1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Baydemîr bersiva spekulasyonan da!
Baydemîr bersiva spekulasyonan da!,baydemîr,bersiva,spekulasyonan,da

Baydemîr bersiva spekulasyonan da!

A+ A-

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bersiva spekulasyonên derbarê guherandina cîgirê Şardarê Bajarê Mezin ê Amedê de da. Baydemîr guherandinê mîna ”hewldana bihêzkirina pozîsyona temsîla jinê” binav kir.

Baydemîr vê daxuyaniyê di vekirina pirtûkxaneya Meclîsa Ciwanan a Gundê Elwendiyê yê Navçeya Çinarê de da. Di dema vê daxuyaniyê de Cîgirê berê Metîn Kilavuz, cîgira nû Hafîze Îpek û jinên gund amade bûn. Baydemîr diyar kir ku, di van rojan de derbarê guherandina cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê de nîqaş û spekulasyon tên kirin. Baydemîr got: ”Em li gundê Elwerdiyê, xala dawîn deynin ber van nîqaşên ku bi rengekî şaş têne kirin: Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Partiya Aştî û Demokrasiyê û doza mafdar a vî gelî, hêza xwe bi tenê ji gel digire. Em hêza xwe ji gelê xwe distînin.”

Baydemîr da zanîn ku Partiya Aştî û Demokrasiyê, hewldan û pêşengiya xwe ya jiholêrakirina her cure cudakeriya li dijî jinê, didomîne û wiha berdewam kir: ”Li ser vê bingehê jî, ji bo bihêzkirina pozîsyona temsîla jinê guherandin têne kirin û li gor vê jî li hemû şaredariyan, eger şaredar jin be, cîgir divê mêr be û şaredar mêr be divê cîgir jin be. Me jî li ser vê biryarê û bi hev re ev guherandin pêk anî.”

Baydemîr diyar kir ku, cîgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jinek bike ev hêja ye ku bibe nûçe û di heman demê de kiryarên bi vî rengî yên li Êlih û Wanê jî hêja ne ku bibin nûçe, lê di raya giştî de ev yek ji rastiyên xwe dûr têne nîşandan.

Baydemîr spasiya cîgirê xwe yê berê kir û got: Em ê meş û têkoşîna xwe ya bi hev re bidomînin. Ez ji cîgira xwe ya nû re jî ji dil serkeftinê dixwazim û em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Baydemîr got: Bi hêz û desteka ku em ji gel digirin em mahcup nebûn û em ê şahî û şanaziya vê timî bijîn.

Çavkanî: http://www.diyarbakir.bel.tr/NewsDetail.aspx?ID=4347&natid=0 Werger: Amîda Kurd