1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bernameya Kongreya îslama Demokratîk hat aşkerakirin
Bernameya Kongreya îslama Demokratîk hat aşkerakirin,bernameya,kongreya,îslama,demokratîk,hat,aşkerakirin

Bernameya Kongreya îslama Demokratîk hat aşkerakirin

A+ A-

AMED 08.05.2014 10:22:42 Bernameya Konferansa Îslamî ya Demokratîk ku li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 10-11’ê Gulanê de pêk bê, hat aşkerakirin.

Konfernasa ku nêzî 6 mehane amadekariya wê tê kirin dê 300 deleqe tevli bibin. Mele Emîn Kiliç dê axaftina vekirinê bike û piştre dê Kuran-ê Kerîm bê xwendin. Di axaftina vekirinê de jî Prof Dr Kadrî Yildirim û hevserokê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û wezîrê Bawerî û Gelan ya Rojava Muhamed Ebîdallah El Kadîrî dê bikin.

Piştî axaftinan dê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya der barê konferansê de bê xwendin.

Runiştina vekirinê ya Konferansê jî bi pêşendanên nivîskar Îhsan Elîaçik û Ayhan Bîlgen di bin ser navê ‘îslama Demokratîk’ de bê kirin. Piştre jî dê derbasî runiştinên kongreyê bibin. Runiştina yekemîn ya bi ser navê ‘Peymana Medineyê’ ya ku Moderatoriya wê dê hîndekarê zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Îlahiyatê Nurettîn Turgay bike, bi sernavê ‘ Ji bo Rojhilateke Navîn ya Nû peymana Medineyê’ nivîskar Alî Bulaç, bi ser navê ‘Di çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn de peymana Medineyê’ Huda Kaya, bi ser navê ‘Di înşakirina Rojhilateke Navîn de referansa Medineyê’ dê Prof. Dr Bîlal Sambur biaxive.

Runiştina duyemîn dê moderatoriya wê civaknas Seher Akçinar bike. di runiştina yekem de a bi navê ‘Di îslamê de têgehên zalim, mazlum û edeletê’ dê bê nîqaşkiri. Di vê runiştinê de nivîskar Yavuz Delal mijara ‘di îslamê de diyalektîka mazlum û zalim’, ji aliyê hevserokê şaredariya Hezroyê ve Guler Ozavci jî mijara ‘ têkoşîna heqîqet û edeletê’ û akademîsyen Alî Yaman jî dê mijarek din nîqaş bike.

Di runiştina sêyemîn ya roja ewil de sernavê runiştinê ‘Li Rojhilata Navîn lêgerîn aştî û çareseriya pirsgirêka kurd’ dê pêk bê û moderatoriya wê jî Peyman Muhammed dê bike. her wiha dê Doç Dr Veysel Ayhan, parlamenterê berê A. Bakî Erdogmuş û Fadil Bedîrganoglu bi mijarên cuda biaxivin.

Runiştinên roja duyemîn ya konferansê, bi axaftinên delegeyên ji Başûrê Kurdistan û Îranê dê dest pê biek. Moderatiya runiştina ‘Di îslamê de hiqûqa şer û înşakirina aştiyê’ dê Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî bike. her wiha dê Porf Dr Mehmet Yalar mijara ‘Di îslamê de cihê şer û di roja me ya îro de bandora wê’, mijara ‘Banga îslmaê ya aştiyê’ hevseroka şaredariya Erdîşê Dîba Ermîş Keskîn û mijara ‘Di îslamê de şîdet’ dê ji aliyê wezîrê karê olî ya Kantona Kobanê Muhammed Daher ve bê dest girtin.

di runiştina duyemînd e jî di bin ser navên ‘Cihê jinê yê di îslamê de’ bê nîqaşkirin. Di runiştinê de Suheyla Înal, Salîha Bektaş û Berrîn Somez dê sernavên cuda bigirin dest.

Piştî hemû nîqaş û pêşnûmeyan dê encamnameya konferansê bê aşkrakirin.