Berlînale cara 64. deriyê xwe vedike
ALÎ GULER 02.02.2014 07:25:42 Festîvala Filman a Navneteweyî ya Berlînê di 6’ê Sibatê de deriyê xwe vedike. Di Festîfala ku tê de Xelata Hirçê Zêrîn tê dayîn de 20 film dikevin pêşbirkê û bi giştî 409 fîlm ji beşên cuda tên nîşandan. Fîlmê Huseyin Karabey ê bi navê “Were Dengê Min” di beşa ‘Generation Kplus’ de wê bê nîşandan.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê (Berlînale) dê cara 64. deriyê xwe di roja Pênçşemê de veke. Festîvalê di navbera 6 û 15 Sibatê de pêk were, wek her sal îsal jî xwedî bernameyeke dewlemend e. Ji hemû beşan bi giştî 409 fîlm wê werin nîşandan, di beşa pêşbirkê de jî 20 fîlm ji bo xelata “Hirçê Zêrîn” dê bikevin pêşbirkê. Berlînale ya 64. wê bi nîşandana fîlmê Derhêner Wes Andersen ê bi navê “The Grand Budapest Hotel” ku tevli pêşbaziyê nabe, wê vebe. Li Berlînê ji derveyî Berînale Palastê bi piştî wê di nava 10 rojan de di serî de li Zoo Palast, Cinemaxx, Friedrichstadt-Palast, bi giştî li 20 sînemayan, ji sedî zêdetir di salonan de rojane nêzî 37 fîlm bên nîşandan.
Dîrektorê Berlînaleyê Diester Kosslîka di daxuyaniya ku dayî de diyar kir ku îsal ji gelek welatan bi hezaran DVD’yên fîlman hatine û got: “Baldariya bi Berlînaleyê re gelek mezine. Îsal ji her salê zêdetire. Îsal jî bi hezaran fîlman serlêdan kirin. Me ji di nava fîlmên ji 72 welatan hatin 409 hilbijartin. Di nava wan de 20 fîlm ji bo xelata mezin wê bikevin pêşbaziyê. Dê îsal 10 rojên xweş werin jiyîn. Li Berlînê germahiyeke fîlm û sînemayê heye.”
DÊ 20 FÎLM JI BO XELATA 'HIRÇÊ ZÊRÎN' BIKEVIN PÊŞBAZIYÊ
Di Festîva Berlînaleyê de 20 fîlmên ku balê dikşînin li ser rewşa huner, civakî wê bi şêweyê Panorama, Forûm û Berlînale Taybet bên nîşandan. Fîlmên ku di ji bo xelata ‘Hirçê Zêrîn’ dikevin pêşbaziyê wihane:
"Ji Komara Gel a Çînê Yinan Diao ''Bai Ri Yan Huo'', ji DYA Richard Linklater ''Boyhood'', ji Japonyayê Yojî Yamada ''Chiisai Ouchi'', çêkirina hevpar a Arjantîn, Ûruguay, Almanya û Fransayê Benjamin Naishtat ''Historia del miedo'', ji Almanyayê Edward Berger ''Jack'', çêkirina hevpar a Norwêc, Swêd û Danîmarkayê Hans Petter Moland ''Kraftidioten'', ji Almanyayê Dietrich Bruggemann ''Kreuzweg'', çêkirina hevpar a Arjantîn, Almanya û Hollandayê Celina Murga ''La tercera orilla'', çêkirina hevpar a Fransa, Cezayîr, DYA û Belçîka Rachid Bouchareb ''La voie de l'ennemi'', ji Awûsturyayê Sudabeh Mortezai ''Macondo'', çêkirina hevpar a Brezîlya û Almanyayê ''Praia do Futuro'', ji Komara Gel a Çînê Ye Lou ''Tui Na'', ji Almanyayê Feo Aladag ''Zwischen Welten'', ji Komara Gel a Çînê Hoa Ning ''Wu Ren Qu'', ji Fransayê Alain Resnais ''Aimer, boire et chanter'', Ji Îngilîstanê Yann Demange '71'', çêkirina hevpar a Spanya, Kanada û Fransa yê Claudia Llosa ''A loft'', ji Almanyayê Dominik Graf ''Die geliebten Schwestern'', çêkirina hevpar a Yewnanîstan, Almanya û Qibrisê (beşa Rûm) Yannis Economides ''Stratos'', çêkirina Îngilîz û Alman Wes Anderson ''Grand Budapest Hotel.''
Ji beşê fîlmên dokûmanter ên taybet ên Berlînaleyê de jî navên David O. Russel, Hubert Sauper, Volker Schlöndorff , Martin Scorsese û David Tedeschhi, derdikeve pêş.
DÊ ‘WERE DENGÊ MIN’ BÊ NÎŞANDAN
Dê Fîlmê Huseyîn Karabey ê bi navê "Were Dengê Min di beşê "Generation Kplus" yê ji bo ciwanan û zarokan hat amadekirin de bê nîşandan. Mijara fîlm li ser zext û şerê li Kurdistanê hatiye meşandin e. Derhêner zext û zordariya li ser berfê û keça wê jiyana ya li gundekî çiyayên Kurdistanê dijîn vedibêje. Her wiha ji Tirkiyê jî filmên weke ji Kutlu Ataman “Kuzu”, ji Ûmût Dag “Kumun Tadi” ji derhêner Zeynep Dadak û Merve Kayan “Mavi Dalga” di beşên cuda de cih wê werin nîşandan.
STÊRKÊN CÎHANÊ LI BERLÎNALEYÊ NE
Dê Berlînaleya ji gelek stêrkên cîhanê yên bi nav û deng re mêvandariyê bike.
Navdar George Clooney, Bradley Cooper, Charlotte Gainsbourg, Matt Damon, Catherine Deneuve, Forest Whitaker, Bruno Ganz, Uma Thurman û Viggo Mortensen wê di 64. Berlînaleyê de amade bin. Dê li Berlînayê ji bilî lîstikvan û derhêneran ên navdar, wê nêzî 40 hezar Sînemavan temaşeyî fîlman bikin. Ji vana nêzî 4 hezar rojnamevan û nivîskarên sînamayê ne.
