1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. BDP'ê Der Barê Penaberên Sûrî de Rapor Amade Kir
BDP'ê Der Barê Penaberên Sûrî de Rapor Amade Kir,bdp,ê,der,barê,penaberên,sûrî,de,rapor,amade,kir

BDP'ê Der Barê Penaberên Sûrî de Rapor Amade Kir

A+ A-

EDENE - Heyeta BDP'ê welatiyên Sûriyeyê ku ji ber şer û pevçûna nava Sûriyeyê reviyan hatin Tirkiyeyê û li navçeya Altinozu ya Hatayê bi cih bûn ziyaret kir û derbarê rewşa wan de raporek amade kir. Heyeta BDP'ê rapora amade kir ji raya giştî re aşkere kir. BDP'ê di raporê de diyar kir ku, divê penaberên Sûriyeyê nebin ranta siyasetê û nayê qebûl kirin ku penaber bibin amûra siyasetê. Heyetê destnîşan kir ku, divê astengiyên li pêşiya kurdên Suriyeyê bên rakirin û hêj nasnameya kurdên Suriyeyê tune ye.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Osman Ergîn, li gel parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, endamê meclîsa BDP'ê Mîhdî Perînçek û Reveberiya BDP'ê ya Hatayê heyetek amade kir û di 25'ê Hezîranê de penaberên Sûriyeyê yên li navçeyên Yayladagi, Reyhanli û Altinozu bi cih bûne ziyaret kir. Heyetê kampên penaberan ku ji 11 hezar û 716 penaberan pêk tê ziyaret kir û li ser pirsgirêkên wan rapor amade kir.

Heyetê rapor ji cemaweriyê re aşkere kir û diyar kir ku wekî bûyerên li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê jî bûyer pêk hatine û di van bûyeran de binpêkirina mafan gelek zêde ye. Heyetê anî ziman ku, di bûyerên Sûriyeyêde bi sedan welatî hatine kuştin û bi sedan welatî jî birîndar Bûne û ji cih û warên xwe koçber bûne. Heyetê anî ziman ku penaberên hatine li Hatayê bi cih bûne jî ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û bi diwarekî hatine hepskirin.

Heyetê di raporê de li ser pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyapirsgirêkan wiha xal rêz kir:

* Têkiliya penaberan ya bi derdorê re hatiye qutkirin û rastî îzolasyonê hatine. Azadiya wan hatiye binpêkirin.

* Divê şert û mercên peymanên penaberiyê ji destpêkê de ji van penaberan re bê dayîn. Li gel van mafan hêj penaber wekî mêvan tên dîtin û pirsgirêkên wan nayên dîtin. Divê pirsgirêkên wan yên hiqûqî li ber çavan bê girtin.

* Her çend aliyên teknîkî çareser kiribin jî lê ji ber ku welatî li gel germa zêde hêj di konan de dimînin wê di demek nêzîk de pirsgirêkên wan ên tenduristiyê zêde bike.

* Xizmeta ku didin penaberên Sûriyeyê li gorî esasê stendina xizmeta bingehîn nayê kirin. Pêdiviyên wan perçe bi perçe tê dayîn û ev yek wê rê li pêşiya pirsgirêkên tenduristî veker.

* Di gelek kanalên televîzyonan de wêne û dîmenên penaberan hatin kişadin û hatin deşîfrekirin. Divê ewlehiya wan li ber çavan bê girtin û Divê vegera wan jî li ber çavan bê girtin û li hemberî ewlehiya wan bi hasas nêzîkayî bê dayîn.

BANGA LI TIRKIYE Û SURIYEYÊ

* Divê penaberên Sûriyeyê nebin amûr û maşika rantê û siyazetê. Ev yek nayê qebûl kirin.

* Divê dewleta Sûriyeyê bi lezgîn derbasî rêveberiya deokratîk bibe. Dewleta Sûriyey ku di bin rêveberiya Baas-Esad ya 40 salan de ye. Divê êdî welatiyên Sûriyeyê ji ber fikr û ramanên xwe neyên darizandin. Her wiha divê Sûriye mafê nasnameyê bide kurdan. Ji sedî 20 kurd li Sûriyeyê dijîn, lê mafê wan yê nasname, çand, ziman tê binpêkirin. Divê mafê wan ê hemwelatiyê bê dayîn û parastin.m

* Divê şert û mercên peymana Neteweyên Yekbûyî yên Penaberan bê dayîn û rêya ku dîsa karibin bi ewlehî li welatên xwe vegerin bê dayîn.



ANF NEWS AGENCY