1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Behram Salihî Şermezar Kir
Behram Salihî Şermezar Kir,behram,salihî,şermezar,kir

Behram Salihî Şermezar Kir

A+ A-

HEWLÊR - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem ji ber bombebarana welatên cîran nerazîbûna xwe nîşan da û êrişa di 21’ê mehê de ji aliyê artêşa Tirk ve li Qendîlê pêk hat û di encamê de 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan bi tundî şermezar kir.

Li gor nûçeya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berhem Salih duh li Hewlêrê pêşwaziya nûnerê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Ad Melkert êku peywira wî bi dawî bûye, kir. Salih di hevdîtinê de bal kişand ser êrişên Tirkiye û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku ev êriş jiyana xelkê herêmê dixe nava metirsiyê. Her wiha Salih ji NY’yê xwest ku ji bo ragirtina van êrişên li ser sînorên Başûrê Kurdistanê rola xwe bileyîze.

Salih bal kişand ser êrişa ku duh li Sengeserê li dijî sivîlan pêk hat û di encamê de 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û nerazîbûnek tund nîşan da. Salih diyar kir ku ev êrişê bi tundî şermezar dikin û diyar kir ku divê ev welat (Tirkiye-Îran) zagonên rêzê ji cîrantiyê re bigirin.

Salih got; “Tenê riyek a çareseriya pirsgirêkan heye. Ew jî gotûbêjkirin û hev famkirina aliyan e.” Salih diyar kir ku karanîna hêzê û tundiyê pirsgirêk çareser nake û got; “Ez daxwaz ji Tirkiye û Îranê dikim ku êrîş û bombebaranên xwe yên li ser ser xala herêmê û xelkê medenî, bi dawî bikin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî