1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Kî xwestibe PKK'ê biqedîne, ew bi xwe qediya ye!
Bayik: Kî xwestibe PKK'ê biqedîne, ew bi xwe qediya ye!,bayik,kî,xwestibe,pkk,ê,biqedîne,ew,bi,xwe,qediya,ye

Bayik: Kî xwestibe PKK'ê biqedîne, ew bi xwe qediya ye!

Bayik diyar kir, Tirkiye ji aliyê rejîma şerê taybet ve tê birêvebirin û got, heta ev rejîma tekparêz bidome wê pirsgirêk neqedin. Bayik li dijî dewleta faşîst a Tirk, li hemberî AKP'ê bang li hêzên çep û demokrasiyê kir, ku bi hev re têbikoşin

A+ A-

ANF/BEHDÎNAN - AVAŞÎN ADAR / ŞERZAN AYDIN Bayik diyar kir, Tirkiye ji aliyê rejîma şerê taybet ve tê birêvebirin û got, heta ev rejîma tekparêz bidome wê pirsgirêk neqedin. Bayik li dijî dewleta faşîst a Tirk, li hemberî AKP'ê bang li hêzên çep û demokrasiyê kir, ku bi hev re têbikoşin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.

Bayik di destpêkê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku li hemberî tevgera wan û di şexsê tevgera wan de li dijî gelê Kurd konseptek tê meşandin. Bayik got, "Rêber Apo li navenda vê konseptê bi cih kirine. Eger tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike, pêwendiya xwe bi vê konseptê ve heye. Ji ber vê yekê tecrîda di nava tecrîdê de dimeşînin. Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me, pêwendiya xwe bi nêzîkatiya li Rêber Apo ve heye."

Bayik bibîr xist, ku ev demeke dirêj e li hemberî sîstema Îmraliyê, li dijî tecrîda di nava tecrîdê de têkoşîn tê meşandin, lê belê tevî vê yekê jî CPT nediçû Îmraliyê. Bayik ragihand, neçûna CPT jî bi vê konseptê ve girêdayî ye û got, "Ev konsept ne tenê ji aliyê dewleta mêtînger faşîst a Tirk û rêveberên wê Erdogan û AKP'ê ve tê meşandin. Ji aliyê hêzên komploker ên navneteweyî û dewleta mêtînger faşîst a Tirk ve tê meşandin. Lewma, tevî hemû hewldanan jî CPT demeke dirêj nediçû Îmraliyê.

DIVÊ CPT DAXUYANIYÊ BIDE

Di encama têkoşîna ji aliyê gelê me û dostên gelê me ve hatmeşandin de CPT neçar ma biçe Îmraliyê. Eger têkoşîna gelê me, têkoşîna tevgera me û dostên me nebûya; bi taybetî eger hewldanên heyeta bi serokatiya parêzerê Nelson Mandela nebûya, wê dîsa neçûbûna Îmraliyê. Di encama hin hevdîtinên vê heyetê li CPT, Konseya Ewropayê û saziyên cuda de, çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin."

Bayik diyar kir, ya ji CPT dihat xwestin, bêyî derengmayînê daxuyaniyê li ser hevdîtinê bide û got, "Yanî çûn Îmraliyê, bi Rêber Apo re li ser çi axivîn? Li wê derê çi dîtin? Piştre bi Wezareta Edaletê û hin mekanîzmayên rêveberiyê yên li Tirkiyeyê re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin ji bo çi hatin kirin? Armanc çi bû? Divê li ser van mijaran daxuyaniyê bide.

GIRÎNG E BI BIRYARDARÎ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN

Di vî warî de bendewariyên gelê me, tevgera me, dostên me hene. Divê bersiv ji van bendewariyan re bê dayîn. Hînê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Pirsgirêk ne tenê çûyîna Îmraliyê ye. Der barê rewşa li wir de divê raya giştî agahdar bike. Nedana daxuyaniyê nîşan dide ku hînê li gorî vê konseptê tevdigerin. Nîşan dide ku hînê hewl didin mijûl bikin. Lewma divê gelê me, dostên me zexta li ser CPT zêde bikin. Heta CPT daxuyaniyê bide, divê bi biryardarî têkoşîn were meşandin."

JI BO AZADIYA RÊBER APO TÊKOŞÎNEKE XURTIR DIVÊ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de, ragirtina gelê Kurdistanê, hêzên demokasiyê û tevahiya nirxên mirovahiyê di nava tecrîdê de ye. Bayik got, "Lewma divê her kesên hurmetê nîşanî nirxên mirovahiyê didin, alîgirê demokrasî û azadiyê ne, hurmetê nîşanî nasnameya gelê Kurd dide û alîgirê rêxistinbûyîna bi rengekî azad e, divê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir bikin."

AZADIYA RÊBER APO DEMOKRATÎKBÛYÎNA ROJHILATA NAVÎN E

Bayik da xuyakirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurdistanê, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, demokratîkbûyîna komarê, pêşdeçûna civak û siyasetê ye û ev tespît kir: "Azadiya Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Ev yek di heman demê de afirandina sîstema demokratîk li Rojhilata Navîn, pêşdeçûna civak û siyasetê ye. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo tê wateya xwedîderketina li xwe bi xwe ye."

HETA KU REJÎMA ŞERÊ TAYBET HEBE, WÊ PIRSGIRÊK NEQEDIN

Bayik anî ziman, Ocalan hewl da zîhniyeta înkar û tinekirinê ya li Tirkiyeyê biguherîne û diyar kir, heta ev zîhniyet li Tirkiyeyê hebe, demokratîkbûyîn pêk nayê, pirsgirêk çareser nabin û wê her tim şer hebe.

Bayik li ser vê mijarê, ev nirxandin kir: "Rejîma li Tirkiyeyê rejîma şerê taybet e. Rejîmek li ser vê ava bûye. Rejîma netewe dewlet e. Ji ber vê yekê timî dewlet, milet, al, ziman û çanda Tirk esas digire. Xwestiye yek neteweyê bafirîne. Lewma hemû dewlemendî li hemberî xwe weke dijmin dîtiye. Timî xwestiye hemû gel, çand, ziman û olan ji holê rake. Xwestiye yek milet, yek ol, yek mezheb, yek dewlet, yek alê bafirîne. Bi vê armancê jî timî ji xwe re dijmin afirandiye û serî li komkujiyan daye. Girtin, îşkence, sirgûn, koçberkirin, îdam, asîmîlasyon, komkujiya fîzîkî, komkujiyên çandî... Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, ji bo netewe dewletekê bafirîne, serî li van da. Heta ku ev feraseta netewe dewletê neyê guhertin, heta ku ev rejîma şerê taybet neyê guhertin, li Tirkiyeyê ne şer diqede, ne komkujî, n e jî koçberî. Civaka Tirkiyeyê wê ti carî demokrasî, azadî û edaletê nikaribe bijî. Civaka Tirkiyeyê wê nikaribe xwe ji pirsgirêkan rizgar bike."

ERDOGAN TIRKIYEYÊ BER BI ALIYEKÎ XETEREKE VE DIBE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn, ku di rewşa heyî de li Tirkiyeyê ne tenê krîzeke siyasî heye, di heman demê de krîzên dîplomatîk, aborî, civakî, çandî, nasnameyî hene û got, "Ev hemû krîz hev du girantir dikin. Ev yek jî Tirkiyeyê ber bi aliyekî gelekî xetere ve dibe. Ya ku van krîzan kûr dike, rê li ber vedike Erdogan û AKP ye. Ev krîz di heman demê de Erdogan û AKP'ê, her wiha tevahiya Tirkiyeyê ber bi aliyekî xetere ve dibe. Hem li Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan, şer û nîqaşan vedike hem jî li qada navneteweyî bide sedema nîqaşan. Siyaseta ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve tê meşandin, li qada navneteweyî bi gumanbarî tê pêşwazîkirin. Lewma gelek hêz difikirin ku ev rêveçûna Tirkiyeyê wê zerarê bide wan."

HETA NIHA KÊ XWEST TEVGERA AZADIYÊ YA KURD TINE BIKE, EW BI XWE TINE BÛ

Li ser hewldanên dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan, Hevserokê Konseya Rêveber Bayik ev nirxandin kir:

"Heta niha li Tirkiyeyê kê xwestibe Kurdan qir bike, qirkirina fîzîkî, asîmîlasyonê pêk bîne û di vê de israr kirine, hemû tine bûne. Herî dawî Çîller gotibû; ya ev kar wê biqede, ya wê biqede. Ji ber ku jê nehat biqedîne, ew bi xwe qediya. Niha Erdogan radibe dibêje, 'ez ê biqedînim'. Hîn pê de diçe û dibêje 'min qedand'. Dibêje 'Min PKK têk bir'. Van mesajan belav dike, mîna Çîller. Bi rêbazeke ji ya Çîller wêdetir vê dike. Şerê psîkolojîk ji ya Çîller xurtir dimeşîne. Hemû teknîkê, her wiha hemû derfetên şer ên Tirkiyeyê heta dawiyê bi kar tîne. Qaşo dixwaze bi vê yekê ve bi ser keve û dibêje 'ez bi ser ketime'. Dixwaze bi her kesî jî bide bawerkirin. Halbûkî rewş berevajî vê yekê ye. Em bala xwe bidin dîrokê; kê xwestibe tevgera azadiyê ya Kurd biqedîne, ew bi xwe qediya ye. Gelek hikûmet, serokên partî û fermandariya giştî, Serokkomar bi vî rengî tine bûne. Tevgera Azadiyê ya Kurd timî bi pêş de çûye. Heman aqûbet wê niha bê serê Erdogan. Ji xwe rewşa nava AKP'ê, bandora li nava civakê û qadea navneteweyî bi rengekî vekirî nîşan dide ku ev aqûbet wê bê serê wî. Hemû polîtîkayên qirkirinê ji bo PKK'ê, ji bo Kurdan, ji bo mirovên bi rûmet, ji bo hemû hêzên azadî û demokrasiyê sedema têkoşîneke mezintir, sedema serketinê ye. Heta roja îro bi vî rengî bûye. Gelek hikûmetan, partî, serokên fermandariya giştî, serokkomar, serokwezîr, wezîrên parastinê gotin, ew ê hemû hêza xwe bi kar bînin û bi ser kevin; lê ev yek ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd, bûye sedem têkoşîneke mezintir. Lewma bi ser neketine û ew bi xw qediyan e."

ERDOGAN DIJMINÊ KURDAN E

Bayik diyar kir, Erdogan ji van jî wêdetir, sûdê ji van hemû tecrûbeyan digire û polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne. Bayik got, "Vê yekê ne tenê li Bakurê Kurdistanê dike. Erdogan dijminê Kurdan e. Dijminatiyê li Kurdên li hemû parçeyan dike. Bi dijminatiya li Kurdan ve hewl dide şovenîzm û neteweperestiyê xurt bike, xwe bispêre wê û desthilatdariya xwe biparêze. Ev yek ji bo Kurdan, bi taybetî ji bo PKK'ê sedema meşandina têkoşîneke xurtir e. Ji ber vê yekê plana wan a têkbirinê ber bi aliyê têkçûna wan ve diçe."

BERXWEDANA XWESERIYA DEMOKRATÎK STATUYEK AFIRANDIYE, ÊDÎ VEGER JI VÊ STATUYÊ NABE

Li ser berxwedana xweseriya demokratîk a ji niha û pê ve Bayik wiha axivî:

"Ji bo xweseriya demokratrîk têkoşîneke mezin hat meşandin. Berdêlên gelekî mezin hatin dayîn, zor û zehmetî hatin kişandin. Ev şehadet, ev zehmetî hemû ji bo bidestxistina statuyekê bû. Statu êdî afiriye, bi dest hatiye xistin. Ji vê veger nabe, nepêkane. Nîqaşên ji niha û pê ve werin kirin, divê li ser bingeha bi ser xistin û pêşvebirina xweseriya demokratîk bin. Ya rast ev e. Dibe ku di nava şert û mercên zehmet de ev pêngava berxwedanê hat destpêkirin. Di nava amadekariyên têrker de nebû. Lewma bi hin kêmasiyan destpê kir. Lê belê tevî vê yekê jî encamên mezin afirand. Bi rastî jî destketiyên mezin da gelê Kurd û mirvoahiyê. Derbeke mezin li planên qirkirinê yên faşîst û planên têkbirinê xist. Rastiya faşîst a Erdogan û AKP'ê, rastiya dewleta mêtînger a Tirk raxist pêş çavên her kesî."

DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ XURTKIRIN

Bayik da xuyakirin, ku divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yekîtiya xwe xurtir bikin, xwe bêhtir zane û bi rêxistin bikin. Bayik got, "Bi taybetî divê gelê Kurd yekîtî û piştgiriya hev xurt bike. Girîng e hemû derfetan bi hev re parve bike. Divê destûrê nede kesek li bajar, tax, mal, gund û erdê wan bi cih bibin."

HEMÛ RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ REWA NE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe, nasnameya xwe û nirxên xwe derkeve û diyar kir, divê ti carî ji têkoşînê tawîz neyê dayîn.

Bayik da xuyakirin, ku divê her gava dewleta Tirk weke hewldana tinekirina gelê Kurd bê dîtin, li gorî vê yekê rêxistinbûyîn bê kirin û têkoşîn bê meşandin. Bayik got, "Di vê çarçoveyê de divê her rêbaz were bikaranîn û hemû rêbazên têkoşînê meşrû ne.

Bayik da zanîn, ku divê ev berxwedan ne tenê li çend bajaran bimîne li hemû gund û bajarên Kurdan bê belavkirin.