1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bendava Tişrîn… Girîngiya wê ya setratejîk
Bendava Tişrîn… Girîngiya wê ya setratejîk,bendava,tişrîn,girîngiya,wê,ya,setratejîk

Bendava Tişrîn… Girîngiya wê ya setratejîk

A+ A-

KOBANÊ – Bendava Tişrîn ku niha hedefa operesyona Hêzên QSD’ê ya li başûrê Kantona Kobanê ye, di erdnîgariya Sûriyeyê de xwedî cihekî stratejîk e.

Bendava Tişrîn a li ser Çemê Firatê, dikeve sînorê bajarê Minbicê yê girêdayî Helebê. Ew 26 km li başûr-rojhilatê Minbicê, 24 km başûrê Sirrîn 90 km durî Helebê û 52 km jî sînorê Tirkiyeyê dûr e, ji Kobanê 60 km dûr e. Bendav ceyrana herêmê bi tevahî diafirîne.

Bendava Tişrîn xwedî cihekî stratejîk e. Ew dikeve ser riya di navbera Heleb û Reqayê. 100 gund derdora wê hene û şêniyên van gundan ji pêkhateyên kurd û ereb in.

Herêm di pêvajoya şoreşê de

Di 25’ê Mijdara 2012’an de Artêşa Azad navendên girêdayî bendavê (Navenda telefon, Navenda Xizmetguzariyê û girtîgeha rejîma Baasê) û bendav bi xwe rizgar kirin. Bi kontrolkirina Artêşa Azad ji bendavê re, herêmeke bi firehiya 70 Km di navbera Heleb û Reqayê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye ket bi kontrola wan de.

Piştî 2 salan, di 15’ê Gulana 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bendav ji Artêşa Azad girtin bin kontrola xwe. Bendava Teşrînê, ji bo çeteyên DAIŞ’ê rêgeha bingehîn a navbera Cerablûs û Reqqayê ye û xwedî girîngiyeke mezin e.

QSD‘ê li bendavê ye

Ji 23’ê Kanûnê ve Hêzên QSD’ê li herêmê operesyon dikin. Şervanên QSD’ê îro ji seatên sere sibehê ve ketin bendavê û li wir şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Bi azadkirina bendavê re tê gotin ku ji aliyê stratejîk ve hêzên QSD’ê wê bibin xwedî serketineke girîng.

(ne)

ANHA