1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir
Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir,bayik,bang,li,gelên,amed,mêrdîn,û,rihayê,kir

Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir û xwest tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin. Bayik destnîşan kir, ku wê bi hêzên demokrasiyê re serketineke mezintir were bidestxistin

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=uSq8gYwuOQg

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir û xwest tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin. Bayik destnîşan kir, ku wê bi hêzên demokrasiyê re serketineke mezintir were bidestxistin.

Bayik ev bang li gelên Amed, Mêrdîn û Rihayê kir:

"Gelê me yê welatparêz ê têkoşer ê Amed, Mêrdîn, Rihayê. Ez we hemûyan silav dikim, hurmetên xwe diyar dikim. Tê zanîn ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê zêde wext nemaye. Ji ber vê yekê di vê wexta mayî de divê hemû welatparêz, mirovên demokrat, lîberal, sosyalîst û têkoşer dilê xwe, meşiyên xwe rakin ser piyan û ji bo hilbijartinê kar bikin. Bi vî rengî karibin di 1'e Mijdarê de encameke mezin werbigirin. Ku hûn bikaribin derseke baş bidin dewleta dagiker, Erdogan, AKP'ê. Ji ber ku ya ji gelê me tê xwestin ev e. Ya hêjayî gelê me, ya rast jî ev e.

Gelê me her roj, saet bi saet dibîne û dijî ku dewleta dagirker, Erdogan, AKP îro li Amed, Mêrdîn û Rihayê kîjan siyasetê dimeşîne. Li van deran gelek girtinan dikin, gelek kuştinan dikin. Xaniyan, malan dişewitînin xera dikin. Dixwazin jiyanê li gelê me biherimînin, bikin jehr. Dixwazin bi hovîtî, bi girtin û kuştinê re ya gelê me teslîm bigirin yan jî berê wan bide koçberiyê û Kurdistanê vala bikin. Û bi vî rengî nehêlin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de HDP qezenç bike. Hemû armanca wan ew e ku nehêlin HDP bikeve parlamentê.

Dixwazin derbeke mezin li gelê me, li tevahiya gelên Tirkiyeyê, li hemû çand û olan bidin. Ji ber ku di 7'ê Hezîranê de HDP'ê serketineke mezin afirand. Bi vê serketinê re netewe dewletê îflas kir, siyaseta wê ya înkar û tinekirinê îflas kir. Ji ber vê yekê bingeha neteweya demokratîk li Tirkiyeyê bi pêş ket. Zemîna komara demokratîk afirî. Zemîna xweseriya demokratîk û azadiya Serok Apo derket holê. Tirkiye gihaşt qonaxeke nû. Ji netewe dewletê derket, ber bi neteweya demokratîk ve gav avêt. Dîtin ku dema ew gav bi pêş bikeve wê komareke nû li Tirkiyeyê biafire, wê guhertineke mezin pêk were. Netewe dewlet, yê ku armanca xwe sûltanî be wê derbeke mezin bixe.

Ji ber vê yekê heman piştî 7'ê Hezîranê MHP, AKP bi alîkariya hêzên netewe dewlet dixwazin re, Erdogan darbeyeke sivîl li ser parlamentê, li ser HDP'ê, li ser hêzên demokrasiyê, li ser hilbijartinê û vîna gel, pêk anî. Ji ber ku ji desthilatdariyê ketibû. Ji bo careke din dest ji desthilatdariyê bernede şerekî gemarî da destpêkirin. Bi vî şerî re xwest li ser desthilatdariyê bimîne. Ji bo Erdogan bibe sûltan. Ji bo li Tirkiyeyê komareke demokratîk, neteweyeke demokratîk bi pêş nekeve, pirsgirêka Kurd bi rêya xweseriya demokratîk çareser nebe, azadiya Serok Apo pêk neyê, ew darbe pêk anîn, ew şer dan destpêkirin. Hemû parlament, vîna gel, hilbijartin wer dan diyarkirin ku çênebûye. Tine kirin.

Lewma êrîşî HDP'ê kirin. Êrîşî gelê Kurd û HDP'ê kirin, di şexê gelê Kurd û HDP'ê de êrîşî tevahiya gel, çand û olên li Tirkiyeyê kirin. Xwestin vînê bişikînin, teslîm werbigirin. Bi girtinan re xwestin hundirê HDP'ê vala bikin ku kes nikaribin ji bo hilbijartinê kar bikin. Gelek Hevşaredar, endamên Meclîsên Şaredariyan girtin, ji wezîfeyê avêtin, ew xistin zîndanan. Her roj bi dehan mirovan digirin. Dixwazin gel bitirsînin ku kes ji bo hilbijartinan kar neke. Yê ku kar dike jî têxe zîndanan ku nikaribe kar bike. Bi vî rengî dixwazin hilbijartinan qezenç bikin. Dîtin ku ev têrê nake, li hemû cihan êrîşî gel kirin û li nava kolanan mirovan dikujin. Jinan, zarokan, kalan her kesî dikujin. Xaniyan xera dikin, dişewitînin. Bi vê yekê re dixwaze vîn û berxwedana gelê me, berxwedana demokrasiyê bişikîne. Ya koçberî yan jî teslîmgirtinê dixwaze pêk bîne. Û bi vî rengî dixwaze encamekê werbigire.

Vana hemû bêsînor bi kar tînin. Dîsa jî nikarin pêşî li berxwedan, pêşî li vîna gel, pêşî li berxwedana demokratîk û xweseriya demokratîk bigirin. Ji ber vê yekê biryar dan ku êrîşî goristanan bikin. Niha li hemû cihan bi balafirên şer bombeyan li ser goristanan dibarînin. Bombekirina goristanan tê wateya ji holê rakirina dîrok, çand û nirxên gelê Kurd e. Tê wateya ji holê rakirina her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ye. Eger yek êrîşî goristanan, êrîşî şehîdan bike, divê mirov zanibe ku ew dixwaze hemû zindiyan ji holê rake. Gelê Kurd xwedî şeref, vîn, nasname û nirxan e. Ti carî vê qebûl nake. Ne tenê Kurd, yê ku mirov be, yê ku xwedî wijdan be, yê ku demokrat be, lîberal be, yê ku li dijî dîktatorî û faşîzmê be wê li cem gelê Kurd, li dijî vê zilm û hovîtiyê bisekine. Vêya qebûl nake. Wê vêya bike sedem ku di hilbijartinê de HDP û hemû hêzên di bin sîwanê HDP'ê de tevlî hilbijartinê bûne, di asteke bilind û mezin de qezenç bikin. Ji 7'ê Hezîranê mezintir encamê werbigirin, ku derseke mezin bidin dagirkeriyê, AKP, Erdogan û MHP'ê. Û bi vî rengî nikaribin careke din darbeyan li hemberî HDP, parlamenê û vîna gel, pêk bînin. Ku nikaribin şer, hovîtiyê, dîktatoriyê bimeşînin. Derseke mezin bê dayîn, ku ev yek bibe sedema pêkhatina xweseriya demokrat, neteweya demokratîk, komara demokratîk û azadiya Serok Apo.

Baweriya min ew e ku gelê me yê li Amed, Mêrdîn û Rihayê wê di vê hilbijartinê de, ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêhtir kar bike û encameke mezintir bi dest bixe. Hemû wê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP'ê. Ji bo hîle nebin wê xwedî li sindoqan derkevin. Wê li dijî hemû zextan bisekine. Yên koçber bûne wê di roja hlibijartinê de bên dengên xwe bi kar bînin. Dengek dengek e. Lazim e kes nebêje, bi dengê min re ti encam bi dest nakeve. Bizanibe ku dengê wan wê qedera Tirkiyeyê û gelê Kurd diyar bike. Ji ber ku ev hilbijartin ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê girîngtir bûye. Ev hilbijartin wê berê Tirkiyeyê diyar bike. Wê ber bi şerekî mezin ve biçe? Ber bi dîktatorî, sûltaniyê ve biçe? Yan jî wê ber bi demokrasiyê ve biçe, pirsgirêka Kurd bi muzakereyê çareser bibe? Wê hilbijartin vê diyar bike. Çawa ku di 7'ê Hezîranê de gelê Kurd, gelên li Tirkiyeyê, yên ku demokrasî û azadiyê dixwazin derbeke mezin li Erdogan, AKP û dagirkeriyê xist, pêşiya demokrasiyê vekir, ji ber vê yekê Erdogan nikarîbû hezm bike û mudaxle kir, şer da destpêkirin, hêzên demokrasiyê jî wê di bin sîwanê HDP'ê de şerê demokrasiyê, berxwedana demokrasiyê mezintir bikin. Di sindoqan de jî wê vê bidin diyarkirin. Wê serketineke mezin bi dest bixin. Ya ku tê xwestin, ev e.

Baweriya min ew e ku hemû gelê me yê li herêma Riha, Mêrdîn û Amedê wê destaneke nû binivîsînin, wê şeqameke mezin li dagirkeriyê, Erdogan û AKP'ê bixin. Wê li van herêman, hejmara ku hatiye bidestxistin, mezintir bikin. Wê nehêlin ku AKP encama berê jî bi dest bixe. Wê bike ku AKP ji berê xirabtir encamekê bi dest bixe.

Ji ber vê yekê ez ji hemûyan re dibêjim; biçin ser karê xwe, ew karê pîroz. Biçin ser sindoqan, dengên xwe bidin HDP'ê û ji her alî ve sindoqan biparêzin. Nehêlin ku lîstik çêbibin, ku gelê me, gelên Tirkiyeyê yên demokrasîxwaz mezintir qezenç bikin. Li ser van esasan ez careke din silav dikim, hurmetên xwe ji bo we diyar dikim. Ji bo we serketinê dixwazim."