1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. BDP bi berendamên surprîz ve tê
BDP bi berendamên surprîz ve tê,bdp,bi,berendamên,surprîz,ve,tê

BDP bi berendamên surprîz ve tê

A+ A-

ENQERE - BDP’ê biryar da ku di hilbijartina ku wê di meha Pûşperê de pêk were de bi berendamên serbixwe têkeve hilbijartinê û wê BDP berendamên surprîz bibe meclîsê. Navenda Giştî ya BDP’ê ji ber zêdebûna serlêdanan, pêvajoya pejiradana serlêdanan heta 18’ê Adarê dirêj kir. Hat diyarkirin ku navê Hatîp Dîcle û Leyla Zana ji bo berendamtiyê derbas dibin. Herwiha birina pêşniyarê ya ji bo Sirri Sureyya tê gotûbêjkirin.

Li Kurdistana ku AKP lê di rêza duwem de ye, serlêdanên ji bo berendamtiya BDP’ê berdewam dikin. Li gor çavkaniyên nêzî BDP’ê li ser kesên ku bibin berendam xebatek berfireh tê meşandin.

Hat diyarkirin ku di demek kurt de gelek kes ji bo berendamtiyê serlêdan kirine. Ji bo berendamtiyê navên parlemeterên DEP’ê Hatîp Dîcle û Leyla Zana derbas dibin. Herwiha tê hêvîkirin ku Ahmet Turk û Aysel Tugluk ku di guhertina destûra bingehîn a dawî de qedexeya siyasî li ser wan rabû jî bibin berendam.

Herwiha girtiyên siyasî yên Kurd ku ji doza KCK’ê tên darizandin, ligel Hatîp Dîcle, rêveberên BDP’ê Firat Anli û Selma Irmak jî ji bo berendamtiyê di rojevê de ne. Herwiha tê hêvîkirin ku BDP ji Serokê SDP’ê Ridvan Turan ku li girtîgeh Sîlîvriyê girtî ye, wek berendamê Stenbolê nîşan bide.

Hat diyarkirin ku BDP dixwaze jimara parlementerên xwe yên niha di meclîsê de ne bikin du qat û bike 35-40. Hat zanîn ku wê ji vana 15-16 jin bin.

BDP dixwaze li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi riya hinek aliyên çepgir û sosyalîst berendaman nîşan bike. Hat zanîn ku tê hêvîkirin BDP ji bo derhêner-senarîst Sirri Sureyya Onder û Serokê Yekitiya Tabîban yê berê Prof. Dr. Gencay Gursoy pêşniyara berendamtiyê bibe. Hat diyarkirin ku wê Serokê dawî yê Dev-Genç (Ciwanên Şoreş) ya salên 68’ê, Ertugrul Kurkçu wek berendamê Stenbolê were nîşandan. Herwiha ji bo pêşniyara berendamtiyê navê birayê Hrant Dînk, Orhan Dînk heye.

Herwiha hat zanîn ku berendamtiya parlementerê Stenbolê Ûfûk Ûras û parlementerê BDP’ê yê Amedê Akin Bîrdal heta niha ne diyar e.

Herwiha dîsa li Kurdistanê jî serlêdana hinek kesan jî tê nîqaşkirin. Hat zanîn ku Nunerê BDP’ê yê DYE’yê Nazmî Gur ji bo berendamtiya Wanê serlêdan kiriye û dîsa li bajarên din ên Kurdistanê bi dehan kes serlêdan dikin.