1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Ber bi televizyona Misrê ve dimeşin
Ber bi televizyona Misrê ve dimeşin,ber,bi,televizyona,misrê,ve,dimeşin

Ber bi televizyona Misrê ve dimeşin

A+ A-

Li Qahîre paytexta Misrê, li Qada Tehrîr xwpêşandêr hatin ser hev û ber bi kanala televizyonê ya Misrê ve ketin rê.

Çavkaniyên çapemeniyê diweşînin ku xwepêşandêr ber bi televizyona Misrê ve dimeşin.

Li gor agahiyan cenazeyê kesekî ku li ber Wezareta Karên Hundirîn miriye jî bi serhildêran re ye.

Li aliyê din ji navenda bajêru û dora Zaningeha Qahîreyê dûxanên reş bilind dibin. Hate ragihandin ku 80 kilometir dûrî Qahîreyê li Qantûr el Heyriye û girtîgehên din girtiyan serî rakiriye.

Tê gotin ku birîndar û mirî jî hene.

Televizyona El Cezîre ya Qetarê jî ragihand ku 7 girtî hatine kuştın.