1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Bernameya Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê diyar bû
Bernameya Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê diyar bû,bernameya,meşa,jinan,a,cîhanê,ya,li,kurdistanê,diyar,bû

Bernameya Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê diyar bû

A+ A-

Bernameya Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê diyar bû. Di çalakiyên ku li Nisêbîn, Mêrdîn û Amedê wê pêk bên re wê konfederalîzma demokratîk, şoreşa Rojava, ekolojî û mêtingeriya li hember xwezayê, nîqaşên jîneolojiyê, keda jinê û her cureyê şîdeta li hember jinê wê bê destgirtin.

Bernameya 8’ê Adarê ya îsal li Kurdistanê pêk tê diyar bû.

Çalakiyên wê li Nisêbîn, Mêrdîn û Amedê pêk bên di 6’ê Adarê de wê li Nisêbînê destpê bike.

6’ê Adarê saet di navbera 09.00-11.00’an de du panelên bi navê konfederalîzma demokratîk, Şoreşa Rojava, mêtingeriya li hember xweza û ekolojiyê û forumek wê pêk bê. Piştî nîvro du panelên nîqaşên jîneolojiyê, keda jinê û her cureyê şîdetê ya li hember jinan wê pêk bê. Êvarê jî wê Mizgîn Tahir derkeve ser dikê.

Di 7’ê Adarê de jî wê li Nisêbînê mîtîngek pêk bê. Di mîtîngê de wê bi Kantona Cizîrê re li sînor hevdîtin pêk bê.

Piştî nîvro wê li Mêrdînê mîtîngek pêk bê. Êvarê saet di 18.00’an de jî wê xwepêşendana reksê û muzîk bê pêşkêşkirin.

Di 8’ê Adarê de li Amedê wê mîtîng pêk bê. Êvarê saet 19.00’an wê li Navenda Çanda Cigerxwîn 4 derî, 40 Reksên Meqam bên nîşandan. Her wiha wê pêşangeha wêneyan a jinan jî vekirîbe.

Di 9’ê Adarê de jî wê bernameya parastina Geliyê Dîcleyê bê kirin.