Berfîn,berfîn

Berfîn

(Ji bo Fermandarê Xiyalên Mezin, bi hezkirin û minêkariyeka mezin!)

A+ A-

28´ê adarê

li Çiyayê Gebarê

bi dilopeka xwînê

veciniqî berfînek

Serî ji bin berfê

bilind kir û got;

Ax Xuda

çewa dikare navek

ewqasî li xwediyê xwe

dilek

ewqasî li axa welatê xwe bike?

Çewa Gabar

dikare bimîne li bin vî dilî...?

Û berfînê herî baş dizanî

Kin e temenê bedewiyan

Lê ava dibe bi wan jiyan


Mahabad Felat Arda

2013-03-28 / Stockholm


Bêjeyên Miftehî