgînî xistin dewreyê. Erbay anî ziman ku ew li hemberî dîktayekî planên xwe li ser şer çêdikin û polîtîkayên xwe wisa pêk tînin in û di pêvajoyên wisa de rêgezên şer jî nayên bikaranîn.

'Şer bedena jinan hedef digire'

Erbay da zanîn ku şer yekemîn êrîşê li jin û bedena jinê dike û wiha got: "Şer çawa bi hişmendiya axekê û qadekê dagir bike û yê li hemberî xwe tune bike pêk wisa jî li hemberî jinê û bedena jinê nêz dibe. Jin rastî mirin, tacîz, tecawizan tên û di rewşên şer de ev yekê nayê astengkirin."

'Yên li hemberî Kevserê pêk hatin li hemberî bedena jinê gef in'

Erbay bilêv kir ku tiştên li hemberî Kevser Elturk pêk hatin tên wateya li hemberî bedean hemû jinan gefekî mezin e û wiha pê de çû: "Şîdeta zayendî dema şer bi hêz bû dê bi hêz bibe. Hişmendiya şer dê hemû rêbazên şîdetê mezin bike û hewil bide van rewa bike. Ji ber vê yekê em jin aştiyê dixwazin. Ji bo ev neyên jiyîn divê em dengê xwe bilind bikin. Jin şer naxwazin. Aştiyê dixwazin. Hewcehiya me bi aştiyê heye."

(bd)