1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Berhema nû ya Arjen Arî hat çapkirin
Berhema nû ya Arjen Arî hat çapkirin,berhema,nû,ya,arjen,arî,hat,çapkirin

Berhema nû ya Arjen Arî hat çapkirin

Weşanxaneya Ronahî bi berhema helbestvanê nemir Arjen Arî dest bi rêzeweşana xwe kir

A+ A-

Vê hefteyê ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke hêja derçû. Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku di demeke nêz de ji nav me koç kir. Bi berhemeke hêja silav li me kir û weke ku bêje “wêjekar tu car namire” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. Berhema wî ya ku ji Weşanxaneya Ronahî derçûye ji ceribandinên wî yên weşandî û neweşendî pêk tê. Navê berhemê “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma” ye û ev berhem ji sê beşên bi navê “Bajar, Civak û Wêje”yê pêk tê. Edîtoriya berhemê Şengul Ogur kiriye. Berhem bi tevahÎ 276 rûpel e. Berpirsê Weşanxaneya Ronahî’yê Mihemed Ronahî ragihand ku “ bi weşandina vê pirtûkê mebesta me ew bû ku, Em Arjen Arî’yê nemir bi xwendekar û hezkerên wî bidin naskirin û aliyên wî yên nenas jî bidin zanîn. Lewre Mamosteyê nemir di vê berhemê de bi awayekî derbirînên xwe ragihandiye xwendekarê xwe.”