1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik: Heta ku PKK hebe nahêle destkeftiyên li Başûr têk biçe
Bayik: Heta ku PKK hebe nahêle destkeftiyên li Başûr têk biçe,bayik,heta,ku,pkk,hebe,nahêle,destkeftiyên,li,başûr,têk,biçe

Bayik: Heta ku PKK hebe nahêle destkeftiyên li Başûr têk biçe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: "PDK bi Erdogan re siyasetek hevbeş a stratejîk dimeşîne, ne siyaseteke bi taktîk. Erdogan dijminê Kurdane, dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye, ji nav bibe. Vê yekê jî eşkere dike. Ger Erdogan PDK’ê ber bixwe ve nekişîne nikare şerê Kurdan bike. Jixwe siyaseta dagirkeran ewe ku Kurdan bi Kurdan dide kuştin."

A+ A-

GORAN PENCIWÎNÎ / ROJNEWS

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser geşedanên dawiyê û rewşa Rojhilata Navîn bersiva pirsên ajansa me RojNews û Kovara Azadiya Komelge ya li Başûrê Kurdistanê tê weşandin da. Bayik di hevpevîna hevbeş de têkîldarî gelek mijarên girîng dîtinên xwe anî ziman û got: “Rewşa heyî girîngiya Kongreya Netewî derdixe pêş, her kes vê dixwaze. Dibe ku hinek partî yan dagirker vê nexwazin, ev ne girînge."

'Şerê li Rojhilata Navîn, şerê Kurdistanê ye'

Bayik destnîşan kir ku çawan Rojhilata Navîn hestiyê pişta cîhanê ye, Kurdistan jî hestiyê pişta Rojhilata Navîne û got; "Niha şerekî mezin li Rojhilata Navîn tê meşandin. Piştî şerê cihanê yê yekemîn û duyemîn mirov dikare bêje ku ev şerê cîhanê yê sêyemîne ku dimeşe. Wer diyare ku wê ev şerê berdewam bike û zû bi zû bidawî nabe. Rojhilata Navîn navenda cîhanê ye, her guhertinek di serî de li vê herêmê destpê dike. şer û guhertina li Rojhilata Navîn bandorê li hemû cîhanê dike. Çawa ku Rojhilata Navîn hestiya pişta cîhanê ye, Kurdistan jî hestiya pişta Rojhilata Navîne. Dema mirov dibêje Rojhilata Navîn, welatên wek Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq tê bîra mirovan, Kurdistan jî di nava van welatan de hatiye parvekirin. Ji bo wê jî kesên ku bixwazin serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn de zêde bikin, pêwîste li Kurdistanê serwer bibe. Ger wer nebe, kes nikare li herêmê encam bigire. Şerê li Rojhilata Navîn, şerê Kurdistanê ye. Ji bo wê komploya navnetewî li hember Rêber Apo pêşxistin. Astengiya mezin ji bo wan Rêber Apo û PKK’ê bû. Pirsgirêka Kurd ne tenê ya herêmê ya cîhanê ye.

‘Bê Kurdan statûyek nû nayê avakirin’

Îro şer li Sûriye û Iraqê heye, li Kurdistanê heye. Kurd îro birêxistinkirî ye, ne wek berê ye. Kurd xwedî stratejî, felsefe û rêbertî ye. Kurd bûye hêzek pêşeng. Ez di wê baweriyê de me ku wê Kurdê encam bigire. Hinek dewlet di qadên navnetewî û yên herêmî dixwazin ku pêşiya vê bigirin. Ew çi bikin nikarin pêşî li vê yekê bigirin. Gelê herî birêxistinkirî li Rojhilata Navîn, Kurde. Bê Kurdan statûyek nû nayê avakirin. Kurd wê guhertinek mezin di Rojhilata Navîn de çêbike. Derfetên serkeftinê ji bo Kurdan ji her demekî zêdetir heye."

'Şerê Kurdan bi Tirkiyeyê re li Kobanê desetpêkir'

Bayik dazanîn ku şerê Kurdan ê bi Tirkiyeyê re li Kobanê destpê kir û wiha destnîşan kir; "Şerê Kurdan bi Tirkiyeyê re li Kobanê desetpêkir. Ne wek ku hinek dibêjin, ku piştî 7'ê Hezîranê yan jî piştî kuştina leşkerên li Serêkaniyê destpê nekir. PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer dikir û di asta Rojhilata Navîn de mezin dibe. Dewleta Tirk vê tiştê naxwaze, dixwestin bi şer tevgera azadiyê têk bibin û lawaz bikin. Armanca AKP’ê ew bû ku PKK çek dayne û bi dawî bibe. PKK’ê ji bo pirsgirêka Kurd çek rakiriye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û demokrasî li Tirkiyê pêş nekeve, PKK çek nadayne. Planên xwe di serî de li Kobanê xistin meriyetê. Dixwestin bi têkbirina tevgera azadiyê li Rojava, Bakûr jî têk bibin. Dema ku nekarîn tevgerê li Rojava têk bibin. Piştî Kobanê destûr dan artêşê ku plana şerek mezin darijîne. Piştî civîna 30’ê Îlonê ya Saziya Ewlekariya Giştî şer hat destpêkirin. Di serî de ev şer li ser Rêber Apo destpêkirin. Ji ber ku Rêber Apo siyaseta demokratîk li Tirkiyê pêş dixist. Lihevkirina ji 10 xalan a Dolmabaxçeyê hat eşkerekirin. Tecrîd di nava tecrîdê de zêde kirin. Ji bo polîsan qanûn derxistin ku neyên dadgeh kirin. Dizanîn ger ku vê qanûnê dernexin polîs şer nakin, qanûna parastina wan derxistin.

‘Erdogan darbeyek siyasî kir’

Planên wan bi ser neket. HDP jî çû meclîsê. Di 7’ê Hezîranê de du rê li pêşiya Tirkiyê hebû yan wê ber bi demokrasiyê ve yan jî wê ber bi şerek mezin ve biçûya. Rêyek din nebû. AKP’ê ji desthilatdariyê ket, rêya dadgehîkirina Erdogan vebû. Ji bo wê lihevkirina Dolmabaxçeyê û hilbijartin qebûl nekir. Mase da aliyekî. Bi hêzên faşîst re lihev kir. Ji bo netew dewletê biparêzin, li dijî demokrasiyê bihevre lihev kirin. Di qada navnetewî dîtin ku Tirkiye dikeve xetereyê. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO ye, NATO û modernîteya kapîtalîst dikeve tehlûkeyê. HDP li dijî berjewnediyên xwe dîtin û destek dan Erdogan. Erdogan darbeyek siyasî kir, dest bi şerek mezin kir. Ji bo ku pêşiya PKK'ê û hêzên siyasî yên demokratîk bigire. Erdogan dixwaze Împratoriya Osmanî ya nû pêk bîne û xwe bike sultan."

'Di şerê Kobanê de bernameya Tirkiyeyê têk çû'

Bayik got: "PKK'ê fêm kir ku wê şer ji dema 12'ê Îlonên bi tehlûketir bimeşînin. Fêm kir ku wê Kurdan tine bike. Li dijî vê xweseriya demokratîk pêş xist. Me dixwest gava xweseriyê li Enqerê pêş bixin. Lê belê Erdogan hemû rêyên bi vî rengî girt. Dema me parastina xwe jî kir, şerek mezin li dijî me dane meşandin. Xwestin li ser civaka Kurd yekperestiyê serwer bikin. Birîndaran dikujin, miriyan dişewitînin, bajaran xira dikin, goristanan wêran dike, jinan tazî dikin, bi vî awayî dixwazin îradeya Kurdan bişkînin. Koçberên li Sûriyê li Kurdistanê bicih dikin, dixwazin di warê erdnîgariyê de jî Kurdistanê biguherînin. Şerê qirkirina çandî û fizîkî didin meşandin. PKK û Kurd li dijî vê yekê disekinin. Tirkiyeyê di şerê li Kobanê de darbeya yekemîn xwar, ya duyemîn di hilbijartinê de û ya sêyemîn jî di berxwedana xweseriya demokratîk de xwar. Bernameya wan têk çû, dixwestin heta Newrozê planên xwe bibin serî. Ji bo cîhanê jî derket holê ku bi berxwedaniya Kurdan, Erdogan tengav dibe. Di asta navnetewî û di nava Tirkiyê de prestîja wî namîne."

'Baweriya Kurdan bi dewleta Tirk nemaye'

Bayik ragihand ku baweriya Kurdan bi dewleta Tirk nemaye û wiha domand; "Baweriya Kurdan bi dewleta Tirk nemaye. Heta ev dewlet Kurdan nas nake, Kurd wê bawer nake, lê Kurd bi gelê Tirkiyeyê bawer dike. Ji ber ku em dixwazin bi netewên li Tirkiyeyê re pirsgirêkê çareser bikin. Dewlet ti caran di warê hişmendî de nehatiye guhertin. Dijminahiya Kurdan dikin, bi taybet Erdogan. Ne tenê li Bakûr, li hemû parçeyan vê dijberiyê dike. Dixwaze hemû Tirkiyê ji bo şerek mezin li dijî Kurdan amade bike, ji bo wê guhertin di hikûmetê de çêkir. Di dîrokê de dîktatoran çi encam wergirtine, wê Erdogan jî bigihêje heman encamê, ber bi wê ve diçe. Diyare ku Erdogan kesên wek Ataturk, Hîtler, Sultan Ebulhemîd baş lêkolîn kiriye. Di şopa wan de dimeşe. Ji bo wê qirkirinê li ser Kurdan dide meşandin, heman siyasetê birêve dibe. Çîler jî Davudoglû jî digotin; em ê Kurdan xilas bikin, bixwe çûn. Erdogan jî her ku diçe gumanên wê ji kesên derdora wî re zêde dibin. Îro êdî hêvî bi AKP’ê nemaye. Yên ku bi AKP’ê re destpêkirine, niha xwe dane aliyekî. Li pişt DAIŞ’ê Erdogan heye. Tiştên DAIŞ dike, îro Erdogan ji wê xirabtir li Bakûr dike. Rastiya Erdogan ewe. Berê digot Lîbya, Sûriye û Iraqê birayên mine, lê ew jî dan aliyekî. Fetullah Gulen alîkariya wî kir û ew anî ser desthilatdariyê niha jî dibêje, ew terorîste. Ji bo desthilatdariyê her kesî dike qurban. Erdogan dijminê Kurdane, kes nikare bêje Erdogan bi Kurdan re başe. Yên wisa bêjin dibin şirîkê wî."

'Pirsgirêka Sûriyê li Cenevre çareser nabe, li Sûriyê çareser dibe'

Bayik bal kişand ser operasyona rizgarkirina Reqayê û Bakûrê Sûriyeyê û wiha pêde çû; "Reqa navenda DAIŞ’ê ye. Ger Reqa bikeve, wê DAIŞ darbeyek mezin bixwe. DAIŞ jî êdî ne wek destpêkê ye. Her kes li ber direviya. Ji ber ku taktîkek dimeşand, serê însanan jê dikir. Gelek zulim dikir, di dilê her kesî de tirs çêdikir. PKK, PYD û YPG li dijî DAIŞ’ê sekinî û darbeyên mezin lê dan. Vê yekê nîşan da ku mirov dikare li dijî DAIŞ’ê bisekine û şer bike. Her ku çû DAIŞ têk çû. Piştî Kobanê DAIŞ’ê darbeyek mezin xwar. Bi rizgarkirina Reqayê re jî wê hîn têk biçe. Derket holê ku pirsgirêka Sûriyê li Cenevre çareser nabe, li Sûriyê çareser dibe. Ew jî li ser Federasyona Rojava û bakûrê Sûriye yê. Sûriyeya berê êdî çû, dewletek navendî êdî li Sûriyê nabe. Federasyonek demokratîk dikare pêşî li parçebûna Sûriyê bigire. Li ser modela Federasyona li bakûrê Sûriyê, demokratîkbûna Sûriyê wê misoger bike. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê li ser Sûriyeyek demokratîk were çareserkirin. Li bakûrê Sûriyê xweseriya demokatîk pêş dikeve, ev yekane rêya çareseriyê ye."

'PDK bi Erdogan re siyasetek hevbeş a stratejîk dimeşîne'

Bayik bal kişand li ser siyaseta PDK'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî û anî ziman; "PDK bi Erdogan re siyasetek hevbeş a stratejîk dimeşîne, ne siyaseteke bi taktîk. Erdogan dijminê Kurdane, dixwaze bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye, ji nav bibe. Vê yekê jî eşkere dike. Ger Erdogan PDK’ê ber bixwe ve nekişîne nikare şerê Kurdan bike. Jixwe siyaseta dagirkeran ewe ku Kurdan bi Kurdan dide kuştin. Di dawî de bixwe Kurdan dikuje. Di dîrokê de dewletên dagirker her tim ev yek meşandine, Kurd parçe kiriye û xwestiye bi vê yekê re encam bigire. Ji bo ku şerê bi Kurdan re di asta navnetewî de rewa bike, aliyek Kurd digire gel xwe ji bo ku bêje ez bi terorîstan re şer dikim, ne bi Kurdan re.

‘PDK û dewletên dagirker li ser hebûna sînoran israr dike’

Diyare ku PDK siyaseta Erdogan li gorî berjewndiyên xwe dibînin. Dibêje ku Erdogan ji bo Kurdan başe. Dijberiya Erdogan bi Kurdan re li ber çavane. Vê her kes dizane. Kesên xwedî wijdan vê dibîne. Deriyê Sêmalka hat girtin. Ev derî li ser YPG yan jî PYD’ê nehatiye girtin. Li ser gel tê girtin, ji bo ku gel di warê aborî de lawaz bibe û bi vî awayî şoreşa li Rojava jî têk biçe. Vê yekê dixwaze, Erdogan dixwaze. Dibêjin ku Tirkiyê 200 milyon dolar daye PDK’ê ji bo ku deriyê Sêmalka bigire. Agahiyên bi vî rengî hene, em nizanin çiqas raste yan şaşe. Yan jî li ser sînor xendeq tên kolandin. Di dema Sedam de ku ewqas dijminê Kurdan bû, xendeq nehatin kolandin. Ev yek bi navê Kurdan tê kirin. Dixwazin di navbera Başûr û Rojava de sînoran daynin. Jixwe dagirkeran Kurdistan parçe kirine, Kurd çawa vê dikin. Rewşa heyî di Rojhilata Navîn de, êdî ew sînor bê bandor kiriye. Her wiha êdî di ruh, mêjî û hişmendiya gelê Kurd de ew sînorên berê nemaye û rabûye. Yekîtiya Kurdan çêbûye. PDK û dewletên dagirker li ser hebûna sînoran israr dike. PDK, DAIŞ û Tirkiye ambargoyê daydine ser Rojava, derveyî van kes vê nake.

‘Divê PDK dest ji van siyasetan berde’

Mirov dijminahiya DAIŞ û Tirkiyeyê fêm dike. Lê belê dijminahiya bi navê Kurdan wek kolandina xendeqan, girtina deriyê sînor yan jî çêkirina hêzek cuda û şandina wan li ser Tirkiyeyê re ji bo Cerablus û Efrînê, nayê qebûlkirin. Ev siyaset zirarê dide Kurdan û dide PDK’ê jî. Divê PDK dest ji van siyasetan berde. Her roj axa Başûr tê bombardûmankirin, rojekî PDK’ê li dijî van êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek nedaye. Li Bakûr ewqas kuştin, komkujî û koçberî çêdibe, rojek li dijî vê daxuyaniyek nayê dayîn. Mafê destnedanê li ser parlamenterên HDP’ê hat rakirin, hemû cîhanê helwest nîşan dan, PDK'ê daxuyaniyek jî neda. Tenê daxuyaniyek bi vî rengî dan ku Erdogan pir başe ji Kurdan re. Dibêje ku Erdogan xizmetek baş ji Kurdan re dike. Her ku Kurd vê dibihîsin gelekî aciz dibibin. Dibêjin ku PKK’ê şer destpêkir, PKK’ê alozî destpê kir. Wek ku Erdogan xizmeta Kurdan dike û PKK jî zirarê dide Kurdan."

'Şoreşa Rojava ya hemû mirovahiyê ye'

Bayik di berdewama axaftina xwe de wiha peyvî; "Şoreşa Rojava ya hemû mirovahiyê ye. Li dijî DAIŞ’a ku dijminahiya tevahiya mirovahiyê dike, disekine. Rojava demokratîkbûna Rojhilata Navîn esas digire. Ger ev şoreş li ser xeta xwe ya bingehîn bimeşe, dikare encamên gelekî mezin, wek şoreşa Feransayê bi xwe re bîne. Ji wê zêdetir bandora wê çêbe. Tirkiye jixwe dijminê Kurdane, vê şoreşê jî qebûl nake. Dizane ger ev şoreş li Rojava serbikeve, neçare, divê li Bakûr jî statûya Kurdan qebûl bike. Tirkiye naxwaze ku Sûriye û Iraq bikeve xizmeta Kurdan. Ji ber ku Rojava darbe li wan û DAIŞ’ê da, tola xwe distînin. PDK dixwaze bi navê Kurdan tenê ew hebin, ti tevgereke derveyî xwe qebûl nakin. Şoreşa Rojava yekîtiya Kurdan esas digire. PDK ne tenê bi navê xwe bi navê tevahiya Başûr dijminahiya Rojava dike, di wextekî ku hemû partiyên li Başûr dijminahiya Rojava nakin. Ev jî bi daxwaza Tirkiyê ye."

'Dema gerîla çû Şengalê, pêşmerge û hikûmet nebû'

Bayik diyar kir ku gerîla nehişt DAIŞ Şengalê bigre û wiha axivî; "Tê zanîn dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmerge ji wir çûn. Hêzek mezin li wir hebûn, ger şer bikirina wê bikariyana biparistana. Pêşiya DAIŞ’ê vekirin ku komkujiyê pêk bîne. DAIŞ’ê jin, zarok û hemû xelkê Êzidî girt û ji komkujiyan ve derbas kir. Gerîla wê demê mudaxele kir. Dema gerîla çû, mirina xwe da ber çavan, dibe ku bi tevahî bihata îmhakirin. Ger pêşiya komkujiyê negirtina, wê ji bo Kurdan şermek mezin bûya. Divê li pêşiya komkujiya Êzidiyan bihata girtin. Dema gerîla çû pêşmerge û hikûmet nebû. DAIŞ li wir hebû û gerîla nehişt ku DAIŞ Şengalê bigire û komkujiyan bike.

‘Divê Êzidî werin parastin’

Dema ku gerîla ew erka xwe ya dîrokî pêk anî, her kes şok bû. Vê yekê rastiya PKK’ê jî ya PDK’ê jî nîşan da. Ji bo wê ew nêrîna ku dewleta faşîst a Tirkiyê û hinek dewletên NATO bi salan nîşan dabû û çêkiribû, vala derket. Hat guhertin ku PKK nirxê mirovahiyê diparêze. Her kes dizane yê Şengal parastiye, PKK ye. Ger gerîla Şengal neparasta wê Şengal bi tevahî biketa destê DAIŞ’ê. Divê Êzidî werin parastin. Kok û rastiya Kurdan in. Ger tu Êzidiyan neparêzî, tu nikarî nirxên Kurdan û mirovahiyê jî biparêzî. Lê niha PDK bang li Êzidiyan dike, ku yan em yan PKK. Dibêjin ger hûn PKK’ê dernexin, em ê bi şer PKK’ê derxin. Divê Kurd vê bizanin. Ev helwest nakeve xizmeta pirsgirêka Kurdan.

‘Em ti caran naxwazin Başûr parçe bibe’

Îro ji bo Kurdan derfetek mezin heye ku tehlûkeyên mezin li ser xwe rake. Pirsgirêkên Kurd û mirovahiyê nabe ku bixe bin xizmeta hizba xwe. Divê li Şengalê di navbera Êzidiyan de nakokî dernexin, hinekan bi pereyan qezenc bikin. Ev yek xizmeta ti kesî nake, Kurd divê vê bibînin û li dijî wê biskeinin. Em ti caran naxwazin Başûr parçe bibe, em dixwazin yekîtî çêbibe. Kurdistan têra her kesî dike, kê baş siyaset kir, gel wê esas digire. Bi dagirkeran re pirsgêkên li Başûr û ya Êzidiya çareser nabe."

'Başûr û Iraqê divê ji xwe re demokrasiyê esas bigre'

Bayik li ser pirsa 'Wê rola we di çareserkirina pirsgirêkên li Başûr û Iraqê de çi be' jî wiha berisv da; "Hem li Başûr û hemû jî li Iraqê pirsgirêk hene. Hinek çareseriyê di koçberiyê de dibînin û diçin derve. Hinek jî çareseriyê di şer de dibînin. Ev her du jî şaş in, ne çareseriye. Divê mirov ji gund û bajarê xwe neçe, çawa em ê li hember vî şerî bibin hêza çareseriyê, divê her kes li ser vê lêhûr bibe. Divê siyaseta li Başûr û Iraqê bixwe bawer bike, pişta xwe nedin hêzên derve. Gelek destên derve li pişt pirsgirêkê hene, ku nahêle çareser bibe û her ku diçe mezintir dike. Berjewendiyên xwe esas digirin, ne yê gelên Iraq û Başûrê Kurdistanê. Ev yek dibe sedem ku pirsgirêk mezintir bib. Di serî de divê gel demokratîbûnê ji xwe re esas bigire, yekîtiyê di nav xwe de çêbikin.

Niha rewşek aloz heye, bêbawerî, şer û koçberî heye. Ev kirîz bi şêwazek demokratîk tên çareserkirin. Çiqas demokratîkbûn pêş bikeve, wê bawerî û yekîtiyê çêbibe. Pirsgirêk bi xweseriya demokratîk tê çareserkirin, ji ber ku hevdu qebûlkirinê esas digire."

'Lihevkirina navbera Tevgera Goran û YNK'ê de erênî ye'

Derbarê lihevkirina dinavbera Tevgera Goran û YNK'ê de pêk hatî jî Bayîk wiha anî ziman; "Lihevkirinek erênî ye. Xetere û firsendên heyî pêwîstî bi yekîtiyê zêdetir dike. Kurd bi yekîtiyê dikare serkeftinê bi dest bixîne. Divê Kurd û dostên Kurdan ji vê yekê kêfxweş bin, ne ku aciz bibin. Ger yekîtî heye wê demê mirov dikare lawaziyan derbas bike. lihevkirin wê xizmeta yekîtiya Kurdan bike. Ez bawer dikim ku wê li ser mijarên pirsgirêk hene jî çareser bibe. Divê bi hemû partiyên din re jî lihevkirin çêbibe. Divê lihevkirinek netewî li Başûr çêbibe. Li ser bingehek demokratîk û azadiyê lihevkirin çêbibe li Başûr. Herwiha di navbera Başûr û parçeyên din de jî lihevkirine bi vî awayî çêbibe. Dîplomasî û rêvebeirya Kurdan li hemû parçeyan hevbeş be. Rewşa niha ya Rojhilata Navîn vê yekê dixwaze."

‘Heta ku PKK hebe nahêle ku destkeftiyên li Başûr têk biçe’

Bayik diyar kir ku PKK xizmeta hemû beşên Kurdistanê dike û wiha ragihand; "PKK tenê ji bo beşekî nîne û xizmeta hemû beşan dike. Di xizmeta gelê Kurd de ye. Bi pratîka xwe jî ev yek ispat kiriye. Gelê Başûr bi vê yekê jî bawer dike. PKK di xelkê Başûr de hêviyekê çêdike. Divê hemû partî jî di gel de hêviyê çêbikin. Çi bikeve ser milê PKK’ê wê pêk bîne. Xwe esas nagire, gel esas digire. Heta ku PKK hebe nahêle ku destkeftiyên li Başûr têk biçe û lawaz bibe. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Başûr kir, Hikûmet, parlamento û gel ketin xetereyê, PKK’ê gerîla şand û pêşiya vê yekê girt. Ev parastina destkeftiyên Başûr e. Dîsa jî ger xetere hebe, wê PKK dîsa Başûr biparêze. Divê gelê Başûr vê bawer bikin. PKK ji bo yekîtiya netewî têkoşînê dike. Ji vir şûnve jî çi tehlûke hebe, wê PKK pêşiya wê bigire. PKK civakek demokratîk û hişmendiyek demokratîk dixwaze. Cihekî ji xwe re nake mulik, welat welatê gelê Kurde, ne milkê partiyane."

'Rolek dîrokî ya Mûsilê heye'

Bayik got: "Mûsil ne tenê mijareke ku Kurdan û Iraqê elaqedar dike. Rolek dîrokî ya Mûsilê heye. tê zanîn li ser Mûsilê îtifaq çêbûn û parçekirina Kurdistanê pêş ket, li ser wê statû û delwet ava bûne. Bi wê îtifaqê re siyaseta îmha û înkarê li ser Kurdan pêş ket. Li Mûsilê jî ew statû têk çû, divê ji nûve ew statû diyar bibe. Mûsil mijareke ku hemû Kurdistan û dewletên herêmê elaqedar dike. mijarek mezin û dîrokî ye. ji bo wê zû bi zû nayê çareserkirin. Pirsigirêka Mûsilê wisa zû nayê çareserkirin. Li ser rêveberiya Mûsilê ger lihevkirin çênebe, wê pirsgirêk çareser nebe. Ji aliyekî ve Tirkiye, aliyê din ve PDK, Erebistana Seûdî û Qeter bi Tirkiyeyê re ne. Tariq Haşimî wan bi Tirkiyeyê re ne, ew cebheyek in. Dixwazin Mûsil ango Iraq û Kurdistanê parçe bikin. Ji aliyê din bloka Şia heye, wek Îran û Iraq ku naxwzin Iraq parçe bibe. Ji aliyê din ve welatên wek Fransa û Îngîltere ku niha rola Feransa Amerîka dimeşîne, dixwazin li gor xwe çareseriyê çêbikin. Mûsil û Reqa du navendên DAIŞ’ê ne, dixwazin li gor vê yekê ji bo Rojhilata Navîn çareseriyekê çêbikin.

Ger hêzên demokratîk lihevkirî bin, wê bikarin pirsgirêka Mûsilê çareser bikin. Divê li pêşiya vê tehlûkeyê ku Tirkiye û welatên din dest nevêjin Mûsilê, bigirn. Niha Tirkiye û PDK dixwazin ku PKK di vê operasyonê de cih negire. Ji bo ku bikarin planên xwe bimeşînin. Ji bo Mûsilê bidest bixin û desthilatdariya xwe pêş bixin. Ji bo wê operasona rizgarkirina Mûsilê destpê nake."

'Li Başûr çandeke ku rexne û rexne lixwe girtinê qebûl nake heye'

Bayik têkîldarî pirsa 'Peywendiya PKK'ê bi hemû partiyan re li Başûr başe, lê bi PDK’ê re ne wisane, sedema wê çiye' jî wiha destnîşan kir; "Em dixwazin peywndiyên me bi her kesî re baş be. Partî xweşiya me biçin yan na, rastiyek heye divê em qebûl bikin. Tu nikarî bêje ev partî nîne, wisa nabe. Ew partî di encam de rastiye Kurdistanê ye. Divê di navbera partiyan de şerên fikrî hebe, ew lawaziyê çênake, berovajî serkeftin û guhertinên çêdike. Dewlemendiyan çêdike. Li Başûr çandeke ku rexne û rexne lixwe girtinê qebûl nake, heye. Ev yek zirarê dide civakê, serkeftin û pêşketinê çênake. Divê di navbera partiyan de rexne û rexndayîn hebe. Divê hem rexne û rexnedayîn hebe, hem jî lihevkirin hebe. Her partî şêwazê xwe yê xebatê heye, bernameya wê ya taybet heye, ev ne pirsgirêke. Hizbayetî divê li pêş netewiyetê nebe. Wê Kurdistanê bi vî awayî qezenc bike. Em naxwazin nakokiyên îdolojîk, parçebûn û dijminahiyê çêbike.

Em naxwazin nakokiyê îdolojîk xizmeta dagirkeran bike. Em dixwazin peywendiyên me bi hemiyan re baş be."

'Kurd bi yekîtiyê dikare xetereyên li ser xwe rake'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik herî dawî li ser yekîtiya netewî wiha dawî axaftinên xwe anî; "Kurd bi yekîtiyê dikare xetereyên li ser xwe rake. Divê Kurd derfetan baş binirxîne. Kurd divê xwedî li soz û hêviyên şehîdên xwe derbikevin, ew jî Kongreya Neteweyî ye. Hinek nakokiyan dikin sedem ku Kongreya Neteweyî çênabe. Nakokiyên hizbî ne nakokiyên netewî ne. Heta kongreyek netewî çênebe, wê nakokî jî çareser nebe. Wê demê hemû partî wê biryarên Kongreya Netewî esas bigirin. Kes nikare berjewendiyên xwe esas bigire, dagirker jî vê wek firsendekî ji bo xwe dibînin. Rewşa heyî girîngiya Kongreya Netewî derdixe pêş, her kes vê dixwaze. Dibe ku hinek partî yan dagirker vê nexwazin, ev ne girînge."

(ge)