1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Berberî ji nû ve dest bi muzakereyan dikin
Berberî ji nû ve dest bi muzakereyan dikin,berberî,ji,nû,ve,dest,bi,muzakereyan,dikin

Berberî ji nû ve dest bi muzakereyan dikin

Berberî bi Hikûmeta Malî re ji nû ve dest bi muzakereyan dikin

A+ A-

PARÎS 06.10.2013 08:07:00 Li welatê Efrîka Rojava Malî'yê, di navbera tevgera ji bo azadiya gelê Berberî têdikoşe MNLA û hikûmetê de ji nû ve muzakere destpê dikin. Muzakereyên beriya niha, ji ber rêbaza lihevneker a Hikûmeta Malî ya mafê xweser ê Berberiyan nas nake û peymanên beriya niha bi şertan ve girê da, bi awayekî yekalî hatibûn rawestandin.

Ag Mûhammed Es Saleh ê li ser navê Tevgera Azadiya Neteweyî ya Azawad (MNLA) di muzakereyan de cih digire da xuyakirin ku muzakereyên li gel Hikûmeta Malî yên di 26'ê Îlonê de hatibûn rawestandin, dê ji nû ve destpê bikin. Es Saleh ev daxuyanî, piştî hevdîtina li gel Serokdewletê Bûrkîna Faso Blaîse Compaorê da.

Piştî ku muzakere hatin rawestandin, li welatê Berberiyan Azawad ê li bakurê Malî, ev hefteyeke pevçûn rû didan. Hefteya derbasbûyî di navbrea şervanên Berberî û leşkerên ser bi artêşa Malî de pevçûn derketibû. Li bajarê Tomboûctoû jî El Qaîdeya Magreb (AQMI) berpirsyariya êrîşeke xwekujî girtibû ser milê xwe.

HIKÛMETA MALÎ LI DIJÎ XWESERIYA BERBERIYAN DERDIKEVE

Qada 800 km² ya li Bakurê Malî, weke welatê Azawad tê zanîn. Li Malî ya ji 14 milyon şêniyî, milyonek wê Berberî ye.

AQMI û rêxistina bi navê Ensan Dîn ku di sala 2012'an de bakurê welêt bi dest xistibûn, berê bi MNLA û rêxistinên din ên Berberî re tevdigeriyan. Lê belê piştî ku artêşa Malî ji herêmê hat derxistin, vana dest bi dehandina tevgerên Berberî yên ne Îslamî kirin.

Artêşa Malî ya ku di meha Çileya vê salê de piştgiriya artêşa Fransayê wergirt, axa di destê AQMI û Ensar Dîn jê stendibû. MNLA jî di pêvajoyeke ku şer dewam dikir de beşdarî koalîsyonê bûbû û li dijî komên ser bi El Qaîdeyê şer kiribû.

MNLA ya ji bo azadiya welatê Berberî Azawad têdikoşe, ji Hikûmeta Malî dixwaze mafê xweseriyê bide Azawad. Lê belê hikûmet xwe nêzî vê daxwazê nake.

Muzakereyên navbera hikûmet û MNLA û komên din, bi moderatoriya Serokdewletê Bûrkîna Faso Blaîse Compaorê, dimeşiyan.