1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Xelasiya AKP'ê çareseriya pirsgirêka Kurd e
Bayik: Xelasiya AKP'ê çareseriya pirsgirêka Kurd e,bayik,xelasiya,akp,ê,çareseriya,pirsgirêka,kurd,e

Bayik: Xelasiya AKP'ê çareseriya pirsgirêka Kurd e

A+ A-

BEHDÎNAN 29.12.2013 13:14:45 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik krîza ji ber operasyonên bertîl û nelirêtiyê nirxand û got, "Di nava dewletê de dewleteke paralel heye. Xelasiya AKP'ê, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd e."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, krîza siyasî a li Tirkiyeyê ku weke pevçûna AKP-Cemaetê tê binavkirin, ji ANF'ê re nirxand.

Bayik da xuyakirin ku doza KCK'ê doza êrîşeke tinekirinê ye û got, "Destpêkê dê di bin navê doza KCK'ê de hemû siyasetmedarên welatparêz, pêşhatinên xwezayî yên civakê li zîndanan bihata bicihkirin, civak bêrêxistin bihata hiştin û piştre jî bi êrîşên leşkerî re Tevgera Azadiyê ya Kurd bihata tinekirin. Di encama polîtîkayeke bi vî rengî ya hikûmeta AKP'ê û dewletê, girtinan destpê kir. AKP û Fetûllahiyên ev girtin kirin, di nava tifaqê de bûn. Dema girtinên KCK'ê bûn, di navbera Fetûlahî û hikûmetê de ti lihevnekirin nebû. Di mijara tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd de bûbûn yek, di vê çarçoveyê de operasyona qirkirina siyasî pêk anîn."

Bayik da xuyakirin ku diyare di vê mijarê de biryareke Desteya Ewlekariya Milî heye û got, "Ji ber ku heman piştî hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin. Encamên hilbijartinan li MGK'ê hatin nirxandin û konsepta tinekirinê ya di vê çarçoveyê de hat pejirandin. Di salên 1990'î de biryara kuştinên kiryar ne diyar bi kîjan armancê hatibe wergirtin, biryara operasyonên KCK'ê jî bi heman armance hat wergirtin. Ji ber vê yekê, heta ku zîhniyetek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dernekeve holê, ne pêkane ku ev dîlgirtî bên berdan."

‘WE EMNIYET, HSYK RADESTÎ WAN KIRIN’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku hemû girtinên siyasî di encama polîtîkaya hevpar a AKP û Cemaetê pêk hatiye û destnîşan kir ku teqez dewleteke paralel heye.

Bayik got, "Hikûmeta AKP'ê niha dibêje dozger bi bêhiqûqî tevdigerin, xwe li nava polîsan, li nava emniyetê, li nava dadgeriyê bicih kirine. Dibêjin di nava dewletê de çete hene, dewleta paralel heye. Rast e, lê ev ne rewşeke nû ye. We ev hemû dizanîbûn. We HSYK radestî wan kirin. Di serî de Emniyeta Stenbolê, we jî dizanîbûn ku li qedemeyên girîng ên emniyetê hene. Ji ber ku we bi wan re hevkarî dikirin, tifaq dikirin, we dadgerî radestî wan kirin. Bi taybetî li Kurdistanê ji bo şerê qirêj bimeşîne, we rola esasî dan wan. Lewma, we li hemû liv û tevgera Fetûllahiyan çavê xwe girtin. Polîsan ewçend cînayet kirin, gelo hikûmetê heta roja îro li dij derket? Ewçend girtinên bêhiqûqî çê bûn, deng ji hikûmetê derket? Derneket. Ji ber vê yekê, hikûmeta AKP bi hevkariya bi cemaetê re, bi biryareke hevpar re bi hezaran siyasetmedaran li zîndanan radigire."

‘AKP'Ê PAKÊTÊN DEJENEREKIRINA DAXAWZÊN KURDAN AMADE KIR’

Bayik diyar kir ku li gel saleke agirbestê jî, serbestberdana siyasetmedarên demokratîk li aliyekî, girtiyên nexweş jî nehatine berdan û di vê mijarê de ev nuqte destnîşan kir:

"Dibêjin; dozger û dadgerên Fetûllahî wan bernadin. Gelo sedemeke bi vî rengî pêkan e? Eger hikûmet bixwaze dê tavilê biryarekê derxîne, bingeha wê ya hiqûqê ava bike û kes we nikaribe pêşî li serbestberdana girtiyên nexweş rawest e. Lê nêzîkatiyeke bi vî rengî nîne. Ji ber ku niyeteke çareseriyê nîne. Ger niyeta çareseriyê nebûya, dê baweriya civakê bi çareseriyê bianiya gav biavêta. Pakêtên di vê demê de hatin vekirin, ti pêwendiya xwe bi çareseriya pirsgirêka Kurd re nîne. Pakêtên ji bo daxwazên Kurdan dejenere bike, şerê psîkolojîk xurt bike, hatin vekirin. Pakêtên ji bo xapandina civakê ne. Ji kesên di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de ne, gelo di mijara operasyonên qirkirina siyasî de gavavêtinek tê hêvîkirin? Nayê hêvîkirin. Ji ber vê yekê ji bo derxistina siyasetmedarên demokratîk ji zîndanan, ti gav nehatiye avêtin. Ji bo pêngav û pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, tişta ku diviyabû destpêkê bihata kirin, serbestberdana siyasetmedarên demokratîk bû. Ji ber ku cewhera manîfestoya Newrozê siyaseta demokratîk e, pêşîvekirina li siyaseta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de diviyabû hikûmet jî nêzîkatiya çareseriyê nîşan bida. Lê ev nîşan neda. Ji ber vê yekê em nêzîkatiya hikûmetê weke parçeyek ji polîtîkaya encamagirtina ji tundî û şerê piralî dibînin. Yên nexwazin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tine bikin, nikarin ewçend mirovan biavêjin zîndanan. Lewma, ragirtina girtiyên siyasî bi tena serê xwe, polîtîkayên dewleta Tirk û AKP'ê radixe pêş çavan."

‘PÊNGAVA RÊBER APO CIH LI AKP Û DEWLETA PARALEL TENG KIR’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê nîqaşên li ser bandora pevçûna AKP-Fetûllahiyan a li ser pêvajiya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya sala 2012'an de dabû destpêkirin de, ev nirxandin kir:

"Bêguman Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a Rêber Apo, di nava civaka Tirkiyeyê de meylek ji bo çareseriyê afirand. Di nava derdorên siyasî de meylek çareseriyê bi pêş xist. Dewleta paralele û lobiyên çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin, xistiye nava tengezariyê. Ji ber ku AKP xwedî polîtîkaya çareseriyê nîne, pêngava Rêber Apo cih li AKP'ê teng kiriye, Zor daye dewleta paralel, zor daye lobiyên cuda. Ji ber vê yek di mijara valaderxistina pêngava Rêber Apo de, her hêz berpirsyariya diket ser milê xwe bicih anî. Ji ber ku AKP xwedî projeyeke çareseriyê nebû, bi rêbazên cuda hewl da pêngavê vala derxîne. Pakêtên qaşo, hewldanên mijûlkirinê, yek ji vê rêbaza valaderxistinê bû. Dewleta paralel û lobî jî, ji xwe ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin, bi şêweyên cuda destek dan polîtîkayên neçareseriyê yên AKP'ê. Di xwepêşandanan de qetilkirina ciwanên Kurd, çêkirina qereqol û bendavan, teşwîqkirina PDK'ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, di vê demê de rû dan.

Lê belê ev rastiyeke: Li naverastê, pêvajoyek bi rastî nîne. Li holê nêzîkatiya maqûl û fedekariya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê heye. Ji vî alî ve nirxandinek, 'pêvajo hebû, ji aliyê AKP û eniya dewletê ve gav dihatin avêtin, pêvajo dikare xera bibe' nirxandinek şaş e. Pêvajo pêvajoyeke yekalî bû ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêber Apo ve dihat meşandin. Ne dewletê ne jî hikûmetê di vê pêvajoyê de gaveke cidî neavêtine. Ji bo xetimandin û bêwatebûyîna pêvajoyê, çi ji destê wan hat kirin. Divê ev yek bi taybetî were destnîşankirin. Lewma li holê pêvajoyeke du alî, gavên du alî tineye ku pêjova xera bibe.

Rêber Apo pêvajo anî heta roja îro, nuqteya îro. Vê rewşê gelek rastiyên Tirkiyeyê derxist holê. Rewşa bûyerên Gezî jî di vê çarçoveyê de gelek rastî derxist holê. Li gel vekişînê jî hat dîtin ku AKP xwedî polîtîkaya çareseriyê nîne.

Ji ber ku di vê pêvajoyê de AKP bê polîtîka me, hem li eniya Tirkiyeyê hem jî li eniya Kurdistanê Fetûllahî ketin nava tevgerê. Ji ber vê yekê berevajî bandoreke neyînî li pêvajoyê bide, AKP dikare rexnedayîna xwe bide ku polîtîkayên wê yên neçareseriyê, ew bi xwe xistiye kîjan rewşê û gavan biavêje. Ev rewş dikare bibe wesîleya xêrê. Ev îhtimaleke biçûk e, lê rêya yekane ya AKP'ê ya xelasiyê jî ev e.""

‘YÊN KU TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKIN, HÊZÊN DEMOKRASIYÊ NE’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku eger AKP di demeke kurt de gavên cidî neavêje dê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re têkoşîna xwe bike yek û weke hêzeke alternatîf a demokratîkbûyîna Tİrkiyê bikeve navberê.

Bayik anî ziman ku divê ev rastî were zanîn û got, "Ji ber ji mêj ve diyar bûye ku dê hikûmeta AKP û dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd e zîhniyeta xwe neguherîne û gavan neavêje. Lewma, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi têkoşîna hevpar a Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dibe. Ya ku pirsgirêka Kurd çareser bike û Tirkiyeyê demokratîk bike, ev e. Ya ku çareseriya rastî bi xwe re bîne jî ev e. "

Geziyê hêviyek nû ava kir:

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê di sala 2013’an de qezencên mezin bidest xistine. Bayik got ;”Berxwedana Geziyê ji bo demokratîkbîna Tirkiyeyê damarek nû, hêviyek nû û zîhniyeteke nû avakiriye.”

Hevserokê Desteya Rêveber Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku ji ANF’ê re axivî , alî hêzên demokrasî yên Tirkiyeyê de sala 2013’an nirxan.

Bayik da zanîn ku sala 2013’an di warê tevgera demokratîk ya şoreşger û demokrasiyê de xwedî dîroka têkoşîneke girînge û diyar kir ku Berxwedana Geziyê jî wek ‘Qezencên demokrasiya Tirkiyeyê ketin nava tevgerê’ bi nav kir.

Bayik got bi Geziyê re hat gotin ku bila AKP biçe û Tirkiyeyek nû bê avakirin û got: “CHP îro dixwaze ji rewaşa ku AKP ketiyê fedeyê bigire. Lê Tirkiyeyek demokratîk hedef nake. CHP hewes dike ku li şûna AKP bibe desthilatdarî. Dibêje ez hegomonyaya xwe ava bikim. Her hêza ku li pey hegomonyaya xwe diçe tu cudahiya wê ji AKP’ê nîne.

Bayik destnîşan kir ku divê avakirina HDP’ê tenê wek piştgriya ji bo şoreşê, îtîfaqê neyê destgirtin û got divê wek berdewamiya şoreşga demokratîk bê dîtin. Bayik got sala 2013’an ji bo Elewiyan jî gelek girîng bû.

TIRKIYE XWEDÎ DÎROKA TÊKOŞÎNEKE GIRÎNGE

Bayik axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gezî geşedaneke girîng ya siyasî bû. Bandorek mezin li ser siyate Tirkiyeyê kiriye. Bûyerên Geziyê rastiya tirkiyeyê ye. Yanî hêzeke ji derve mudaxale nekiriye. Di hamleyên Fetullahiyan de ev dikare bê fikirîn. Daraz û polîsên Fetullah di nelêrêtiya AKP’ê de ji bo xwe bi bandor bikin wek amûr tên bikaranîn. Dizane tê bikaranîn. Lê Gezî bi giştî di nava dînametên Tirkiyeyê d epêk hat. Li Tirkiyeyê dîrokek şoreşgeriya demokratîk heye. xwedî têkoşîneke girîng ya dîrokiye. Tu kes nekare vê înkar bike. Lê bûyerên Geziyê têkiliya wê bi Hamleya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re heye.Rêber Apo dema hamle da destpêkirin xwest hêzên demokratîk bikevin dewrê.

HAWIRA BÊPEVÇÛN DERFET DA

Pêkanîna hawireke bêpevçûn bê guman ji bo gelek tiştî derfet afirand û gelek rêxistin û hêzan xwe îfade kirin. Ji ber AKP’ê êrîşê her çalakiya ku şerê wan qels dike, kir.rastiyeke wisa ya hawira şer heye. lê hawira bêpevçûnê rê li ber tevgera hêzên demokrasiyê vekiriye. Ji xwe Rêber Apo jî ev pêşniyar dikir. Ji 12’ê îlonê û heta niha gelê ku di bin zext û zordariyê de bûn bê guman dê bertek û serhildanên wan hebûye. Ev jî bi Geziyê çêbûye.”

NÊZÎKATIYA DESTPÊKÊ YA LI HEMBERÎ GEZIYÊ MIJARA REXNEYÊ YE

Bayik wiha pê de çû: “Bê guman di mehên destpêkê de nêzîkatiyên ne baş çêbûn. Bi taybet di qada siyasî demokratîk de teredut çêbûn. Pêvajoya ku Rêber Apo dabû destpêkirinê hebû. Di vir de fikarên wekê, gelo ger em piştgiriyê bidin Geziyê dê badnor li pêvajoyê bibe, hebûn. Ev ne fikarên rast bûn. Berovajî vê pêvajoya ku Rêber Apo dabû destpêkirin, pêvajoyeke ku divê hêzên demokratîk bikevin tevgerê bû. Ji ber ku di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de ev pêvajo wiha dikarîbû bigihêje serkeftinê. Em diyar dikin ku teqez berxwedana Geziyê vala nîne. Di demokratîkbûna Tirkiyeyê de rê li ber hêviyek nû, damar û zîhniyeteke nû vekiriye.

Bi taybet ji aliyên cuda hatina cem hev ya tevgerên demokratîk girînge. Ji ber ku ji kêmasiyên sereke yek ya Tirkiyeyê eve.

GEZÎ, TEVGERE KU BILA TIRKIYE BIÇE, TIRKIYEYEK DIN BÊ AVAKIRINÊ BÛ

Li aliyê din hewcedariya demokrastiyê zêdetir derxist holê. Bi taybet derxistiye holê ku hewcedariya Tirkiyeyê bi nêzîkatiya demokratîk, çandî heye. dema berxwedana Gezî pêk hat AKP’ê digot ev komployeke. Berteka ciwan û civakê fêm nekiribû. Dibe ku bandora hêzên derve li ser hameleya Fetullah a niha hebe. Bandora hêzên derve li ser aloziya di navbera AKP-Cemaatê de heye. li pişt DYA heye. AKP êdî hewcedariyên DYA nekare bîne cih.

Lê berxwedana Geziyê bi dînamîkên hundir pêk hatiye. Di encama têkoşîna demokrastiya Tirkiyeyê de pêk hatiye. Li aliyê din ji ber daxwaza hewcedariya demokratîbûna Tirkiyeyê bûyerên Geziyê xwe dan der. Di vî alî de hewcedariya demokratîkbûn û demokrasiyê derketiye holê.

Bê guman yên ku tevli Geziyê bûn ne kêm bûn. Di encama nerazîbûnên li dijî AKP’ê ev derket holê. Di esasê de nêzîkatiya hegemonîk a AKP û serokwezîr berxwdana Geziyê derxistiye holê. Vê nêzîkatiya hegomonîk Gezî derxistiye holê, hikûmet qels kiriye.”

HDP JI BO GELÊ KURD NE TENÊ ÎTÎFAQ E

Bayik da zanîn ku bi derketina Rêber Apo û tevgera azadiyê re bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re perspektîfeke biratiya gelan û bi hevre tevger hebû. Her çiqas nêzîkatiyên nebaş hebin jî Tevgera Azadiya Kurd her tim pirsgirêkên xwe di nava sînorên Tirkiyeyê de, di esasa biratiya gelan de çareseriya wê esas girtiye.

Ji ber vê kî di Partiya Demokratîk a Gelan de têbikoşe, dê bi hêz be. Di şexsê HDP’ê de projeyeke ku demokratîkbûna Tirkiyeyê hedef dike derkeve holê, her kesê ku ketibe HDP’ê dê bi hêz derkeve. Her wiha di vê partiyê de nêzîkatiya ez bibim hêz jî ne raste. Ev xwe xapandine. Di nava partiyê de bihêzbûn wateya wê nîne. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hevre tevgerandin hebe wê demê her kes dibe hêz. Divê her kes di esasa bernameyeke hevpar de tevbigere. Ger her kes bernameya xwe esas bigire, ne raste.

HEWCEDARIYA TIRKIYÊ BI PARTIYEK WISA HEYE

Bi pevçûna dawî ya di navbera AKP û cemaatê hat dîtin ku hewcedariya Tirkiyeyê bi partî, tevgereke demokratîk ya wisa heye. ji bilî vê ne mumkune ku Tirkiye ji krîz, kaos û pirsgirêkên giran yên heyî derkeve. Ancax tevgereke ku ne di zihniyeta hegomonîk te be, yanî tevgereke civakî dikare ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re çareseriyê bibîne. Kemalîst çûn, Ergenekon çû niha AKP û Fetullahî hene. Îtîfaq kirin. Xwestin tirkiyeyek ku hêza siyasî ya hegonomîk bi bandore ava bikin. Li pey hegomonyaya nû çûn. Her du jî li pey hegomonyaya xwe çûn. Niha ev pevçûna dijwar ji ber nêzîkatiya wan pêk tê.

HEWESA CHP’Ê ÇÊBÛ!

Bayik di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku îro jî hewsa CHP’ê çêbûye ku li şûna AKP’ê bibe desthildatdar û got: “Îro jî CHP dibêje ez hegomonyaya xwe ava bikin. Yanî Tirkiyeyek demokratîk hedef nagire. Her hêza ku li pey hegomonyayê bireve û Tirkiyeyek demokratîk hedef negire, dê dawiya wê ji AKP’ê necudatir be. Kî dest ji hegomonyayê berde ew dê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de bi bandor be. AKP ji ber ku hegomonîk bû îro hatiye vê rewşê. Ger dest jê berda dê îro neketiba vê rewşê.

ZÎHNIYETA KU CUDAHIYAN XERAB DIBÎNE DÊ DEMOKRATÎK NEBE

Tu berlêvekirineke AKP’ê tûnebû. AKP nekaribû ji Elewî û Kurdan re xizmetê bike. Ji ber AKP ji Elewiyan re tu tiştek nekir. Elewî qebûl nekiriye. Hê jî kurd û elewiyan asîmîle dike, qirkirina çandî pêk tîne. Ji ber vê jî zîhiniyeteke ku bi vî awayî nêz dibe, ne mumkune ku daxwazên elewiyan bînin cih.

Ev hikûmet û partiyên ku li dijî cudahiyan tehemul nakin, ne mumkune ku pirsgirêkan çareser bikin. Zîhniyeta ku cudahiyan xerab dibîne nekare demokratîk bibe.

Elewiyan di sala 2013’an de têkoşîna maf dan. Polîtîkaya AKP’ê ya tasfiyeyê qebûl nekirin. Vala derxistin. Hinek Elewî ji AKP’ê veqetiyan. Lê ne mumkune Elewî bi vê berlêvekirina AKP’ê bawer bikin.

Elewîtî civakek ji derveyê dewletê ye. Xweşikbûna wê jî ji ber ku ji derveyê dewletê ye. Heta niha neketiye nava dewletê, li ser sifreya dewletê runeniştiye. Civakek ji derveyê civakê maye. Ev jî ji ber parastina karekterên demokratîk ya komînal e.

POLÎTÎKAYA DEWLETÊ ASÎMÎLEKIRINE

Divê êdî Elewî li cem tevgereke ku azadî û demokratîkbûnê qebûl dike yên ku cudahiyan qebûl dike cih bigire. Elewî nekarin di nava tevgerke ku kurdan nas nake cih bigirin. Yên ku azadiya kurdan nas nakin yên elewiyan jî nas nakin. Yên ku mafê kurdan nas nakin, yên elewiyan jî nas nakin. Êdî demokrasî û azadî bûne yek. Ger em azadî û demokrasiyê bixwazin wê demê divê em bibin xwedî helwest. Gelo ma Elewiyek dikare bêji ji min re çi ji kurdan? Wê demê ma kare elewitiyê biparêze? Na nekare.

Di pakêta AKP’ê de Elewî tune. Ji ber ku dizanin her pêngava wan dê rastî berteka elewiyan bê. Di vê rewşê de rastiya Tirkiyê derketiye holê. Ev rewş di heman demê de polîtîkayeke AKP, di heman demê de polîtîkayek dewletê ye.