1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik: Divê hemû parçeyên Kurdistanê serî hildin
Bayik: Divê hemû parçeyên Kurdistanê serî hildin,bayik,divê,hemû,parçeyên,kurdistanê,serî,hildin

Bayik: Divê hemû parçeyên Kurdistanê serî hildin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji hole rake û destnîşan kir, ku mafê Kurdan e ji bo parastina xwe û xaka xwe, her tiştî bike

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û mijarên di rojevê de nirxand. Bayik got, "Tirkiye konseptekê bi cih tîne. Ev yek, konsepta dijberiya Kurd, dijderiya PKK'ê ye. Li Bakur şerekî bêsînor tê meşandin. Di dîroka Tirkiyeyê de ti carî li hemberî Kurdan şerekî bi vî rengî nehatiye meşandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser êrîşên li her çar aliyên Kurdistanê li hemberî Kurdan tê kirin û got, "Tirkiye çi dike bila bike, wê nikaribe pêşî li Tevgera Kurd bigire, nikaribe tesfiye bike. Kî bixwaze tesfiye bike, ew ê bi xwe tesfiye bibe. Yên ku beriya niha xwestin tesfiye bikin ketin çi halî, wê Erdogan û Davûtoglû jî bikevin nava heman rewşê. Wê rewşa wan ji yên beriya xwe nebaştir bibe."

Bayik di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qewimînên li herêmê û got, "Eger hinek li Bakur û Rojava dijminatiyê dike, li Başûr nabe dost. Divê were zanîn ku ev yek taktîk e. Dixwaze yekîtiya Kurdan parçe biek. Dixwze Kurdan li hemberî Kurdan bide şerkirin."

"Pêwîste gelê me yê li Başûrê Kurdistanê li hemberî bicihbûna leşkerên Tirk derkeve. Ne tenê ji aliyê propagandayê ve, girîng e li her derê li dij derkeve û ev yek mafê wan e. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dixwaze destketiyên Başûr ji holê rake.

"Kurd niha li hemberî dewleta Tirk çi bike mafên xwe ye û rewa ye. Ji ber ku vana dixwazin Kurdan ji holê rakin. Mafê Kurdan e ku ji bo parastina xwe û xaka xwe tiştekî bike."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, li ser mijarên di rojevê de ev nirxandin kir:

PERWERDEYA LEŞKERÎ MASKEYA RASTIYAN E

"Tirkiye ti carî leşkerên xwe ji Başûr, ji Mûsilê venekişandiye. Ev xapandin e, derew e. Ji ber ku li hemberî Tirkiyeyê hin nerazîbûn derketin holê. Ji bo van nerazîbûnan nerm bike, taktîkê dimeşînin. Niha beşek ji vê hêzê vedikişîne û li hin cihên din belav dike. Li her devera Başûrê Kurdistanê niha leşkerên Tirk hene. Tirk li gelek cihan bi cih bûne. Tank, top û îstîxbarata xwe bi cih kirine. Berê li hin navçeyên Başûr leşkerên Tirk hebûn. Li navçeyên weke Bamernê, Şeledizê, Kanîmasî, Batûfa hêzên wan hebû. Niha ew hêz bi temamî, hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê çekan ve bi yên nû hatin guhertin. Yanî hîn çekên xurtir û leşkerên nû anîn. Ji bilî vê, bi hezaran elşkerên Tirk hatin. Tank û topên xwe anîn. Maşînên zirxî anîn. Bi tenê li herêma Başîka li 3 cihan 1300-1500 leşker bi cih bikin. 23 tank bi cih kirin. 40 maşînên zirxî yên mirovan pê dibin anîn. 15 maşînên zirxî yên jê re dibêjin akrep, 10 panzer, bi dehan topên obusê anîn li herêma Başîka bi cih kirin. Ji bilî vê li geliyê Alîbekê bi qasî 200 leşker bi cih kirin. Wekî din li Altin Kopru 26 wesayîtên Tirk hene. Leşker birin li wê derê bi cih kirin. Îstîxbarata Tirk jî li herêmê, li bajaran, bi wesayîtên ji plaqeya Hewlêrê yên camên wan tarî, digerin. Yanî Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Dagirkeriya xwe li Başûr belav kirine. Dixwzin di ser Mûsilê re hegemonayayê bi pêş ve bibin. Yanî hatine leşkerên Tirk ji bo perwerdekirina hin leşkeran nîne. Ji bo perwerdekirina pêşmerge û milîsan nîne. Ev maske ye. Di binê vê maskeyê de gelek tiştan vedişêrin. Bi vî rengî dixwazin armanca xwe binixumîne.

HEDEF NE TENÊ PKK YE

Gelek armancên hatina dewleta Tirk li Başûr hene. Hedefên wan ne tenê PKK ye. Ev yek ji hedefan e. Bi awayekî giştî dixwaze Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe. Hedefa wan tevahiya destketiyên gelê me ye. Yanî avakirina hegemonya xwe li ser Mûsilê yek ji armancên wan e. Tesfiyekirina hêzên azadiyê li Şengalê yek ji hedefên wan e. Dixwazin hêzên HPG, YJA Starê ji wir derxînin. Vê yekê jî dixwaze di bin navê alîkariya ji bo Tirkmenên li Tel Aferê bike. Li Mûsilê ji Erebên Sûnî û Tirkmenan dixwaze ji bo xwe hêzekê ava bikin. Ji bo xwe dixwaze DAIŞ'eke nû ava bike. Tê zanîn; vana bêyî şer bike Mûsil teslîmî DAIŞ'ê kirin. Niha jî têkiliyên wan ên bi DAIŞ'ê re derketiye holê. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Gelekî tengav bûne. Ji bo veşartina van têkiliyan, ji bo her kes têkiliyên wan ên bi DAIŞ'ê re ji bîr bikin, dixwazin li Mûsilê şovekê bikin. Çawa ku Mûsil bêyî şer radestî DAIŞ'ê kirin, vê carê jî dixwaze hêzeke mîna DAIŞ'ê ava bike û Mûsilê teslîmî wan bike. Ev hêz bi PDK û Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Û dixwazin DAIŞ'ê tevlî vê hêza nû ava bike. Dixwazin taktîkeke wiha bimeşînin. Wê ji cîhanê re jî bêjin; me DAIŞ ji Mûsilê derxist, me Mûsil azad kir. Dixwazin cîhanê bixapînin. Di nava hedefên wan de Rojava jî heye. Dixwazin şoreşa Rojava jî tesfiye bikin. Erdogan bi awayekî vekirî got; 'Me li Başûr şaşîtî kir, em ê vê şaşîtiya xwe li Rojava dubare nekin. Em ê pêşî li vê bigirin.' Wateyeke vê heye. Dibêje, Yekî ku dibêje me li Başûr şaşîtî kir, dema firsendekê bibîne wê vê şaşîtiya xwe biguherîne. Yanî destketiyên li Başûr ji holê radikin. Rastî ev e. Ev konseptek e. Niha Tirkiye vê konseptê bi pêş ve dib. û ev konsep konsepta dijberiya PKK'ê, dijberiya Kurd e.

DI DÎROKÊ DE LI HEMBERÎ KURDAN ŞEREKÎ BI VÎ RENGÎ NEHAT MEŞANDIN

Li Bakur şerekî bê sînor tê meşandin. Di dîroka Tirkiyeyê de ti carî li hemberî Kurdan şerekî wiha nehatiye meşandin. Davûtoglû dibêje; 'Li dijî terorê di nava 30 salan de şerekî bi vî rengî nehatiye meşandin'. Rast dibêje. Ji ber ku ne di dema 12'ê Îlonê de ne, ne di dema Çîller de, bajar bi vî rengî bi tank û topan nehatin xerakirin, bajar nehatin valakirin, li naverastê bi vî rengî mirov nehatin kuştin. Niha vê dikin. Divê gel vê rastiyê bibîne. Yanî dixwaz li her cihî, Tevgera Azadiyê ya Kurd dorpêç bike. Dixwaze li her derê derbê li Tevgera Azadiyê ya Kurd bixin. Ji ber ku Kurd li pêşiya wan asteng e. Bi rakirina vê astengiyê re wê ji qelsî û pirsgirêkên xwe rizgar bibin, bi vî rengî ber bi desthliatdariyan ve bimeşin; li Rojhilata Navîn armancên xwe bi cih bîne. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de hatin ser desthilatdariyê, lê hînê ne desthilatdar in. Ji bo bibin desthilatdar vê dikin. Gelekî qels in, tengav bûne. Pirsgirêkên AKP'ê û Tirkiyeyê gelek in. Dixwaze bi şer re van pirsgirêkan çareser bike. Lewma li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û cihên din, li Iraq û Sûriyeyê şer dike ku bigihêje armancên xwe. Tirkiye ne tenê li Başûr, li Sûriye û Iraqê jî armancên xwe hene. Planên xwe yên ku dixwest bi şerê li Kobanê re bimeşîne, winda kirin. Siyaseta wan pûç bû. Ji bo ji nû ve vê siyasetê bimeşîne li herêma Cerablûsê hin gav avêt. Berevajî îdîayên tên kirin li Cerablûsê Tirkmen nîne. Kî heye? MHP heye, Alperen Ocaklari hene, hin kes ji derve anîne, leşkerên Tirk hene, bi van re dixwazin Cerablûsê di nava lepên xwe de bihêlin. Bi vî rengî dixwazin pêşî li yekbûna Kobanê û Efrînê bigirin û pêşî li mafên Kurdan bigirin. Bi vî rengî dixwazin bi DAIŞ'ê re dixwaze koalîsyona heyî xera bikin. Dixwaze di navbera Rûsya û NATO de nakokiyan biafirîne. Xwestin NATO'yê bikişîne aliyê xwe. Xwest ji NATO'yê alîkariyê werbigire û bi vê alîkariyê re li dijî PKK, Rojava û Kurdan şer bikin.

BALAFIR BI ZANEBÛN XISTIN

Ketina Rûsyayê nava şerê Sûrieyyê, plana Tirkiyeyê ya li ser Cerablûsê xera kir. Derb li planên wan û li Eniya Sûnî hat xistin. Eniya Sûnî qels bû, Tirkiye qels bû. Erdogan û Tirkiyeyê çi kir? Balafira Rûsya xist, bi zanebûn ev balafir xist. Xwest pêşî li êrîşên Rûsyayê bigire. Ji bo li Cerablûs û Sûriyeyê qels nebe. Dûre li Riyadê civînek lidar xistin. Erdogan û Barzanî çûn aliyê Riyad, Qatarê, civîn pêk anîn. Dûre Tirkiyeyê leşker şand. Li Başîka û Kurdistanê bi cih bû. Barzanî, Tirkiye ev hemû pêngava Eniya Sûnî ye. Pêngava Tirkiyeyê ye. Xwestin qelsiya xwe ji holê rakin. Ji bo careke din karibin li Iraq û Sûriyeyê siyasetê bikin. Ji ber vê yekê bû. Dibe ku Tirkiyeyê hinek encam wergirt, lê belê li Iraq û Sûriyeyê encam wernegirt. Ji bo ji van deran jî encamê werbigire, gelekî israr dike. Erdogan û Tirkiye dibêje; me her tişt bi şer qezenc kir, em ê bi şer qezenc bikin. Dibînin li Rojhilata Navîn her kes di nava hemleyekê de ne, bi hemleyê qezenc dikin. Ew jî dixwazin bi hemleyê qezenc bikin. Dixwazin bi hemleya şer re qezenc bikin. Tirkiye ne tenê li Başûr û Mûsilê li pey hemleyê ye. Dixwaze di ser Cerablûsê re jî hemleyê bike. Bi vî rengî dixwaze hem li Sûriye, hem jî li Iraqê giraniya xwe nîşan bide û cihê xwe di nava siyaseta herêmê de bigire. Eger nikaribe vê bike, hesab dike ku li derveyî siyasetê bimîne. Bi van hemleyan re dixwaze cih li tevgera Kurd tengav bike û pêşî lê bigire. Dixwaze biryara tesfiyekirinê bimeşîne. Ji bo vê jî li her parçeyî şerkirin esas girtiye. Şerê esasî jî dixwaze li Bakur bimeşîne. Divê gelê me vê bibîne.

KÎ BIXWAZE TESFIYE BIKE, EW Ê BI XWE TESFIYE BIBE

Girîng e gelê me bi taybetî vê rastiyê baş fêm bike: Çawa ku di dema komploya navneteweyî de hedef Rêber Apo bû û bi derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê re xwestin tevgerê tesfiye bikin, niha jî dixwazin planeke bi heman rengî bimeşînin. Dixwazin derbê li rêveberiya tevgera Kurd bixin. Dixwazin hêza gerîla qels bikin. Ji bo bêbandorkirina gel planên tesfiyeyê xistine meriyetê. Lewma ev pêvajo dişibe pêvajoya 99'an. Di 99'an de cudahiyek hebû. Gelek dewletan di nava vê komployê de cih girtibûn. Îro rewşeke bi vî rengî nîne. Tevgera me ji wê demê bêhtir di rewşeke gelekî pêşketî de ye. Ji vî alî ve cudahiyek heye. Ew dixwazin ji nû ve komploya navneteweyî pêk bînin, dixwazin tesfiyeyê bikin. Ev êdî nepêkan e. Tirkiye çi dike bila bike nikare pêşî li Tevgera Kurd bigire, nikare tesfiye bike. Kî bixwaze tesfiye bike, ew ê bi xwe tesfiye bibe. Çi bi serê yên berê xwestin tesfiye bikin hat, wê heman tişt bi serê Erdogan û Davûtoglû jî were. Rewşa van wê ji yên beriya xwe xerabtir bibe. Divê gelê me di nava her şert û mercî de xwedî li xwe derkeve. Li her parçeyî xwedî derkeve. Ti carî cih û warên xwe, gund, bajar, tax û malên xwe, divê ti carî welatê xwe neterikîne. Mirin jî be divê li mala xwe, li ser xaka xwe, li welatê xwe be. Jiyan jî divê li welatê xwe be. Eger mirov xwedî li gel, mal û welatê xwe derkeve û li ber xwe bide, ew ê nikaribin me bikujin. Eger me bikujin, em ê bêhtir bi xurtî li hemberî wan derkevin. Çîller di dema xwe de çi gotibû; ya em ê biqedîn ya em ê biqedîne. Lê ew tine bû. Divê gelê me vê yekê careke din bîne serê Erdogan û Davûtoglû. Divê bêdengî li hemberî van neyê kirin. Her parçe girîng e rabe ser piyan. Li dijî vê qirkirina fîzîkî were derketin. Divê xwedî li xwe bê derketin. Pêwîste her parçe vê nebêje; Ew der Bakur e, li vir nabe. Îro li kîjan parçeyî çi diqewime, bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê dike. Baş jî nebaş jî, bandorê li hev dikin. Kurd li her derê Kurd e. Eger parçeyek tesfiye bibe, wê parçeyên din jî tesfiye bibin.

DIVÊ GELÊ ME YÊ LI BAŞÛR LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVE

Bila ti kes xwe nexapîne. Nebêje; 'Bi dostanî nêzî me dibin'. Eger bi dostanî nêzî Başûr dibe, hingî çima bi dostanî nêzî Bakur û Rojava nebe. Eger îro hinek radibe li Bakur û Rojava dijminatiyê dike, nikare bibe dostê Başûr. Wê demê divê em bizanibin ku ev taktîk e. Dixwaze 'Yekîtiya Kurdan' parçe bike. Dixwaze Kurdan li hemberî Kurdan bide şerkirin, di navbera wan de şer derxîne. Dixwazin vê firsenda dîrokî ya derketiye pêşiya Kurdan asteng bikin. Lewma Tirkiye vê siyasetê dimeşîne. Tirkiye bêyî PDK'ê nikare van planan li Başûr bimeşîne. Jİ ber ku PDK'ê ev qebû kiriye, Tirkiye van gavan dikare biavêje. Ji bilî PDK'ê ti hêz hatina Tirkiyeyê ya Başûrê Kurdistanê qebûl nake. Cîranên Başûr jî vê qebûl nakin. Îran, Iraq jî vê qebûl nakin. Gelê Başûr, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên Başûr jî vê qebûl nakin. Lewma hatin Tirkiyeyê ya Başûr ne rewa ye. Dibe ku PDK'ê qebûl kiriye, lewma hatiye, lê ev nayê wê wateyê ku her kesî qebûl kiriye. Ji ber vê yekê gelekî qels in. Divê gelê me yê Başûr li dijî hatina Tirkiyeyê derkeve. Ne tenê bi propagandayê, divê li her derê dakeve qadan. Ev yek mafê wan e.

KURD WÊ ŞERÊ BIRAKUJIYÊ NEKIN

Divê PDK jî neyê lîstikên Tirkiyeyê. Tiştekî ku Tirkiye bide PDK, gelê Başûr, Rojava û Bakur nîne. Di her firsendê de wê derbê li Kurdan bike. Tirkiye dixwaze PDK û PKK'ê li hemberî hev bide şerkirin. Naxwaze yekîtiya Kurdan pêk were. Dixwaze di navbera Bakur, Başûr û Rojava de şer derxîne û bi vî rengî serketinên Kurdan tine bike. Dixwaze sîstema xwe ya hegemon ava bike. Kurd wê ji bo berjewendiyên hegemon ên Tirkan tênekoşin, wê şerê birakujiyê nekin. Kî rabe hewl bide vê bike, ev yek wê ji bo wî bibe windahiyeke mezin. Lewma divê kurd li dijî zilm û faşîzma Tirkiyeyê yekîtiya xwe xurt bike. Divê li her parçeyî yekîtiya xwe xurt bike. Bi kongreyeke neteweyî, bi konferanseke neteweyî re ev yek dikare bê xurtkirin. Eger ev neyê kirin û li gorî daxwaza Tirkiyeyê helwest bê nîşandan, ev yek wê were wateya tinebûna Kurdan. Ez bawerim ku Kurdan îro ev gelekî baş fêm kiriye. Kurd wê derbasî nava refên Tirkiyeyê nebin û li her parçeyî li dijî Tirkiyeyê têbikoşin. Ev yek mafê Kurdan e û wê vê bikin.

BANG LI ENIYA DEMOKRASIYÊ NEHAT KIRIN

Li Urdunê li ser Sûriyeyê konferansek hat lidarxistin. Bi heman rengî li Viyanayê pêk hat. Li Riyadê civîneke cuda hat lidarxisitn. Civîna li Riyadê di bin navê mûxalefeta Sûriyeyê de hat kirin. Lê belê hemû mûxalîf tê nebûn, beşek ji wan hebûn. Bi tenê yên li eniya Sûnî hebûn. Bi pêşengiya Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê hat lidarxistin û PDK'ê jî di nav de cih girt. Di pêkhatina wê de bû alîkar. Ji bo PDK bi temamî di nav de cih bigire Erebîstana Siûdî got, 'Em 8 mîlyar dolar bidin PDK'ê. Tirkiye û Erebîstana Siûdî xwestin nîşan bidin ku ew PDK'ê nas dikin û xwestin bikişînin cem xwe. Xwestin PDK'ê bikişînin nava wê eniyê û armancên xwe yên li Sûriye û Iraqê bi cih bînin. Wê civînê zerar da civînên li Urdun û Viyanayê. DYA ji bo ve zerarê ji holê rake, dixwze li New Yorkê civînekê pêk bîne û amadekariya wê dike. Ji ber ku ji bo Riyadê bang li eniya demokrasiyê nehat kirin. Eniya demokrasiyê di nav de cih negirt. Li gorî dilê Tirkiyeyê pêk hat. Bang li hêzên demokrasiyê yên esasî ku li Sûriyeyê derbê li DAIŞ'ê dikin, nehat kirin. Ji ber ku ev dewlet naxwazin Sûriye demokratîk bibe, bi pêş ve biçe. Ev dewlet dixwazin Sûriye bikeve destê DAIŞ, Ehrar-i Şam û El Nûsra. Lewma bang li van rêxistinbûyînên demokratîk nekirin.

KOMKUJIYA LI TIL TEMIRÊ BERSIVA LI DÊRIKÊ BÛ

Hêzên demokrasiyê jî ji berê ve ji bo avakirina konseyekê li Sûriyeyê dixebitîn. Beriya bi mehan dest bi vê xebatê kiribûn. Li Dêrikê ew civîn pêk anîn. Yanî Meclîseke Demokratîk ava kirin. Yên ji bo Sûriyeyeke Demokratîk û Federal dixebitin, li wir civiyan. Ev li hemberî civîna li Riyadê pêk nehat. Dema amadekarî ji bo vê civînê dihat kirin, hînê tiştekî bi navê civîna Riyadê li holê nebû. Civîna Riyadê bi lez û bez hat lidarxistin, ku ji civîna li Dêrikê re bibe alternatîf. Ne tenê li dijî civîna li Dêrikê bû, di heman demê de li hemberî civînên li Urdun û Viyanayê ye. Ji bo siyaseta Sûriyeyê civîna li Riyadê bi lez pêk anîn. Dûre gotin ku ew ê di bin navê 'Dewletên îslamî' de hêzeke leşkerî ava bikin. Bi giranî gotin, em eniya Sûnî welê ava bikin ku siyaseta Sûriye û Iraqê ji nû ve baifirînin. Di vî warî de gav tên avêtin. Tirkiye û Erebîstana Siûdî bawer nekirkirin ku civÎna li Dêrikê ewçend bi xurtî derbas bibe. Û bawer nedikirin ku ev ê bê qebûlkirin. Derbasbûna xurt a civînê, ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê hêvî afirand. Ji bo bandora vê civînê bişikînin li Til Temirê komkujî kirin. Di bin navê DAIŞ'ê de ev komkujî kirin. Têkiliyên van hene û her kes bi vê dizane. Bi vê komkujiyê re bersiv ji civîna li Dêrikê re dan.

Hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ, El Nûsra û Ehrar-i Şam hêza herî aktîf a şer dike ye. Hêza ku çarenûsa Sûriyeyê diyar bike ye. Hêza ku pirsgirêka Sûriyeyê di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de çareser bike ye.