1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik hêzên bi AKP'ê re tevdigerin hişyar kir
Bayik hêzên bi AKP'ê re tevdigerin hişyar kir,bayik,hêzên,bi,akp,ê,re,tevdigerin,hişyar,kir

Bayik hêzên bi AKP'ê re tevdigerin hişyar kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku dijminatiya li Kurdan bi kêrî kesî nayê û hêzên bi AKP'ê re tevdigerin hişyar kir

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, berxwedana li Bakurê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.

Bayik berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kir û da zanîn, ku berxwedana îro bi pêşengiya YPS'ê tê meşandin ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Bayik bal kişand ser sûcên şer ên AKP-Erdogan li Kurdistanê dike û bang li kesên bûne şirîkê vî sûcê kir, ku derhal ji vî sûcî vegerin.

Bayik ev nirxandin kir: "Di despêkê de ez cangoriyên di berxwedana xweseriya demokratîk de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Ji bo birîndaran şîfaya lezgîn dixwazim. Hemû berxwedêran, çi YPS'yî çi gel çi jî yên alîkariyê didin berxwedanê silav dikim û hurmetên xwe pêşkêşî wan dikim. Bi rastî jî gelê me qehremaniyê dike. Yên ku bi navê YPS'ê li dijî faşîzmê, dagirkeriyê disekinin ne tenê li dijî wan disekinin, li xwe xwedî derdikevin. Kurd li însaniyetê xwedî derdikevin. Berxwedanê ji bo mirovahiyê didin meşandin. Ji bo nirxên mirovahiyê canê xwe didin, mal, milkê xwe her tiştê xwe didin. Destana dinivîsinin. Lewma ez wan silav dikim û hurmetên xwe ji wan re dişînim.

Niha rast e dewleta dagirker a faşîst bi Erdogan bi Davûtoglû ve hovîtiyên mezin dike, sûcên şer, sûcên mirovahiyê dike, dide jiyîn. Ji ber ku ne tenê ev bi xwe van sûcan dikin, di heman demê de didin kirin. Ji ber ku gelekan dixin nav van sûcan û dikin şirîkên xwe. Difikirin çiqasî mirovan tevlî van sûcan bikin, wê karibin ewqasî xwe ji vî sûcî rizgar bikin. Pêwîste her kes vê bibîne û nebin şirîkên sûcên wan. Vî sûcî pêwîste nejîn, nebin şirîkên sûcên wan. Wan bi sûcên wan re bihêlin, a rast ev e. Eger wan bi sûcên wan re nehêlin, bibin şirîkên wan sibe ew jî wek wan wê bikevin dadgehan, bikevin zindanan. Ji bo wan şermek mezin e. Eger ew dibêjin em însan in, wê demê pêwîste sûcê mirovahiyê nekin. Sûcê şer nekin. Îro bajarên Kurdan xera dikin, malên wan talan dikin, mirovan dikujin, heywanên wan dikujin, çi zindî heye wan dikujin. Jinan, zarokan, extiyaran her kesekî dikujin. Birîndaran dişewitînin, cenazeyên wan perçe perçe dikin. Niha DAIŞ- Nûsra xistine nava xwe, bi wan re vê karî dikin. Bi vê ne ku tenê Kurd winda dikin, gelê Tirk jî winda dike. Yên ku vî karî dikin ew însaniyeta xwe jî winda dikin. Ez wan hişyar dikim, pêwîste vê nekin. Heya ku rê heye lazime xwe ji nav derbixînin. Gelê Kurd dikare wan efû bike. Gelê Kurd gelekî însanî ye, qehreman e, bi şeref e, xwedî wijdan e, hêja û bi nirx e. Gelekî pir mezin e, di dîrokê de ji bo mirovahiyê xizmetên mezin kiriye, dikare ji bo wan jî destê xwe dirêj bike wan di gemariyê de derbixîne, ji nava sûc derbixîne û careke din kesayetiya wan însanan bide wan. Lê wê nekin, wisa berdewam bikin ew ê nêyên efûkirin, pêwîste vê bizanibin. Yên Kurd taybet ên xwedî wijdan lazime li dijî birayên xwe şer nekin, kuştinê nekin, xerabûnê nekin. Mînak niha piraniya qoricuyan li dij gelê xwe şer nakin, ew tiştekî baş e. Dibe pir kêm hin kes hê li hember gel şer dikin, pêwîste ew jî dev ji vî karî berdin. Pêwîste li cem gelê xwe, birayên xwe cih bigirin. Li gel dijmin cih negirin, dijmintiyê nekin. Tevgera me ne dijminê wan e. Naxwaze bi wan re şer bike û ew werin kuştin. Ew jî pêwîste gelê xwe nekujin û dijmintiyê nekin."

Cemîl Bayîk di dewama axaftinên xwe de diyar kir ku ji kîjan ramanê û fikrên siyasî dibe bila bibe, her kes dikare siyaseta bimeşîne, lê kes bila li ser dijminiya Kurdan siyasetê neke. Bayik wiha pêde çû;

"Dîsa yên ku dibêjin em Kurdin em partî ne em siyasetê dikin, em îslamî ne, em demokrat in, ya sosyalîst in, ya lîberal in, bi kîjan navî dibe bila bibe, bi kîjan nasnameyê dibe bila bibe, ew jî pêwîste ji bo Kurdan dijminiyê nekin ji bo PKKê nekin. Bila siyasetên xwe bikin. Bila li ser kuştina Kurdan, li ser zehmetiyên wan li ser xerakirina bajaran, talanan, siyasetê nekin. Niha gel dibe ku di aliyê madî de zehmetiyê dikişinin, wisa di wî warî de nêzîkê gel bibin, bixwazin wan bixapînin gel bikşînin gel dijmin gel AKP’ê. Ev şaşe ev tiştekî nade wan. Pêwîste dijminiyê bi gelê xwe re nekin. Pêwîste dûrê AKP’ê bisekinin, dûrê dewletê bisekinin, nebin şirîkên wan. Bila ji bo xwe siyasetê bikin. Kurdistan fireh e, têra her kesî heye. Her kesek dikare li Kurdistanê bijî, xwe bi rêxistin bike, siyasetê bike. Em hurmeta vê digirin. Lê bi navê partiyê siyasetê dijminiyê bikin, dij gel tevbigerin bêjin ji bo me firsend e, em dikarin ji vê firsendê îstîfade bikin, em dikarin li gel AKP’ê eleqeyên xwe baş bikin, gel AKP’ê li dij Kurdan, li dij PKKê bisekinin, em dikarin hinek îhaleyan bigirin, em dikarin xwe dewlemend jî bikin ew şaş e, ji bo wan tiştekî nade qezençkirin. Pêwîste tiştên wisa nekin. Hemû Kurd kîjan siyasêtê dikin bila bikin, bi kîjan nasnameyê dibin bila bibin, di kîjan sinifê de dibin bila bibin hemû pêwîste li netewetiya xwe xwedî derbikevin, li însaniyeta xwe xwedî derbikevin. Li dijî dagirkeriyê bisekinin. Hemû bi hev re pêwîste dijî dagirkeriyê bisekinin. Pirsgirêkên navxweyî bila di nav xwe de çareser bikin. Lê di meseleyên neteweyî de li dijî dagirkeriya faşîst pêwîste bi hev re tevbigerin. A rast ew e."

Bayik di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku hin kes dixwazin bi ser xîzantî û mexdûriyeta Kurdan sûd werbigire û bang li Kurdan kir ku neyên van lîstokan. Bayik got; "bila Kurd, bi dewleta Tirkiyeyê, bi Erdogan bi Davûtoglû bide fêm kirin ku ew çi bikin jî wê nikaribin îradeya Kurd bişikînin" Bayik wiha dawî li axaftinên xwe anî;

"Gelê me wê zehmetiyan bikişîne, wê berdêlan bide, belkî malên wan xaniyên wan xirabe bibe, talan bibe, pêwîste êdî vê bidin li ber çavan. Ji ber ku ger vê nedin ber çavan nikarin li Kurdistan li ser nasnameyên xwe jiyan bikin, li ser nirxên xwe jiyan bikin. Wê hê berdêlên mezin bidin. Em jî naxwazin şer bibe, em jî naxwazin bajar xirabe bibin, gund talan bibin, mal wêranbin. Malek çend salan de çê dibe em baş dizanin. Em jî kur û keçên vî gelîne û di nav vî gelî de derketine. Yek bi sala kar dike ku ji bo xwe xaniyekî çê bike, ku hinek tiştan tixe di nav xaniyê xwe. Ev wisa hêsan çênabe. Dijmin jî vê dizane. Ji ber vê jî wan malan talan dike ku xîtabê vî gelî bike, bêje ku ger hûn naxwazin malên we xirabe bibe, wê demê pêwîste hûn berxwedanê nekin. Hûn nehêlin PKK berxwedanê bike. Hûn pêwîste li gel me dijî PKKê û li dijî berxwedanê bisekinin. Xwe înkar bikin. Ger hûn vê nekin hûn ê werin kuştin, malên we wê were talankirin. Hûnê perişaniyê jiyan bikin. Ger hûn vê naxwazin li dijî berxwedanê û li dijî xweseriyê bisekinin. Dixwazin gelê me wisa bixapînin. Şerekî pîsîkolojîk dewlet û AKP dide meşandin. Zilamê wan hinek jî bêşerefên Kurd hene pêk ve ketine nav milet serê milet tevlê hev dikin, dixwazin peran bidin, îmkanan bidin û malên wan milkên wan ji dest wan bigirin û wan wisa ji holê rabikin. Lazime kes neyê van leyîstokan. Pêwîste li hertiştê xwe xwedî derbikevin. Li bajarên xwe kolanên xwe xwedî derbikevin. Pêwîste hertiştê bi hev re parve bikin. Yên xaniyê wî heye pêwîste yên xaniyê wan tuneye re parve bike. Yên derfetên xwe heye vê bi yekî feqîr re parve bike. Pêwîste Kurd li hevdu xwedî derbikevin. Nav hevdu de derfetên xwe parve bikin, jiyanê xwe muşterek pêk ve pêş bixe, li pêş dagirkeriyê bisekine, li pêş dagirkeriyê serê xwe netewîne. Zehmetiyên ku dikişînin wisa bi pereyan nefroşe. Tirk yên kirin û firotinê ne. Kurd ne yên kirin û firotinêne. Xwedî şerefin, xwedî namûsin, birçî dimînin, dibe ku birçî dimirin jî lê tu caran şeref û namûsên xwe nafroşin. Li xwe xwedî derdikevin, ji bo wê banga min gelê Kurd, bi dewletê tirkiyê, bi Erdogan bi Davûtoglû bide fêm kirin ku ew çi bikin jî wê nikaribin îradeya Kurd bişkênin. Nikarin Kurdan bi birçibûnê terbiye bikin. Hinek derfetan bidinê û wisa Kurdan bikirin. Pêwîste Kurd vê ispat bikin ku ew çi bikin wê tu caran nikarin Kurdan bikirin, Kurdên bêtir mezintir li dijî wan bisekinin, wê têkoşînê bêtir mezin bikin. Eger ku ew ispat bikin wê demê Erdogan nikare vê hovîtiyê bide meşandin û wê demê Kurdên bigihêjin encam."