1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik: Kujer Dewleta Tirke
Bayik: Kujer Dewleta Tirke,bayik,kujer,dewleta,tirke

Bayik: Kujer Dewleta Tirke

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya îro di Rojnameya Azadiya Welat de têkildarî komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin daxuyaniyê girîng da.

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya îro di Rojnameya Azadiya Welat de têkildarî komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin daxuyaniyê girîng da. Bayik da diyarkirin: "Ev qirkirin êrîşeke plankirî ya Dewleta Tirke. Kujer Dewleta Tirke. Dewlata Tirk nekarî xwe bigehîne pêşengên din yên PKK’ê bi destê Ergenekona Kesk Sakîne Cansiz kir hedef. Bayik anî ziman ku, gûman tuneye ku ev komkujî karê rêxistinên îstîxbaratî yên Tirke. Bayik li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan û Berdevkê AKP’ê Huseyîn Çelîk jî nirxandin kir û da zanîn ku, daxuyaniyên vana encamên telaşekê ne û diyar dibe ku berpirs kî ne."

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku, hikumeta AKP’ê heya niha bi serkeftinên wisan erzan gihiştiya van rojan û da zanîn ku, ev komkujî karekterê Dewleta Tirk radixe berçavan, her wiha lehengiya Tirkiyeyê ev qas e. Cemîl Bayik got: “Ev komkujî ku bi agahdariya hikûmetê û plansaziya rêxistinên îstîxbaratî pêk hatiye. Nexwe li navenda Ewropayê li Parîsê cesaret nedikirin komkujiyeke bi vî rengî pêk bînin. Heger li pişt piştgiriya siyasî û plansaziya rêxistinên îstîxbaratê nebûya tu kesî nikarîbû komkujiyeke bi vî rengî pêk bîne. Ji ber vê yekê jî ev yek plansazî û biryara yên li dij Tevgera Azadiya Kurd şerê kirêt dimeşînin."

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê bal kişande ser pêvajoya çareseriyê jî û anî ziman ku, “Axaftinên Serokwezîrê Tirk, xeta weşanê ya çapemeniya alîgirê hikûmetê nîşan dide ku, polîtîkaya wan ya çareseriyê tune ye. Polîtîkaya tasfiyeyê bêyî ku were sistkirin li holê ye.”

Nivîsa Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik ya di Rojnameya Azadiya Welat de wiha ye:

“Sakîne Cansiz a ku tevahiya jiyana xwe xist xizmeta têkoşîna azadiyê bi şêwazekî hovane hat qetilkirin. Jiyana vê şoreşgera ku gelek tişt li ruhê azadiyê yê gelê kurd zêde kirin wê ji niha û pêde jî bandorê li ser civaka kurd û têkoşîna azadiyê bike.

Ev qirkirin êrîşeke plankirî ya Dewleta Tirke. Xistina jiyanê ya plana jiholêrakirina kadroyên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurd e. Dewleta Tirk a nikaribû xwe bigihîne pêşengên din bi destê Ergenekona Kesk Sakîne Cansiz kir hedef. Ergenekona Kesk a derfeta êrîşkirina rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd nedît, bi vê komkujiyê nîşan da ku rêveberiya rêxistinê ji xwe re kiriye hedefa êrîşan. Heger şert û mercên siyasî rê bida ne wê bigotana wan dest bi kuştina kadroyên pêşeng ên PKK’ê kirine. Dê ji raya giştî ya tirk re wisa bigota. Wê propoganda bikira ku çawa wan pêşengên Asalayê ji holê rakirin ew ê rêveberiya PKK’ê jî ji holê rakin. Lê di rewşa heyî de nikarîbûn vê yekê bêjin. Lê belê şik û guman tune ye ku ev komkujî karê rêxistinên îstîxbaratê yên tirk e.

Ev komkujî karakterê Dewleta Tirk radixe ber çavan. Bêyî dudiliyeke biçûk sê jinên şoreşger ên kurd kirin hedef. Ji ber ku bi mehan karekî wisa tê plankirin, hedefgirtina jinan ne tiştekî tesadufî ye. Hem bê parastin hem jî jin! Ji bo serkeftineke erzan bi dest bixin ev sê jin ji xwe re kirin hedef. Lehengiya Dewleta Tirk evqas e. Jixwe hikûmeta AKP’ê tim bi serkeftinên erzan gihîştiye van rojan. Bi qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê xwest serkeftineke din a erzan bi dest bixin û desthilatdariya xwe misogertir bikin. Heger şert û merc guncav bûna wê bigotana ka wan çawa ‘terorîstên har’ kuştine. Wê binivîsandana ka van şoreşgeran bi bazirganiya eroînê çawa teror fînanse kirine. Hikûmeta AKP’ê çiqas hewl bide mijarê berovajî bike jî nikare berpirsiyariya vê komkujiyê ji ser xwe biavêje. Bi rêbazên şerê psîkolojîk nikare rastiyê berovajî bike.

Dewleta Tirk xwest bi kevirekî du çivîkan bikuje. Bi qetilkirina Sakîne Cansiz ji ber rola sazûmankariyê xwest hem ji PKK’ê hem jî ji tevgera jina azad tolê bigire. Dizanin ku dînamîka bingehîn a azadiyê ya PKK’ê jin e; dizanin ku ruhê azad ê têkoşînê jine. Bi vê komkujiyê hat xwestin ku jina Kurd jî were çavtirsandin. Ji vî aliyê xwe ve ev komkujî ku bi agahdariya hikûmetê û plansaziya rêxistinên îstîxbaratî pêk hatiye. Nexwe li navenda Ewropayê li Parîsê cesaret nedikirin komkujiyeke bi vî rengî pêk bînin. Heger li pişt desteka siyasî û plansaziya rêxistinên îstîxbaratê nebûya tu kesî nikarîbû komkujiyeke bi vî rengî pêk bîne. Ji ber vê yekê jî ev yek plansazî û biryara yên li dij Tevgera Azadiya Kurd şerê kirêt dimeşînin.

Ev komkujî mîna parçeyekî polîtîkaya tasfiyeya entegre ya ku Beşîr Atalay tim dubare dike pêk hatiye. Vê komkujiyê careke din planên tasfiyeyê yên mezin ên li ser Tevgera Azadiya Kurd têne meşandin careke din raxist ber çavan. Dîsa nîşan dide ku polîtîkaya çareseriyê ya Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê tune ye. Bi vê bûyerê careke din hat dîtin ku ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd şerekî kirêt plan dikin. Diyar dibe ku bi vê komkujiyê jî bi sînor namînin û tîmên kuştinê şandine gelek qadên din jî. Dixwazin li her derê bi cînayetên wisa gelê kurd çavtirsandî bikin.

Dizanin ku ne tenê li Kurdistanê li her derê Kurd di nava têkoşînê de ne. Dibînin ku bi taybetî gelê Kurd ê li Ewropayê hêzeke mezin a têkoşînê ye. Jixwe di her derfetê de kurdên li Ewropayê wekî hedef nîşan didin. Ev komkujî jî plansaziyek e heman têgihîştinê ye. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi lêgerîna kujeran a li cihekî din tune ye. Kujer Dewleta Tirk e. Bêguman dibe ku têkiliyên navneteweyî hebin; lê polîtîka û plana bingehîn a Dewleta Tirk e.

Piştî vê komkujiyê yekser û di nava panîkê de dayîna daxuyaniyên Huseyîn Çelîk û Serokwezîrê Tirk ên mîna, ‘hesaba navxweyî ye’ nîşan dide ka berpirs kî ye. Ev daxuyanî encamên telaşekê ne. Ji bo veşartina rûyê xwe yên rastî hewl didin rastiyê berovajî bikin. Dayîna daxuyaniya destpêkê ya Huseyîn Çelîk aşkera kir ku ew yek ji rayedarê kûr ê hikûmetê ye. Bi telaş gotinên “Hesaba navxweyî ye’ diyar dike ku yek ji plansazê vê komkujiyê jî ew bi xwe ye. Sûcdar xwe da dest. Hevqasî ketiye nava telaş û panîkê yekser got, “ne ez im, ne ez im.” Wateyeke din a vê daxuyaniya bi telaş tune ye. Gelê kurd dê Huseyîn Çelîk ji bîr neke. Tim wekî kujerê yekemîn wê vê komkujiyê bibînin.

Axaftinên Serokwezîrê Tirk, xeta weşanê ya çapemeniya alîgirê hikûmetê nîşan dide ku polîtîkaya wan a çareseriyê tune ye. Polîtîkaya tasfiyeyê bêyî ku were sistkirin li holê ye. Serê wan tenê wekî rêveberên şerê taybet û psîkolojîk ê li ser bingeha tasfiyeyê dixebite. Her axaftin û refleksa wan li ser bingeha polîtîkaya tasfiyeyê ye. Ji serokwezîr heta bi nivîskarê hevkar tev xizmetkarê şerê taybet û endamên tevgera şerê psîkolojîk in. Gotin û kirinên wan ên di dema ku tê gotin li Îmraliyê hevdîtin hene de diyar dike ku niyeta wan ne çareserî ye. Niyeta baş û nêzîkbûnên erênî yên Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd jî di çerçoveya polîtîkaya tasfiyeya entegre de digirin dest.

Ne serî, ne têgihiştin, ne refleks ne jî kirinên wan nehatine guhertin. Hêna seriyê kevin, hêna polîtîkayên mîna yên salên 90’î tên meşandin didomînin. Tenê rojane kirine û rengê wê kesk kirine.

Diyar dibe ku çiqasî Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi niyeta baş û erênî nêzik bibin jî feraseta komkujiya çandî ferz dike nayê guhertin.

Ev serî û têgihiştin ne yên çareseriyê ne, yên ku wê bibin sedema dijwartirbûna şer û pevçûnane. Tiştê ji aliyê serokwezîr ve heta bi şêwirmendê wî, wezîr û çapemeniya alîgir ve tê nîşandan ev yeke. Em jî gelekî dixwazin were guhertin lê rastiya heyî eve.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî