1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berfê destur neda meşa Botanê
Berfê destur neda meşa Botanê,berfê,destur,neda,meşa,botanê

Berfê destur neda meşa Botanê

A+ A-

SÊRT (DÎHA) - Hevserokên KCD, HDK, HDP, DBP û KJA yên ji bo "Meşa Botanê" duh ji Amedê derketin rê û şev li Sêrtê man serê sibehê xwestin ber bi Şirnexê ve derkevin rê. Lê ji ber ku riha Şirnex û Dihê ji ber berfê girtî bû kom ji bo ku bikaribin meşê bidomînin ar na civiyan.

Li Sêrtê berfa ku duh dest pê kir hemû riyên navçe û gundan hatin girtin. Koma ku duh ji bo "Meşa Botanê" derketin rê û şeva xwe li Sêrtê derbas kirin jî ji ber riyên hatine girtin nîqaşa dê bikaribin meşê bidomînin an na dikin. Ji ber berfê riyên Berwarî, Dihê û Şîrvanê ûya Sêrtê hate girtin. Riya Dihê û Şirnexê ya meşvanan li qada Birîniyê hatiye girtin û berf bûye metreyek. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu yên du nava komê de cih digirin civîn li dar xistin. Piştî civînê dê biryarek bê dayîn.

Ên ji Mêrsînê hatin 16 kîlometre meşiyan

Duh ji bo meşê bi dehan kesên ku ji Mêrsînê derketin rê ji ber berfê li gundê Burhurukê mecbûr man bimînin. Bi dehan kesên ku ji wesayîtên xwe peya bûn 16 kîlometre meşiyan û gihiştin Sêrtê.

Li aliyê din ji ber berfê riyên 220 gundên Sêrtê hatiye girtin. Ekîbên Îdariya Teybet a BAjar û Ekîbên Riyên Bejahiyê ji bo riyan vekin serê sibehê xebat dan destpêkirin. Lê ji ber ku berf berdewam dike hate hinbûn ku rê careke din tên girtin.

(sa)