1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bazara Nisêbînê jî şewitandin
Bazara Nisêbînê jî şewitandin,bazara,nisêbînê,jî,şewitandin

Bazara Nisêbînê jî şewitandin

A+ A-

QAMIŞLO – Artêşa Tirk ku bi awayekî hovane navçeya Nisêbînê dane ber êrîşên tank, top û balafiran vê carê beşek ji bazara navendî ya navçeyê şewistand.

Hêzên artêşa Tirkiyeyê ji 14’ê Adarê ve êrîşî navçeya Nisêbînê ya girêdayî wîlayeta Mêrdînê ya Bakûrê Kurdistanê dikin. Di van êrîşan de li dijî taxên sivîl çekên herî giran wekî tank, top, hawan, obus têne bikaranîn, her wiha balafirên şer û helîkopter jî di nav de cih digrin. Gelek caran jî çekên kîyewî ku di hevpeymanên navnetewî de hatine deqexekirin li dijî sivîlan hatin bikaranîn.

Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê ji bo şopandina van êrîşan û ragihandina wê ji cîhanê re ji 3’yê Nîsanê ve pêngava “Ji bêdengiyê re na” destpê kirine û hemû kiryar û êrîşên hêzên AKP’ê bi belge dikin û diweşînin.

Li gorî zanyariyên ku van rojnamevanan bidest xistine, hikûmeta AKP‘ê heta niha 2 hezar û 780 malên welatiyan hilweşandine, û ji 2’yê adarê ve navçeyê xistiye bin çemberê.

Çavkaniyên rojnamevanan ji hundurê navenda Nisêbînê dan xuyakirin ku artêşa Tirkiyeyê şevê din beşeke bazara navendî ya navçeyê şewitand. Hêzên dewletê ji 19’ê nîsanê ve av û ceyran li ser welatiyan biriye. Xebatkarên şaredariyan ku bi sarîcan avê belav dike ji aliyê hêzên AKP’ê ve têne hedefgirtin.

Îro saet di 09.00’an de jî balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê taxa Firat a Nisêbînê bi moşekan bombebaran kirin û doman li asîmanan bilind bû.

Li beramberî van kiryar û sûcên li dijî mirovahiyê navendên biryardariya navnetewî û aliyên têkildarî mafên mirovan tevî dezgehên çapemeniyê yên Rojhilata Navîn û cîhanê bêdeng in.

(bb)

ANHA