1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP`yî dê li dijî operasyonan dakevin qadan
BDP`yî dê li dijî operasyonan dakevin qadan,bdp,yî,dê,li,dijî,operasyonan,dakevin,qadan

BDP`yî dê li dijî operasyonan dakevin qadan

A+ A-

Rêxistina BDP'ê piştî 2'emîn Kongreya Giştî, rêveberiya Meclîsa Partiyê û Lijneya Giştî ya Navendî civînên xwe pêk anîn. BDP, piştî civînê diyar kir ku AKP di şer de israr dike û ew dê li dijî şer û operasyonan dakevin qadan.

Rêxistina BDP'ê piştî 2'emîn Kongreya Giştî, Meclîsa Partiyê û Lijneya Giştî ya Navendî civînên xwe pêk anîn. Meclîsa Partiyê û Lijneya Giştî ya Navendî di civînên 10 û 11'ê Îlonê de biryarên girîng girtin û pişt re daxuyanî dan çpaemeniyê. BDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Tirkiye li hundir û derve gav bi gav ber bi şerekî ve tê ajotin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li gel hemû bertek û hişyariyan dîsa dixwaze pirsgirêkên Tirkiyeyê û pirsgirêka gelê kurd bi rêbazên şer û tundiyê çareser bike. Li dijî partiya me her roj girtin, binçavkirin û ceza zêde dibin. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê giran dikin û Endamê Meclîsa me M. Zekî Karataş û Musa Ertaş li Edeneyê hatin girtin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze gelê kurd bi tevahî tune bike.

'AKP biryara şer da'

BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku AKP'ê li ser saziyên kurd û siyasetmedarên kurd êrîş zêde kir û li dijî gelê kurd biryara şer da. Niha dibêje 'Pirsgirêka kurd tune, pirsgirêka PKK'ê heye û dixwaze gelê kurd ji hev perçe bike. AKP'ê bi awayekî aşkere li dijî Abdullah Ocalan tecrîda giran pêk tîne. Piştî ku AKP'ê ji sedî 50 degn stend, hem li dijî hêzên çekdar û hem jî li dijî gelê sivîl şer îlan kir û dest bi operayonên sivîl dike. Mînaka vê yekê jî di operasyona dersînor a li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê û li gel zaroka 6 mehî solîn a 7 salî ye. Her wiha dîsa mertalê zindî Yildirim Ayhan ê ji bo aştiyê xwe kir mertal bi fermana AKP'ê hate qetilkirin. Kesên ku dibêje pirsgirêka kurd çareser bûye û xelas bûye em jî dibêjin pirsgirêka kurd heye û girantir bûye. Kengî gelê kurd got "Wekî gelê kurd pirsgirêka me çareser bûye" wê demê dê pirsgirêk bi dawî bibe. Pirsgirêka kurd pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî girîng e û kîlîta pirsgirêkên din e.

BDP'ê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê nikare di vî şerî de bi ser bikeve. BDP'ê, daxuyand ku AKP nikare bi rêbaza leşkerî, tundî û şer biser bikeve û xwest serî li rêyên diyalog, demokrasîyê bide. Li vir jî peyvira me li dijî şer em hêza aştiyê birêxistin û xurt bikin.

Ji BDP'ê biryara têkoşînê

BDP'ê di domdariya nirxandina xwe de wiha anî ziman: "Ji bo tecrîda li Îmralî bi dawî bibe û muzakereyên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê bike, ji bo bombebarana li Qandîyê û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî biibn. em dê dengê xwe yê aştiyê bilind bikin. Ji bo ku em AKP'ê ji vê helwestê bi paşve bixin û hêzên demokrasî û aştiyê bikin yek, ji bo em li dijî êrîşê li hemberî gelê kurd û partiya xwe rawestin em dê li gel gelê xwe daıkevin kolan û qadan û bertên xwe bînin ziman.

Hevserokên BDP'ê li gel Selehattîn Demîrtaş Gultan Kişanak e

BDP'ê di dawiya daxuyainyê de bilev kir ku ji bo çûna meclîsê dê li gorî biryara Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê tev bigerin û ji bo hevserokên Giştî yê BDP'ê li gel Selahattin Demirtaş, Gulten Kişanak hatiye hilbijartin. DÎHA (mae)