1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Baydemîr: Azadiya Ocalan azadiya gelan e
Baydemîr: Azadiya Ocalan azadiya gelan e,baydemîr,azadiya,ocalan,azadiya,gelan,e

Baydemîr: Azadiya Ocalan azadiya gelan e

A+ A-

AMED - Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr derket pêşmerî milyonek kes û newroz pîrozkir. Şaredar Baydemîr, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan azad bibe wê gelê Kurd, Ereb, Tirk û Tars jî azad bibe.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, piştî axaftina Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk derket ser dikê û Newroza milyonek kes pîroz kir. Baydemîr, diyar kir ku Newroz bîranîna Seyît Riza, Mazlûm Dogan, Ronahî, Orhan Dogan, Vedat Aydin e û wiha got: "Em di rêya wan de demeşin. Newroz çaresî ye. Çareseriya Xweseriya Demokratîke. Em wê bi reng, ziman, nasmame û alên xwe bijîn. Gelê Kurd Oclan wekî vîna xwe qebûl dike. Azadiya Rêberê Gelê Kurd û kurdan bi hev girêdayî ye. Niha vîna gelê kurd di di zindana Îmraliyê de ye. Ger ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê gelê Kurd jî azad bibe. Ger ku gelê Kurd azad bibe wê Ereb, Fars û Tirk jî azad bibe."